Nazim Himadî

Nazim Himadî, Helbestvan û Parêzer e û berevanîyê di ber mafên mirovan de dike

Di 9ê Berfanbarê de sala 2013an de, endamên girûpeke çekdar ew ji Dûmaya Gundewarê Şamê revandin.

Berevankarekî çalak e di warê mafên mirovan de û helbestvan e. di 9ê berfanbara 2013an de li ger her sê hevkarên xwe (Wa’il Hemada, Rezan Zeytûna û Semîra Xelîl) ji alîyê zilamine rûpêçayî hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate veguhestin.

Ew ji avahîya navenda belgekirina binpêkirinan û piştgirîya geşepêdana navxweyî û projeyên piçûk li Dûmaya Gundewarê Şamê, hatin revandin, ev dever jî girêdayî  Xûtaya Rojhilatî ye ku di bin kontrola gelek hêzên girûpên çekdar de ye û ji alîyê rêjîmê ve dorpêçkirî ye. Navenda belgekirina binpêkirinan navendeke nehikûmî û serbixwe ye, binpêkirinên ku hikûmeta Sûryeyî der heqê mafê mirovan de di warê şer de dike, belge dike. Û piştgirîya geşepêdana navxweyî  û projeyên piçûk, alîkarîyên mirovî peyda dike, bi taybet ji bo navendên pizîşkî li devirine mîna Xûtaya Rojhilatî.

Çarenûsa wî û cihê wî nuha, nediyar in.