Eyhem Mustefa Xezûl

Pizîşk Eyhem Mustefa Xezûl, Berevankarekî mafên mirovan e

Endamekî Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ye.

Desthilatên Sûryeyî di 5ê mijdara 2012an de li Şamê ew girt.

Di 9ê mijdara 2012an li girtîgehê, jîyana xwe ji dest de.

Eyhem Mustefa Xezûl ê 26salî di 5ê mijdara 2012an hate girtin, dema ku du çekdaran bi tundî li navenda yekîtîya niştîmanî ya xwendekarên Sûryeyê di hundirê Zanîngeha Şamê de êrîşî wî kir û ew ber bi navenda muxaberata leşkerî ya asîmanî ve birin. Tevî daxwazên malbatê yê pir bo peydakirina agahîyan derbarê çarenûsa wî û cihê girtina wî , lê tu bersiv nehat. Di heman demê de, malbata Xezûl ji hevalekî wî ku bi wî re girtîbû û hate berdan bihîst ku Eyhem Mustefa di bin îşkenceyê de, di 9ê mijdarê de, li navenda beşê 215an de yê girêdayî muxaberata leşkerî ya asîmanî, jîyana xwe ji dest da. Lê term negiha malbatê, û Peyamnêrên Bêsînor bi tundî ev tawan şermezar kir û ji şanderê navdewletî bo Sûryeyê Lexder El-Ibrahîmî xwest ku lêpirsînekê der bare vê doze de veke.

Di roja 12ê gulanê de sala 2014an, nameyek ji desthilatan giha malbatê tê de hate gotin ku Eyhem Mustefa Xezûl di 11ê mijdarê de li Nexweşxaneya Tişrînê jîyana xwe ji dest daye, ev jî yek bû ji derewên ku kuştina wî di bin îşkenceyê de di hundirê girtîgehê de li paş veşartin.

Eyhem Xezûl xwendekarê fakulteya dinansazîyê de bû û amadakarîya masterê dikir, her weha endamekî Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bû. Cara pêşîn di 16ê sibata 2012an de di êrîşekê de li ser navendê li gel hevkarên xwe di nav wan de Mazin Derwîş jî, hate girtin. Sedema vê êrîşa li ser navendê jî ew bû ku karê navendê di warê belgekirina binpêkirinên ku rêjîma Esed ji destpêka raperînê de kiribûn, karekî giring bû.

Eyhem Xezûl 67rojan di destê muxaberata asîmanî de ma paşê ji bo zindana Edrayê hate veguhest û li wir jî 21 rojan ma. Ceza li wî û heft hevkarên Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê; bi tometa “bidestxistina belgeyine qedexe û belavkirina wan bi armanca xistina rêjîmê”, hate birîn, cezaya wî jî kete ber dema ku ew bi armanca çavdêrîyê di zindanê de mabû.

Hêjayî gotinê ye ku Eyhem Xezûl ê ku di 1987an de ji dayik bûye, ji navçeya Dêr ‘etiyeya parêzgeha Gundewarê Şamê ye.