Rêberê Parastinê ji bo Rojnamevanan  (Rêbereke Praktîk Bo Rojnamevanên Li Deverên Metirsîdar)

Ji ber wan metirsîyên zêde yên ku rastî rojnamevanan tên, rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor çapeke nû ji Rêberê Parastinê ji bo Rojnamevanan bi hevkarîya rêxistina Newteweyên Yekbûyî ya perwede, fêrkirin û çandê. Ev rêber bi zimanên Fransizî, Îngilizî, Îspanî û Erebî peyda ye.

Rêber hatiye sererastkirin û êdîtekirin da ku karibe şîretine praktîk pêşkêşî peyamnêrên li deverên metirsîdar bike her weha da ku ew ji rûbirûbûna metirsîyên mîna şerê çekdarî, nexweşî, xwepêşandan û bobelatên xwezayî re amade bin.

Di vî warî de, emîndarê giştî yê Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor Christoph Deloire got “rojnamevanên ku ji wan tê xwestin li deverên metirsîdar bin, herdem rastî metirsîyan tên, lê xuya dibe ku ew bi tenê rûbirûyê metirsîyan tên û tu kes bi wan ve naçe”.

Her weha berdewam kir “eger em zêdebûna metirsîyan bişopînin, em ê zanibin ku nûkirina rêberê parastinê tiştekî pêwîst e, da ku ev rojnamevan her dem ji metirsîyan re amade bin”,

Vê raporê ji bîr nekiriye ku di vê serdema têkilîya êlêktornî de, ewlehîya êlêktronî pirsgirêkeke li pêş rojnamevanên ku diçin deverên şer yan ên ku di bin sîya hikûmeteke dektatorî de dijîn. Di vî rêberî de, gelek şîretên girêdayî parastina jêderên agahî, beyan û pêwendîyan hene.

Rêber behsa amadekarîya heyberî û rewanî berî rêwîbûnê dike, her weha li ser pêwîstîya peydabûna piştgirîyeke derûnî piştî vegerê û şokbûnê teqez dike. Rêber her weha dibêje ku divabe peyamnêrên ku li meydanê kar dikin baş werin perwedekirin û matirsîyên ku dê rastî wan werin û tirsa wan baş werin gengeşekirin da ku ew hemû pêdivîyên xwe nas bikin.

Ji bilî şîretên tendurustî, şehadeyên rojnamevanine bîyan ku rastî metirsîyan di karê xwe de hatine di vî rêberî de hene.

Ev rêber cara pêşîn di sala 1992an de hate belavkirin, paşê gelek caran hate nûkirin, ew li ser kaxezan û bi awayekî êlêktronî bi her çar zimanên navborî peyda ye, armanc ji belavkirina wî jî ew e da ku bigihê hejmareke herî mezin ji kesan.

Da ku tu karibî Rêberê Parastinê Ji Bo Rojnamevanan bixwîne, li vê derê bixe (Erebî)li vê derê bixe (English)