Rêberê parastina berevankerên mafên mirovan

Mebest ji vî rêberê nû ew e peydakirina agahîyên nû bo berevankerên mafên mirovan, her weha peydakirina alavên ku dê têgihaştina wan bo ewlehî û parastinê berfirehtir bikin. Hêvikî ye ku ev rêber piştgirîya rahênana ewlehî û parastinê bikin her weha alîkarîya berevankeran bike da ku karibin metirsîya binerxînin û rêzik û îcrayên ewlehî yên li gor rewşa xwe ya taybet destnîşan bikin.

Ev rêber encama 25 salên karê hevbeş di nav Endamên Parastina Navdewletî PI di karê mafên mirovan û Qanûna Mirovî her weha di parastina mirovan û grûpê lawaz ên din de. Hêçana endamên înstitûyê ji ber beşdarîya wan a şandeyên rêxistina aştîyê ya navdewletî û şandeyên sivîl.

Derfet bo girtina zanyaran û belavkirina wan bo berevankerên mafên mirovan berdest bû her weha amadekirina xelekên kar û civîn û danûstendina li ser ewlehîyê jî peyda bûn. Xalên di vî rêberî de bi awayekî praktîk hatin cîbicîkirin çi di ware parastinê de be an bi rêya xelekên kar li gel berevankerên mafên mirovan. Ev rêber encama wan karan e.

Amadekarên rêberê parastinê: yekîneya parastinê ya navdewletî bo lêkolînan, êdîtekirin: Enrick Agorn Fernandez û Mary Karaj.
ji weşanên Protection International 2009

Ji bo daxistina çapa Erebî ya PDF  |   çapa English ya PDF

Çapa îngilîzî jî ji vir.