Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan, Dezgeha Meharatê û Navenda Elxelîcê ya Mafên Mirovan bi hevkarîya tora IFEXê; çalakvana sivîl Wîdad Helwanî ji Libnanê weke berevana mafên mirovan û azadîya derbirînê ya îlûna 2017an ragihand ew jî di çarçoveya kampanîya “piştgirîya berevanên mafên mirovan û azadîya derbirînê” de.
Wîdad Helwanî çalakvaneke sivîl e li ser doza winda û girtîyên bi neçarî di cenga navxweyî de berî 30 salî kar kiriye û nuha jî seroka Komîteya Malbatên Revandî û Windayan li Libnanê ye. Helwanî li Terablusa Bakurê Libnanê ji dayik bûye û li fakulteya wêjeyê li Beyrûtê xwendiye û piştî du salan; di sala 1971ê de berê xwe da fakulteya perwerdeyê. Di sala 1982an de, hevjînê wê Ednan Helwanî ji mala wan a Ras Elnebi li Beyrûtê gate revandin û ta nuha jî çarenûsa wî nediyar e. wê çaxê wê dunya ji bo wî xirab kir û ta îro jî rijd e li ser naskirina çarenûsa wî.
Tevgera Hilwanî bi rêklameke radyoyê dest pê kir tê de ji malbatên revandîyan xwest ku hev nas bikin di sala 1982an de, piştî serkeftina hevdîtinê wê komeleyek bi nave Komîteya Malbatên Revandî û Windayan li Libnanê damezrand ku malbatên van qurbanîyên ku hejmara wan roj bi roj di salên cengê de bêhtir dibû li xwe girtin. Piranîya endamên vê komîteyê ji jinan e çi dayik, xwişk, hevjîn an zarokên kesên ku di cengê de winda bûn an jî jatin revandin.
Bi rêya vê komeleyê Helwanî karîbû hejmareke mezin ji malbatan di vê çarçoveyê de bike yek tevî ku pirrengîyeke hizirî, tîreyî û herêmî peyda bû her weha tevî cûdabûna alîyên ku kesûkarên wan revandine. Komîteya Malbatên Revandî û Windayan li Libnanê bi rêya kampanîyên zextê û daxwzên xwe karîbû dozên revandine bike dozeke niştimanî ya zindî ta îroj.
Piştî cengê, danûstendina bi dosyaya kesên revandî re li gor helwanî weke şanoyeke tinazî bû û raporek ji alîyê komîteyeke şopandinê di sala 2000î de hate şandin. Desthilatên Libnanî di rapora xwe de diyar kirin ku wan tu windayên sax nedîtin lê gorên komî li goristanên Mar Mitr, Eltehwîte û goristanên şehîdan li Herc Berût û Deryayê dîtine.
Wîdad bibîr tîne çawa di wê rojê de bi hewara dayikan li nexweşxaneyan ve çû, hêsirên yekê zuha dike û li ser pîyê ya din ditepîne. “desthilatan guman kir ku bi wê raporê bêdengîya me dikire, ji bîr kirin ku dema mirova dimire termê wî nahele … eger ew rapora pîsik li welatekî din derketiba, dê xwepêşandan li kolanan tevan derketibana.” Li vir hin tecrubeyên Amerîkaya Latînî, Bosna û Ewropayê yên ku ji du cengên cîhanî derketine bibîr tanî. Ew rapor bêwate bûn û sozên wan jî bi cih nehatin.
Helwanî gelek caran rûbirûyê desthilatan hatiye û cara herî giring di 1995an de bû piştî derxistina qanûna “prensîpên teqezkirina mirina windayan” ku malbatên windayan dikarin mirina wan di dadgehên rûhî da ragihînin.
Di sala 2014an de encumena şêwirmendîya dewletê biryarek derxist tê de mafê dîtina hemû lêpirsînên komîteya lêpirsînan di 2000î de ji bo naskirina çarenûsa winda û revandîyan çêkiriye, rewa dike. Biryara ku hemû winda û revandiyan çi li Sûrîye û çi li Libnanê bin li xwe digire li gor daxwaza Komîteya Malbatên Revandî û Windayan li Libnanê û Komeleya piştgirîya Libnanîyên girtî û surgonkirî – solid di 2009an de hat.
Ev biryar serkeftinek bû bo Nîdal Helwanî û malbatên windayan di cenga navxweyî de ku mafê gihaştina bo agahîyan rewa kir û bi rêya wî mafê ew dê çarenûsa bi hezara windayên Libnanî di cenga navxweyî de nas bikin her weha biryareke balkêş e ji ber ku pabendîyê bi qanûna mafên mirovan dike ew jî bi rêya teqezkirina li ser mafê malbatê di naskirina çarenûsa wan de û veşartina van agahîyan rengeke îşkenceyê dijî malbatê ye.
Helwanî dibîne ku liberxwedana di vê doze de ji bo berevanîya di ber mafên mirovan de li Libnanê; parastineke bo azadîya derbirînê û rûmeta malbatan û mafê wan ê jîyana di nav malbatekê de. Her weha Helwanî li ser du tiştên sereke ji bo malbatên winda û revandîyan teqez dike ew jî: çêkirina desteyeke niştîmanî ji bo diyarkirina çarenûsa qurbanîyên windakirina bi neçarî. Her weha çêkirina bingehekê ji agahîyê DNAyê bi rêya parastina nimûneyên beyolocîk ên malbatan û ev yek jî ji berî salekê ve dibe ku şandeke xaça sor ya navdewletî DNAyên malbatan li cem xwe hilanîn da ku agahîyên winda û revandîyan li cem xwe biparêze ew jî da ku desteya niştîmanî di dema damezrandina xwe de ji bingehekê dest pê bike. Ev çare jî yeke zanistî ye li gor Helwanî ku herî kêm malbatan razî dike. Hekwanî her weha dibêje “em doza cezayê li ser tiştên borî nakin lê berxwedana me ji bo mafê me yê naskirina çarenûsa hezkirên me ne”.
Berî bijartina Helwanî, di kampanîya Piştgirîya Berevanên Mafên Mirovan û Azadîya Derbirînê di sibatê de berevana mafên mirovan û rojnamevana Tûnisî ya jîr Nezîha Ricêbe (Dêya Ziyad) hatibû bijartin, paşê berevanê mafên mirovan û nivîsarê navdar ji Îmaratê; Ehmed Mensûr yê ku bi awayekî keyfî weke berevanekî mafên mirovan hatibû girtin, di Adarê de hetibû bijartin, paşê parêzerê Misirî Cemal Îd ji bo nîsanê û berevana navdar ji Îraqê Hena Êdwer ji bo meha gulanê, her sê rojnamevanên Rojnameya Elzemen a Umanî Îbrahîm Elmamerî, Yûsif Elhac û Zahir Elibrî weke berevanên mafên mirovan û azadîy derbirînê yên hizêran hatibûn bijartin, berevanê mafên mirovan û rojnamevanê Mexribî Elî Enûzla bo tîrmehê û mafnasê Filestînî Cemîl Dakûr bo tebaxê hatibûn bijartin.