Kêşedarîya Seferbendîyê Li Sûrîyeyê Qedexekirina Derketina Ji Sûrîyeyê

 

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

  

Kêşedarîya Seferbendîyê Li Sûrîyeyê

Qedexekirina Derketina Ji Sûrîyeyê

 

 

  

 

Lêkolîneke Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê 2009

Mafê Tevgerînê:

Mafê tevgerînê mercekî jîyana azad e, nabe kesek tê de bibihure yan dest jê bikişîne, çi ku mafê tevgerînê beşekî azadîyên sereke yê mirovan e û her weha beşekî mafên kesane ye, ji ber ku hebûna vî mafî dibe bingeha maf û azadîyên din. Bi vî rengî ew bûye mafekî sereke û cihê xwe di nava peymanên navneteweyî yên mafên mirovan de girtiye; ew jî bingeha sincî û qanûnî ya azadî, dadmendî û wekhevîyê li seranserê cîhanê ye ku tê de hemû kes ji kêlîya jidayîkbûnê ve xwedî mafên rûmeta mirovane û wekhevîyê ne.

Azadî, bi rengekî sereke, di mafê serbest ê tevgerînê de derdikeve pêş; mafê serbest ê dûrî girtin, zindankirin, radestkirina bo dûgeleke bîyan û her wisa her astengkirineke din a mafê azadîya tevgerînê. Mafê tevgerînê her weha mafê derbasbûn an derketina ji dûgelê, mafê tevgerîna di nava dûgelê de û niştecihbûna di nava wê de li xwe digire. Ev tê wateya ku mafê kesan ê tevgerînê, seferê, derktina ji welat û vegera bo welat ne bexş ne jî takemafekî ji hêla hikûmetan e, lêbelê ew mafekî sereke ye ku girêdayî hebûna mirov bi xwe ye û nakeve jêr tu sedem û egerên din. Erkê qanûnan ew e ku vî mafî biçespînin û biparêzin û gerek e dûgel rêza vî mafî bigire û her dem û bi her awayî xurt bike û rûnîne ku nabe dûgel kesekî bêyî vîna wî ya azad û serbixwe di nava sînorên dûgelekê de bigire.

Li gel ku ev maf -ji derve- mîna mafekî mirovane yê asayî, sade û dîyar xuya dike, lêbelê ew di rastîya xwe de yek ji mafên herî sereke ye ku binpêkirina vî mafê gelek kêşeyan bi xwe re tîne û janeke dijwar dide kişandin ku encamên wê wekî lehîyê diherikin, têvel dibin û paşê bandorê li binyata gihaştina mafên din ên sereke dike, çi ku bêyî rêzgirtina mafê derketina ji welat heye ku mirov rastî serkutkirina sîyasî yan olî were, an heye ku ji jîyana xwe ya malbatî bêpar bimîne, an heye ku ji kar, hînbûn û dermankirinê bêpar bimîne û pê re bandoreke neyînî li rengê jîyana wî bibe.

Azadîya Tevgerînê Faktoreke Sereke ya Geşepêdanê ye

Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan a sala 1948an giranî daye vê têgihaştina ku bûye berê têkoşîna dûrûdirêj a şaristanîtîya mirovane ya ji bo bipêşveçûn û geşbûnê û ev maf bi eşkeretî di benda xwe ya 13an de belî kiriye û gotiye:

(1). Her kes dikare bi azadî tev bigere û cîyê rûniştina xwe di nava sînorê her dûgelekê de bibijêre.

(2). Her kes dikare ji her welatî -tevî welatê xwe- derkeve û pê re mafê wî yê vegera wî welatî heye.

Di sala 1966an de, Peymana Navneteweyî ya Mafên Şarwer û Ramyarî ev maf ji çarçoveya wî ya sincî ya di Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan de derxist û ew derbasî çarçoveyeke qanûnî ya neçarker kir ku benda 12an a wê peymanê gotiye:

“- Her kes, bi rengekî qanûnî, di nava sînorên dûgelekê de xwedî mafê azadîya tevgerînê û mafê bijartina cîyê niştecihbûnê ye.

– Her kes xwedî mafê azadîya derketina ji welatê xwe û her welatekî din e.

– Ji bilî bendên qanûnî, nabe ev mafên jorîn bi tu bendan bêne astengkirin ku ev maf ji boyî parastina ewlehîya neteweyî, an pergala giştî, an tendirustîya giştî, an maf û azadîyên kesan pêwîst in û li gel mafên din ên vê peymanê diguncin.

– Nabe tu kes bi rengekî keyfî ji mafê derbasbûna bo welatê xwe were bêparkirin.”

Wekî çawa di benda 12an a peymanê de hatiye nivîsîn, heye ku mafê tevgerînê rastî hin bendan were, lêbelê ev di hin rewşên taybet ên mîna rewşa awarte de pêk tê ku dûgel rastî metirsîyên rastîn û rasterê yên mîna bobelatên xwezayê were û her weha heger sedem û egerên pêwîst ên girêdayî ewlehîyê hebin, dezgehên ewlekarîyê dikarin deverekê wekî devereke leşkerî ya girtî nîşan bidin. Belam gerek e bendên ferzkirî di nava sînorekî herî teng de bêne asêhiştin û li gel encamên xwestî û dûrkirina metirsîya nêz biguncin. Her weha gerek e di nava demeke dîyarkirî û çarçoveyeke qanûnî de bêne destnîşankirin û ew rewşa awarte nebe behaneya bendkirina mafê azadîya tevgerîna welatîyan û qeydkirina herdemî ya ku guh nade demdemîya metirsîyê.

Komîteya Mafên Şarwer û Ramyarî ya Neteweyên Yekbûyî -ku serperiştkara Peymana Navneteweyî ya Mafên Şarwer û Ramyarî ye- di şiroveya xwe ya 27an de ev merc û kontrol teqez kirine û gotiye: “Nabe ku sînorên azadîya tevgerînê têkilîya di navbera maf û bendan de yan di navbera rêbaz û awarteyan de berevajî bike.”

Mafê Tevgerînê Di Qanûn û Makeqanûna Sûrîyeyê De:

– Makeqanûna sala 1973yan a Komara Erebî ya Sûrîyeyî -di çarçoveya xwe ya giştî de- prensîpên azadîyên giştî û kesane çespandine. Benda çaran a makeqanûnê girêdayî “Azadî, Maf û Erkên Giştî” ye ku paragrafa yekem a benda wê ya 25an dibêje: “Azadî mafekî pîroz e. Dûgel azadîya kesane ya welatîyan misoger dike û rûmet û ewlehîya wan diparêze.”

Lêbelê her çendî Makeqanûna Sûrîyeyê bi eşkeretî behsa azadîya tevgerînê di nava sînorên dûgelê de kiribe û teqez kiribe ku nabe welatî bi darê zorê ji axa welat bêne dûrkirin; wê azadîya derketina bo derveyî dûgelê û her weha vegera ji derve bo Sûrîyeyê paşguh kiriye, çi ku benda wê ya 33yan gotiye:

  1. Nabe ku welatî ji axa welat were dûrkirin.
  2. Ji bilî qedexekirina bi darazeke dadgehê, an cîbicîkirina ji ber qanûnên tendirustîyê û silametîya giştî, her welatî xwedî mafê tevgerîna di nava sînorên dûgelê de ye.

Her çendî Makeqanûna Sûrîyeyê mafê sefera bo derveyê dûgelê û vegera bo dûgelê  paşguh kiribe jî, ev maf her dimîne mafekî sereke yê mirov û nabe bi tu şêweyî were kêmkirin ku ew bi teqezî dikeve çarçoveya gotina (azadî mafekî pîroz e) ya ku di benda 25an a makeqanûnê re derbas dibe û jixwe heger tiştek neyê qedexekirin ew serbest e, îcar tu gotin an derbirîneke ku vî alîyê mafê tevgerînê kêm bike di Makeqanûna Sûrîyeyê re derbas nabe û xala herî sereke ew e ku Sûrîye li gor biryarnameya 6an a 06.02.1969an tev li Peymana Navneteweyî ya Mafên Şarwer û Ramyarî bûye.

– Di warê sizaya tawan an serpêçî û siviktawanan (misdemeanor) de, tu bendên der barê seferbendîyê û derketina ji Sûrîyeyê de di Qanûna Sizayan a Sûrîyeyê re derbas nebûye, ne wekî sizayeke sereke ne jî wekî sizayeke serbar an zêde. An ku, bikaranîna seferbendîyê wekî sizayeke tawan û sûcan, Makeqanûna Sûrîyeyê bi eşkeretî binpê dike. Ev yek jî li gor benda 29an a Makeqanûna Sûrîyeyê ya ku dibêje: “Heger nivîseke qanûnî tunebe, tawan û siza tunene.”

– Qanûna Sizayan a Giştî ya Sûrîyeyê seferbendî û qedexekirina derketina ji Sûrîyeyê wekî bergirîyeke bisemt an bergirîyeke çaksazkirinê jî derbas nekiriye, lêbelê boçûngerîya dadgerîyê û hin qanûnên Sûrîyeyê yên taybet di hin rewşên destnîşankirî û sînorkirî de seferbendî wekî bergirîyeke parastinê bi kar anîye, ew jî ji bo misogerkirina hin mafên din ên ku heger kesê têkildar berî bicîkirina wan mafan ji welat derket, dibe ku ew maf bêne tunekirin. Di vê rewşê de jî divê biryarek ji dadgehê were wergirtin û biryarnameya dadgerîyê dema derketina derveyê welat bi eşkeretî dîyar bike û ew jî ji boyî van kesên ku li jêr hatine destnîşankirin:

– Bergumanên tawanan da ku rê li pêş reva wan were girtin û amadebûna wan a li pêşberî polîsan ji bo berdewamkirina lêpirsînê were misogerkirin.

– Tawanbarên tawanan da ku amadebûna wan a li pêşberî dadgehê were misogerkirin (û her weha ji bo cîbicîkirina sizayê heger tawankarî hate peyitandin).

– Kesên ku darazên (darayî) li wan hatine birîn da ku deynê di stûyê xwe de bidin an biryara darazê were cîbicîkirin ku ji nav wan hevjînê ku daraza pereyên bixwedîkirina hevjîn û zarokên wî lê hatine birîn.

Di hin rewşên destnîşankirî de û tenê heger şêwazeke din a pêkanîna wê armancê peyda nebe, mafê dadgehê heye ku rêyê li pêş derketina kesekî ji welat bigire. Heger qedexekirina derketinê çêbû, ji bo misogerkirina mafên darayî, gerek e kesê xwedîmaf daxwaznameyeke li gor rê û rêzikan pêşkêşî dadgehê bike.

Kêşedarîya Seferbendîyê/Qedexekirina Derketina Ji Welat Li Sûrîyeyê:

Li Sûrîyeyê, kêşedarîya “seferbendîyê/qedexekirina derketina ji welat” ne bergirîyeke parastinê ye, kêşedarî ne ji bendên makeqanûnê ne jî ji qanûnê bi xwe dertê; kêşedarî ew e ku ev qedexekirina derketinê wekî alaveke bendkirina mafê tevgerînê tê bikaranîn û xwe di vî warî de dispêre Qanûna Awarte ku jixwe ev kêşedarî li dora sê çerxên sereke doş bûye ku ew jî bi rengekî giştî ji têkilhevîyê xalî nebûne:

– Salên heştêyî, piştî salên xwînê û guleyan ên 1976-1987an û pevçûnên dijwar ên di navbera desthilatdarîya sîyasî û rêxistina leşkerî ya Îxwan Elmuslimînê de û her weha piştî pêla girtinê ya li dijî partîyên çepgir ên mîna Partîya Kar a Komunîst, Partîya Kumonîst a Sûrîyeyî-Koma Rîyad El-Turk û Partîya Beisê ya Demokratîk, seferbendî û qedexekirina derketina ji welat hino hino bû dîyardeyeke berbiçav. Di wê heyamê de, bilindtirîn rêjeya girtina sîyasî ya li derveyê qanûnê ya di dîroka Sûrîyeyê ya piştî serbixwebûnê de pêk hat. Piştî girtinê jî, girtîyên serbestkirî xwe li jêr giranîya bêparkirina ji mafên şarwer a li gor qanûnê dît ku êdî wan carinan heta deh salan piştî bidawîkirina sizaya zindankirinê nikarîbû bibin xwedîpasport. Li hêla din, kesên, bi salan, bêyî darizandin girtî man, piştî ku hatin serbestkirin, li jêr giranîya erêkirinên hêzên ewlekarîyê yên destûrdayîna bidestxistina pasportekê ya bidestxistina vîzeyekê man. Dawîya heyama salên nodî, rewşa piranîya van girtîyan hatibû serrastkirin.

– Di navbera salên 2002yan û 2006an de dîyardeya seferbendîyê ji nû ve hêşîn hat, lê vê carê li cem girtîyên sîyasî nesekinî û dezgehên ewlekarîyê ew bi rengekî berfireh li dijî çalakgerên tevgera şarwer û ramyarî yên piştî “Bihara Şamê” wekî pêkanîneke çavdêrîkirinê ya li derveyê qanûnê bi kar anî ku êdî wan karîbû tevgerên hin çalakgeran li derveyê Sûrîyeyê binasin, ev yek jî dema wan dezgehan hişyarînameyên der heqê wan çalakgeran de “bêyî ku hayê wan jê hebe” li nik Birêveberîya Koçbûnê û Pasportan datanî ku êdî wan çalakgeran bêyî destûra seferê nikarîbû ji tu dergehê sînorî derbas bibin. Di her derketinekê de wan serî li dezgeha ewlekarîyê ya astengkar dida û hin caran hişyarînameyên çend dezgehên ewlekarîyê li ser kesekî bi xwe hebûn, îcar ew kes neçar dima ku serî li wan hemû dezgehên ewlekaîryê bide, roja derketina ji welat, roja vegerê, alîyê vexwende û sedema vexwendinê nîşan bide. Piranîya çalakgeran serî li ber van rêbazên nû yên dezgehên ewlekarîyê danî û beşekî pir piçûk ev rêbaz qebûl nekirin û êdî wan nema karîbû bi yekcarê ji welat derkevin.

– Di navbera salên 2006an û 2008an de, du guhertin di kêşedarîya “seferbendîyê/qedexekirina derketina ji welat” de çêbûn: Yek di warê mijarê de û yek di hejmarê de. Ji hêlekê ve peywira seferbendîyê berfirehtir bû, nema li ber sînorê çavdêrîkirinê sekinî û bû rêbazeke sîstematîk ku êdî dezgehên ewlekarîyê destûra derketina ji welat an biryara qedexekirina derketinê li gor kes, alîyê vexwende, celebê çalakîyê û cîyê lidarxistina çalakîyê dida û hin caran ev arêşe dibû rengekî fişarkirin û sizakirinê dema ji bo bêparkirina hin kesan ji derfeta kar, an xwendinê, an dermankirinê, an xwegihandina malbatê dihat bikaranîn.

Li hêla din, hişyarînameyên serîlêdanên seferbendîyê di wê demê de zêdetir bûn û gelek çalakgerên şarwer û sîyasetmedarên Sûrîyeyê dan ber xwe ku pê re pê re bû sazgêrîyeke rotîn a li ser çalakîya pêşîn a ku her welatîyek pê radibe. Di Rezbera 2008an de dezgehên ewlekarîyê çend lîsteyên berfireh ên kesên derketina ji welat li wan qedexe ye derxistin ku navê her kesê çalakîyeke giştî ya sîyasî yan mafnasî kiribû, di wan lîsteyan re derbas dibû. Navên hin kesên ku ji mêj ve bi rengekî qutebir dev ji çalakîyên giştî berdabû yan çûbûn ber rehma Xwedê di wan lîsteyan re derbas dibûn, wekî endamê Komîteyên Bergirîya Azadîyên Demokratîk û Mafên Mirovan, Ebdilkerîm Zeiter, ê ku hişyarînameya qedexekirina derketina wî ya ji Sûrîyeyê piştî mirina wî bi sal û nîvekê hate derxistin.

Mafên Bergirên Mafên Mirovan:

Di pêvajoya dîrokê de, kesên wêrek û xwedannêrînên (xewbîn) hewl dane sînorên parastina mafên mirovan berfireh bikin û kesên li derveyî wan sînoran jî bixin jêr sîwana parastinê. Her kes, her çi karê wî be, dikare bibe bergir û berevanê mafên mirovan. Hin bergirên mafên mirovan xebatkarên pispor ên warê mafên mirovan in, an parêzer in û di warê dozên mafên mirovan de kar dikin, an rojnameger in, an sendîkager in, an xebatkarên di warê geşepêdanê de ne. Her weha berpirsyar, an polîs, an kesayetîyên navdar ên ku bi dilgermî li ser xustkirina rêzgirtina mafên mirovan dixebitin dikarin bibin bergirên mafên mirovan ku ew kes in, an komên kesan in, an rêxistin in û ji bo xurtkirina mafên mirovan û parastina wan di rêyên aştîyane û netundrê re dixebitin û bawerîyê bi yeksanîya mafên mirovan diînin.

Ji ber ku mafên mirovan bi giranî têne paşguhkirin, bergirên wan rastî astengîyên destnîşankirî tên, çi ku heye mafên ku bergir xwe pê girê didin cîyê nakokî û dijberîyan bin; an ji ber ku ew maf li dijî pîvanên civakî yên serdest in an jî ji ber ku ew li hember pergala sîyasî, olî yan a aborî dibin gef û kelem.

Di nava karê xwe yê dûrûdirêj de, Rêxistina Lêbihurînê ya Navneteweyî dîyar kiriye ku ji nav (astengî)yên ku dikevin rêya bergirên mafên mirovan de, seferbendî di pileya sisêyan de tê. Rêxistinê eşkere kiriye ku seferbendî bi rengekî berfireh berbelav e û li gelek alîyên cîhanê bêyî gilîkirin û tomarkirin derbas dibe.

– Mafên bergirên mafên mirovan hene, seferbendî ne yek ji wan e:  

Hikûmetên li seranserê cîhanê rola girîng a bergirên mafên mirovan teqez kir û pabendîyên parastina wan raber kirin. Di nava sedsala bihurî de, civaka navneteweyî çarçoveyeke qanûnî danî ku rola her kesî di bergirtina mafên mirovan de teqez dike. Ev yek di Danezana Neteweyên Yekbûyî ya Bergirên Mafên Mirovan de derket pêş ku di şeva salvegera pêncîyî ya Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan a di 09.12.1998an de hate pesendkirin. Di vê danezanê de, dûgelên endam ên NYyê teqez kiriye ku prensîpên Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan nikarin bibin rastîyeke berbiçav heger hemû kes beşdarî cîbicîkirina wan nebin û heger ew kesên li ser xurtkirina wan dixebitin nikarîbin wê yekê dûrî desttêwerdan, astengkirin, tirsandin û geflêxwarinê bikin.

Li gor Danezana Der Barê Bergirên Mafên Mirovan De û pîvanên din ên navneteweyî û herêmî yên mafên mirovan, hikûmet ji ber binpêkirinên li dijî bergirên mafên mirovan ên ku ji hêla karmendên wan ên fermî ve -di nav de endamên hêzên ewlekarîyê- têne meşandin berpirsyar in.

Hin sazgêrîyên li ser asta navneteweyî û herêmî yên bergirên mafên mirovan diparêzin hene ku Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di biryara xwe ya 53/144an a 08.03.1999an de ew pesend kirine:

  1. Sazgêrîyên Parastina Niştimanî:

Li kêleka pabendîya dûgelan a di warê parastina welatîyan û misogerkirina mafên wan li gor peymanên navneteweyî yên mafên mirovan de, biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dîyar kiriye ku gerek e deste yan encûmenên niştimanî yên mafên mirovan bêne damezirandin da ku beşdarîyeke aktîv di parastina bergirên mafên mirovan de bikin û li derveyê hikûmetê kar bikin ku bi piranî li gor kurtkirina Îngilîzî (NHRIs)ê têne naskirin. 117 dûgelan bersiveke erênî da vê bangê û ji nav wan Swêd 4 sazîyên taybetmend damezirandin. Ji nav dûgelên Erebî jî, tenê Mexrib, Misir, Tûnis, Morîtanya, Ûrdun, Filistîn û Qeterê bersiveke erênî da vê bangê.

  1. Sazgêrîyên Parastina Herêmî:

Ji encama Danezana sala 1998an a Neteweyên Yekbûyî ya Der Barê Bergirên Mafên Mirovan De û biryara sala 1999an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, parzemînên Afrîka, Ewropa û Asayayê sazgêrîyên piştgirîya mafên mirovan û parastina wan di herêmên xwe de dan meşandin. Di parzemîna Asyayê û cîhana Erebî de desteyên herêmî yên di vî warî de bi rengekî yeker an fermî tunene. Li gel ku Kombenda Dûgelên Erebî Peymana Erebî ya Mafên Mirovan danîye lêbelê ew tu sazgêrîyeke gilînameyên takekesî li xwe nagire, heta nuha tenê şeş dûgelan ew peyman pesend kiriye û dadgeheke Erebî ya şopandina binpêkirinên der heqê mafên mirovan de li gor peymanê nehatiye damezirandin.

  1. Sazgêrîyên Parastina Navneteweyî:

Li gel ku piranîya hikûmetên cîhanê rola girîng a bergirên mafên mirovan piştrast dikin û xwe wekî pabendên parastina wan û hêsankarên xebata wan nîşan didin û her wisa li gel ku hikûmet li xwe mikur tên ku keda bergirên mafên mirovan a di warê çavdêrîyê, liserrawestanê û pêşkêşkirina pêşnîyazên başkirina rewşê ne tenê li gel erkên dûgelê yên xwegirêdana bi qanûnan û pîvanên xwecihî û navneteweyî yên mafên mirovan diguncin lêbelê ew beşdarîyeke mezin di pêkanîna vê armancê de jî dikin; cîbicîkirina pratîkî ya van soz û peymanan bi giranî li berevajî naveroka wan e. Îcar hemin sazgêrîyên parastina bergirên mafên mirovan li ser astên niştimanî û herêmî li cîhana Erebî peyda nabin, girîngîya hebûna sazgêrîyên parastina navneteweyî wekî dîwarê dawî yê parastina bergirên mafên mirovan derdikeve pêş da ku zêdegavîyên der heqê wan de bêne sînorkirin ku piranîya van sazgêrîyan girêdayî Neteweyên Yekbûyî ne:

– Sazgêrîyên pisporan ên girêdayî pêkanînên taybet.

– Desteyên çavdêrîkirina cîbicîkirina peymanan.

– Encûmena Mafên Mirovan.

– Danezana Neteweyên Yekbûyî ya Der Barê Bergirên Mafên Mirovan De.

– Nimînendeyê Yaybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Têkildarê Bergirên Mafên Mirovan.

Heger bergirê mafên mirovan rastî binpêkirinekê yan tengezarkirineke wekî seferbendîyê hat û rê li pêş meşandina karê wî hate girtin, dikare serî li van hemû sazgêrîyan bide.

Nexşeya Seferbendîyê Li Sûrîyeyê:

Karê amadekirina lîsteyên kesên derketina derveyê Sûrîyeyê li wan qedexe ye pir zehmet e, çi ku ji alîyekî ve dezgehên ewlekarîyê yên Sûrîyeyê li rêbaza xwe ya seferbendîyê mikur nayên û dibêjin ku mijar tenê (serîlêdan) e û ji alîyekî din ve ji ber ku tu qanûneke ku mafê bidestxistina zanyarîyan li Sûrîyeyê biparêze tuneye, ji ber vê egerê tu sedem tuneye ku Birêveberîya Koçkirin û Pasportan neçarî pêşkêşkirina zanyarîyan bike.

Li ser vê bingehê, ez dixwazim keda çend desteyên mafnas* a di ber amadekirina vê nexşeya nefermî de destnîşan bikim. Li vir jî divê çend têbînî bêne gotin:

– Navên kesên derketina ji Sûrîyeyê li wan hatiye qedexekirin ên ku di vê lêkolînê de hatine (417) nav in ku min karîbû wan bihejmêrim û bi belge bikim, çi ku hizir ew e ku hejmar mezintir e.

– Navên di vî beşî de li ser bingeha zanyarîyên berhevkirî hatine nivîsîn, loma di hin dîyagraman de dê zanyarîyên li jêr navê (nedestnîşankirî) derbas bibin ku min nikarîbû hemû zanyarîyên wan destnîşan û berhev bikim.

– Rêjeya şaşîtîyê di zanyarîyan de (% 3.7) e.

  1. Seferbendên ji ber çalakîyên sîyasî (hejmar 293):
 

1

Îbrahîm Îlyas El-hekîm 100 Şiyar Lêl Xelîl 201 Feysel Kirdîyê
2 Îbrahîm Ferhat 101 Şêxmûs Mûsa 202 Kamil Ebas
3 Îbrahîm Melkê 102 Saib El-Hac 203 Kemal El-Qesîr
4 Ehmed El-Hecî 103 Salih El-Semil 204 Kewser Teyfûr
5 Ehmed El-Xetîb 104 Sebrî Kinco Mîrza 205 Mazin Edhem Edî
6 Ehmed Cabir El-Zîr 105 Sefwan Ekaş 206 Mazin Şemsên
7 Ehmed Celûl 106 Selah Qesas 207 Mecdildîn Osman
8 Ehmed Deryûsî 107 Duha Aşûr 208 Mihemed Ehmed Hicazî
9 Ehmed Şêx Dumur Şêx Berkel 108 Tariq Selîm Colaq 209 Mihemed El-Cindî
10 Ehmed Osman Bin Cimo 109 Zafir El-Necar 210 Mihemed El-Hemwî
11 Ehmed Mihemed Meclawî 110 Aîşa Efendî 211 Mihemed Îsmaîl Bin Ezîz
12 Ehmed Mihemed Meitûq 111 Adil Mehfûz 212 Mihemed Tetan
13 Îdrîs Delûl 112 Ebas Hisên Ebas 213 Mihemed Teysîr Erar
14 Usama El-Turk 113 Ebdilîlah El-Esmer 214 Mihemed Cezayirlî
15 Usama Aşûr 114 Ebdilîlah Hac Elî 215 Mihemed Hac Derwîş
16 Esied Hemûd El-Cedûi 115 Ebdilîlah Helaq 216 Mihemed Hesen Dîb
17 Îsmaîl El-Sebah 116 Ebdilhefîz El-Hafiz 217 Mihemed Hesen Nemûra
18 Îsmaîl Camûs 117 Ebdilhekîm Hewas Beşar 218 Mihemed Xelef Bin Xelef
19 Îsmaîl Zêdan 118 Ebdilhelîm Rûmîye 219 Mihemed Xelîl Îsa
20 Îsmaîl Ebdilhadî El-Zîb 119 Ebdilrehman Ehmed 220 Mihemed Xêr Mesalime
21 Îsmaîl Umer 120 Ebdilrehman Remo 221 Mihemed Dirbak
22 Aslan Ebdilkerîm 121 Ebdilselam Osman 222 Mihemed Deibûl
23 Îqbal Silêman El-Medfi 122 Ebdilselam Enber 223 Mihemed Dîb Ebdelah
24 Ekrem Zeîr 123 Ebdilsemed Xelef Biro 224 Mihemed Zekî Minadî El-Hiwêdî
25 Emîn Kelûl 124 Ebdilezîz El-Cirf 225 Mihemed Zêd El-Hiwêdî
26 Îyad Qesas 125 Ebdilezîz El-Xeyir 226 Mihemed Semîh El-Xetîb
27 Îsar Qesas 126 Ebdilxenî Mihemed Meclawî 227 Mihemed Seyid Risas
28 Basima Mensûr Brîk 127 Ebdilqadir El-Xeznewî 228 Mihemed Salih
29 Bedirxan Îbrahîm Ehemd 128 Ebdilqadir El-Nabilsî 229 Mihemed Ebas Bin Mehmûd
30 Besam Beselê 129 Ebdilqehar Siûd 230 Mihemed Ebdilmecîd Mencûnê
31 Besam Teysîr Erar 130 Ebdilkerîm Ehmed Şêx El-Şebab 231 Mihemed Osman Bin Elî
32 Besam Cewher 131 Ebdilkerîm El-Semil 232 Mihemed Elî El-Hac
33 Besam Taha 132 Ebdilkerîm El-Dehak 233 Mihemed Mihemed Bin Henan
34 Besam Yûnis 133 Ebdilkerîm El-Hoşa 234 Mihemed Merwan Xazî
35 Beşar Teysîr Erar 134 Ebdilkerîm Umer El-Hiwêdî 235 Mihemed Mistefa El-Cindî
36 Beşae Mihemed Emîn 135 Ebdilkerîm Îsa 236 Mihemed Mûsa Mihemed
37 Beşar Yebrûdî 136 Ebdilkerîm Kirdîyê 237 Mehmûd El-Umer
38 Beşîr El-Seidî 137 Ebdilletîf Casim El-Hiwêdî 238 Mehmûd Îsmaîl Bin Xidir
39 Bekir Sidqî 138 Ebdelah Helaq 239 Mehmûd Şêxmûs Şêxo
40 Bilal Teysîr Erar 139 Endelah Teimê 240 Mehmûd Elî El-Emo
41 Bilal Hisên Salih 140 Endelah Fadil 241 Mehmûd Kelio
42 Belîx Nûr Tehrî 141 Endelah Madî 242 Mehmûd Weqas Bin Mistefa
43 Behcet Şeibo 142 Endelah Hoşa 243 Mihyedîn Şêx Alî
44 Tehama Meirûf 143 Ebdilminim Hibêşî 244 Mixlis Şeqra
45 Teysîr Mihemed Emîn Erar 144 Ebdilhadî Hesen 245 Merwan El-Elî
46 Cad El-Kerîm El-Cibaiî 145 Osman Hac Mislim Bin Şewket 246 Merwan Hemûd El-Cedûi
47 Cemal Daban Bin Hisên 146 Ednan Behlewî 247 Merwan Hemîd Osman
48 Cuma Qoban 147 Ednan Mihemed El-Miqdad 248 Meryem Mihemed Meclawî
49 Cemîl Adenlî 148 Ednan Mekîyê 249 Mistefa El-Ehmed Bin Mihemed
50 Cihad Hedîfa 149 Erfan Teysîr Erar 250 Mistefa El-Şêx
51 Cihad Enaba 150 Îzedîn Hiso Bin Mirad 251 Mistefa Cuma Bin Ebdelah
52 Cihad Misûtî 151 Îzedîn Mihemed Hisên 252 Mistefa Hemdî Bin Mihemed
53 Cihad Nesra 152 Ezîz Tibsî 253 Mistefa Rustem
54 Ciwan Şemsedîn Mela Îbrahîm 153 Ezîza Mihemed Meclawî 254 Miseb El-Nebhan
55 Corc El-Sebi 154 Elî El-Cehmanî 255 Muaz Mihemed Nebîh El-Xetîb
56 Corc Etaela Sebra 155 Elî El-Xetîb 256 Meirûf Mela Mihemed
57 Hesen Elnîfî 156 Elî El-Şihabî 257 Meisûm Ebdî Bin Bilal
58 Hesen Îbrahîm Salih 157 Elî El-Sarim 258 Mufîd Deyûb
59 Hesen Zîb Heco 158 Elî El-Elî Bin Şewket 259 Mekîn Hesen
60 Hesen Zêno 159 Elî El-Werad 260 Menar Qesas
61 Hesen Selîm Colaq 160 Elî Bakîr 261 Menal Teysîr Erar
62 Hesen Ebdilezîm 161 Elî Berekat 262 Muna Îsmaîl Erar
63 Hesen Umer Hiwêdî 162 Elî Hisêno 263 Munîr Şeibo
64 Hesen Sebranî 163 Elî Rehmûn 264 Muhened Mihyedîn Betih
65 Henan Ebdo Menan 164 Elî Şêx Osman Bin Mihemed 265 Muwefeq Zekî Hilale
66 Derwîş Mihcim El-Hiwêdî 165 Elî Sebir Derwîş 266 Mewlûd Mehfûd
67 Drêd Xelyûn 166 Elî Mefûd 267 Mîxaêl Esaf Seid
68 Ratib Şeibo 167 Elî Mihmûd Bin Şêx Xidir 268 Nasih El-Hayik
69 Raşid El-Setûf 168 Elî Mihyedîn Hesen 269 Nasir Deyûb
70 Raxida Esaf 169 Îmad Xetab 270 Nezîr Hezîfa
71 Ramiz Îdrîs 170 Îmad Zeiter 271 Nizar Merdanî
72 Raya Qesas 171 Umer Hinêş 272 Nesir Seîd
73 Reca El-Nasir 172 Îsa Îbrahîm Hiso 273 Nezîr Hena El-Sêfî
74 Reşîda Herba 173 Xesan El-Necar 274 Numan Ebdo
75 Ridwan El-Ridwan 174 Xesan Mihemed Salih Osman 275 Newaf El-Beşîr
76 Ridwan Sîdo 175 Xeyas Îyûn El-Sûd 276 Newaf Reşîd
77 Rena Qesas 176 Fuad Elîko 277 Newres El-Qetrîb
78 Roz Qesas 177 Fayiq El-Mîr 278 Haşim Seîd
79 Rîyad El-Turk 178 Fayiq Hiwêca 279 Hayil Fetûm
80 Zerdeşt Mihemed 179 Fatih Camûs 280 Hutaf Qesas
81 Zehra Mihemed Meclawî 180 Faris Xelîl Iniz 281 Hemdan Meqsûd
82 Zîyad El-Fîl 181 Faris Mirad 282 Heysem El-Qetrîb
83 Zîyad Selîm Colaq 182 Fadil Mehfûd 283 Wecîh Zêdan
84 Zeyneb Mihemed Meclawî 183 Fatima Mihemed Meclawî 284 Wesîm Teysîr Erar
85 Samî Cuma Bin Mihemed 184 Fethî Mehmûd Bin Şêx Xidir 285 Wedah El-Cindî
86 Secîi El-Telî 185 Firas Yûnis 286 Weten Qesas
87 Seher Îsmaîl Tirûdî 186 Ferhan Nêrebîyê 287 Yasir Milhim
88 Seîd El-Sarim 187 Ferhad Mihyedîn Mihemed Elî 288 Yaqûb Mihemed Bin Henan
89 Silêman El-Şemer 188 Ferîd Îdrîs 289 Yûsiv El-Cindî
90 Silêman Meqsûd 189 Fadil El-Seqal 290 Yûsif El-Seyasinê
91 Silêman Yûsiv 190 Fehmî Kerîm 291 Yûsiv Serkîs
92 Semîh Elûş 191 Fehmî Yûsiv 292 Yûşei El-Xetîb
93 Semîr Ehmed El-Mesrî 192 Fewaz El-Hayis 293 Yûnis Silêman Zirêqî
94 Semîr Adem Rehal 193 Fewaz Salim Elsîsane
95 Semîr Neşar 194 Fewzî Hemada
96 Semîra Xelîl 195 Fewzî Xezawî
97 Suhêl El-Dexîl 196 Feysel Helaq
98 Şihab Besîm El-Mihemed 197 Feysel Xelîl Bin Hisên
99 Şewket Mihemed Bin Mislim 198 Feysel Derwîş El-Hiwêdî
199 Feysel Ebdilkerîm Yûsiv
200 Feysel Elûş
  1. Seferbendên ji ber çalakîyên mafnasîyê (hejmar 101):
1 Îbrahîm Zoro 35 Rûfind El-Yûsif 68 Fewaz Tillo
2 Îbrahîm Welî Îsa 36 Zeyneb Nitfecî 69 Kemal Şêxo
3 Ejmed Xazim 37 Salar Osê 70 Luey Hisên
4 Ehmed Fayiz El-Fewaz 38 Seid Circis 71 Lava Xalid
5 Ehmed Mencûnê 39 Selman Xelîl Ebdilezîz 72 Mazin Derwîş
6 Usama Qiryo 40 Selwa Zekzek 73 Mecdolîn Hesen
7 Eksem Neîsê 41 Selîm Xêr Beg 74 Mihemed El-Behir
8 Enes Kendo 42 Silêman Îsmaîl 75 Mihemed Bedîi Dek El-Bab
9 Besam El-Qadî 43 Semer El-Lebwanî 76 Mihemed Reidûn
10 Besam Seîd Îshaq 44 Semîr El-Şehif 77 Mihemed Şerîf
11 Besam Sefer 45 Suhêr El-Etasî 78 Mihemed Qedûra
12 Behaa El-Dîn El-Rekad 46 Sewsen Arslan 79 Mihemed Meles
13 Sabit Mirad 47 Sîyamend Mîrzo 80 Mehmûd El-Eryan
14 Cemal Mizhir 48 Sîrîn Xorî 81 Mehmûd Meriî
15 Cemîla Sadiq 49 Teyib Tîzînî 82 Mehmûd Necar
16 Ciwan Yûsiv 50 Arid Delîla 83 Mihyedîn Îso
17 Hazim Nehar 51 Asim Qubtan 84 Mezin Mirşid
18 Hebîb Salih 52 Ubada El-Helwanî 85 Mesûd Iko
19 Hebîb Îsa 53 Ebas Ebas Bin Namî 86 Mistefa Hayid
20 Hesan Eyo 54 Ebdilkerîm El-Rîhawî 87 Mistefa Xidir Oso
21 Hesan Ebas 55 Ebdilkerîm Diûn 88 Meien Ebdilselam
22 Hesen Qasim 56 Ebdelah Xelîl 89 Melak Seyid Mehmûd
23 Hesen Kamil 57 Ula Remedan 90 Muhened El-Husnî
24 Hesen Mişo 58 Elaa Mihyedîn 91 Muhened Ebdilrehman
25 Hesîba Ebdilrehman 59 Elaa El-Dîn Beyasê 92 Nahid Bedewîyê
26 Hisên El-Ûdat 60 Elî El-Berazî 93 Nebîl Tûma
27 Xalid Simêsim 61 Emar Qurebî 94 Necatî Teyara
28 Xidir Ebdilkerîm 62 Emar Musari 95 Necîb Didim
29 Xelîl Meitûq 63 Umer Qedûr 96 Neqûla Xenûm
30 Deid Mûsa 64 Xazî Qedûr 97 Neyazî Ehmed Farûq Hebeş
31 Rasim Seyid El-Etasî 65 Xalib Amir 98 Hervîn Osê
32 Ramî Rixamîyê 66 Fuad Îlîya 99 Hind Kemal El-Lebwanî
33 Redîf Mistefa 67 Ferîd Deyûb 100 Heysem El-Malih
34 Rezan Zeytûna 101 Yasîn El-Hac Salih
  1. Kesên li derve rûniştine lê ketine lîsteya seferbendîyê (hejmar 11):
1 Îbrahîm El-Yûsiv 5 Ebdilbaqî Salih Yûsiv 8 Mihemed Elî El-Ebdelah
2 Eymen Ebdilnûr 6 Ebdilrezaq Îd 9 Mirad El-Xeznewî
3 Xêredîn Mihemed Mirad 7 Efîf Mizhir 10 Nasir El-Xezalî
4 11 Nidal Derwîş
  1. Girtîyên ku derketina derveyê Sûrîyeyê li wan qedexe ye (hejmar 9):
1 Ekrem El-Bunî 4 Rîyad Sêf 7 Mişel El-Temo
2 Enwer El-Bunî 5 Elî El-Ebdelah 8 Mîşêl Kîlo
3 Cebir El-Şofî 6 Mehmûd Îsa 9 Welîd El-Bunî

  1. Hejmara seferbendan li gor deveran:
Quneytira 1
Filistînî 3
Dêra Zorê 6
Deria 7
Gundewarê Şamê 7
Siwêda 9
Reqa 10
Tertûs 11
Hema 12
Idlib 16
Himis 22
Heleb 31
Selemîye 34
Şam 36
Laziqîye 48
Hisiça 49
Nedestnîşankirî 112

 

    1.  
  1. Rêjeya seferbendan li gor zayendê:
Seferbendên mêr 376
Seferbendên jin 38

 

  1. Rêjeya seferbendan li gor kar:
Xwendekar 5
Karmend 16
Karên pizîşkî 23
Karên qanûnî 34
Endazeyar 35
Hînker 38
Nivîskar û rojnameger 41
Karê serbest 67
Nedestnîşankirî 155
    1.  
  1. Hejmara seferbendan li gor endamtîya rêxistinên mafnas (hejmar 75):
Rêxistinên ku pergala vekirî ya endamtîyê dimeşînin
Kombenda Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan 1
Rêxistina Kurdî ya Bergirîya Mafên Mirovan û Azadîyên Giştî Li Sûrîyeyê 2
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûrîyeyê-Maf 2
Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan 5
Komeleya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê 6
Rêxistina Niştimanî ya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê 7
Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê 8
Rêxistina Sûrîyeyê ya Mafên Mirovan “Sewasîye” 9
Komîteyên Bergirîya Azadîyên Demokratîk û Mafên Mirovan 24
Rêxistinên ku pergala girtî ya endamtîyê dimeşînin
Navenda Dîmeşqê ya Lêkolînên Teorîk û Mafên Şarwer 3
Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê 4
Navenda Dîmeşqê ya Lêkolînên Mafên Mirovan 4

 

Nîşe:

Li jêr bikaranîna bêserûber a Qanûna Awarte ya ji sala 1963yan, kêmlebatîya dadgerîya Sûrîyeyê di pêkanîna erkên xwe yên makeqanûnî di warê parastina azadîyên giştî û kesane de, zehmetîya peyitandina hebûna van hişyarînameyên ewlekarîyê yên seferbendîyê berî serîlêdana dadgeha dadgerîya îdarî ya ji bo pêşkêşkirina rawestandin an rakirina van hişyarînameyan û her wisa ji ber bikaranîna hêsan a sizaya seferbendîyê wekî rêbazeke sîstematîk a neguherbar, dezgehên ewlekarîyê di tengezarkirina civaka şarwer a Sûrîyeyê û bergirên mafên mirovan de bi ser ket ku hin bergirên mafên mirovan ên seferbend ên  ku hema destûra derketina ji Sûrîyeyê careke tenê ji dezgehên ewlekarîyê bi dest xist, daxwaznameya penaberîya sîyasî pêşkêşî dûgeleke Ewropayê kir an çû li dûgeleke Erebî bi cî bû û kar kir û êdî di betlaneyên salê de jî nema serî li Sûrîyeyê dida, ev jî da ku azadîya xwe ya tevgerînê winda neke; ew azadîya ku dikare wî ber bi her alîyê cîhanê ve bibe, helbet ji bilî alîyê welatê wî-Sûrîye.

Çavkanîyê Lêkolînê:

  1. Hurîyet El-Ferd (Azadîya Kesan), Javier Squeed.
  2. Danezana Monterreyê.

3, ICCPR Peymana Navneteweyî ya Mafên Şarwer û Raamyarî di Kanûna Pêşîn a sala 1966an de hate pesendkirin, di 1967an de kete dewra cîbicîkirinê û di sala 1987an de komîteyeke wê ya taybet hate damezirandin.

  1. Şiroveya Giştî ya 27an, Azadîya Tevgerînê-Rûniştina 67-1999an.
  2. Li Sûrîyeyê, Qedexeya Derketina Ji Welat Xwe Digihîne Mirîyan Jî, Mazin Derwîş.
  3. Rêxistina Lêbihurînê ya Navneteweyî.
  4. Xeta Pêşîn – Sazîya Navneteweyî ya Parastina Bergirên Mafên Mirovan.
  5. Fêrî Rêzgirtina Kesê Din Bibe, Jana Ondrackova.
  6. Navenda Behrênê ya Mafên Mirovan

* Lîsteyên seferbendên Sûrîyeyê bi hevkarîya desteyên mafnas ên jêrîn hatine piştrastkirin:

Komîteya Erebî ya Mafên Mirovan
Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê
Çavdêrgeha Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
Rêxistina Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan (Sewasîye)
Rêxsitina Erebî ya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê
Rêxistina Kurdî ya Bergirîya Mafên Mirovan û Azadîyên Giştî Li Sûrîyeyê
Rêxistina Niştimanî ya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê
Komîteyên Bergirîya Azadîyên Demokratîk û Mafên Mirovan Li Sûrîyeyê
Navenda Dîmeşqê ya Lêkolînên Mafên Mirovan
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûrîyeyê-Maf