Xelata Rojnamegerîya Erebî Derîyê Berbijarîyê vedike

Dîroka dawî: 26/12/2017

Rojnamevan dikarin li Dubeyê beşdarî vê pêşbirkê bibin.

Xelata Rojnamegerîya Erebî di gera xwe ya 16an de derî li pêş rojnamevanên li welatên Ereban vedike da ku daxwaznameyên xwe di nav 16 beşan de pêşkêş bikin ku ev beş warên behreya rojnamevanî yên cûrbicûr li xwe digire.

Rojnamevanên Ereb ên ku karên wan di 2016an de hatiye belavkirin  dikarin karê xwe pêşkêş bikin da ku xelateke rojnamegerîya Erebî di beşekî ji van beşan de werbigirin: xelata rojnamegerîya pirsyarkirinê, xelata rojnamegerîya zîrek, xelata rojnamegerîya werzîşê, xelata rojnamegerîya aborî, xelata hevpeyvîna rojnamegerî, xelata rojnamegerîya Erebî ya ciwanan, xelata rojnamegerîya siyasî, xelata rojnamegerîya karîketoran, xelata rojnamegerîya çandî, xelata wêneya rojnamegerî, xelata rojnamegerîya pisporîyê û xelata rojnamegerîya mirovahîyê û her du xelatên Kolumn û kesayetîya sale dê bi biryara encumena birêveberîya Xelata Rojnamegerîya Erebî werin dayîn.

Divabe deqa rojnamevanîyê a pêşkêşkirî di kovar an rojnameyeke Erebî ya çapkirî an ya îlektronî de ya rojane, heftane an mehane hetibe belavkirin ku li dewleteke ewebî an gelekan de hatibe çêkirin an belavkirin di sala 2016an de.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 26ê berfanbara 2017an.

Bo naskirina hûrgilîyan li vê derê bixe.