Wêbnar bo saxlemîya rojnamegerên jin

Xelekeke xwendinê bi rêya înternêtê der barê saxlemîya rojnamevanan de di adara 2014an de, dezgeha navdewletî ya ragihandina jinan bi alîkarîya înstitûya navdewletî a saxlemîya nûçeyî raporeek der barê tundî û destdirêjîya li ser jinê de di torên ragihandinê yên nûçeyî de li seranserî cîhanê derxist.

Rapora ku ji bersivên derdora 1000 rojnamevanên jin ji hemû alîyên cîhanê pêk tê, bi hurbîn behsa jîngeha karên jinên ku nîvê wan rastî destdirêjîya zayendî hatine dike her weha çariyek ji  van jinên ku vepirsîn behsa wan dike rastî tundîya laşî hatine, 15% ji wan jî rastî tundîya zayendî hatine li gel gef û tirsandina ku jîyana du ji her sê rojnamevanên jin ên ku bersiv dane dinimîne.

Gelo lixwegrtina Encumena Mafên Mirovan a NYyê bo biryarekê der barê saxlemîya rojnamevanan û belgenameyên dezgeha navdewletî a ragihandina jinan der barê tiştê ku rastî wî tên , dê bi bandor be li ser saxlemîya wan? Yan jî dwestdirêjîya zayendî, tirsandin û tundî hîn jî beşekî kar in?

Gelo jingeha nebawerîya bi dezgehên ragihandinê xwedî bandor e li ser saxlemîya rojnamevanên jin û/an tedbîrên ku ev rojnamevan distînin?

Komîteyeke pisporan ku ji birêvebera cîbicîkar ê Dezgeha Navdewletî a Ragihandina Jinan Elisa Les Monos û hin jinên ku xelata mêrxasîya rojnamegerî dê bi rêya rûniştinekê li ser înternêtê beşdar bin û ev rûniştin dê ji alîyê Melanie Wocker; birêvebera pêşxistina navgînên ragihandinê û seroka programê Jin di Nûçeyan de di Komeleya Cîhanî ya Rojname û Belavkerên Nûçeyan de.

Programa cîhanî ya fêrkirina bo geşepêdanê bi hevkarîya Dezgeha Navdewletî ya Ragihandina Jinan Komeleya Cîhanî ya Rojname û Belavkerên Nûçeyan û bi alîkarîya peredayîna pêşkêşkirî ji alîyê sindoqa niştîmanî a demokrasîyê pêşwazîyê li mêvanan dike.

Ji kerema we re, di 18ê berfanbarê de saet 16:00 bi dema Ewropaya Navîn tev li me bibe da hun bêhtir der barê vê mijarê de nas bikin. Di vir re beşdar bibe.