Vexwindineke vekirî : çîrokine Sûrîyeyî “Hekaya Sûrîye” – Programeke rahênanê der barê çêkirina fîlman de

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 28ê hizêrana 2017an

Vexwendineke vekirî bo kesên Sûrîyeyî û Sûrîyeyî Filestînî yên ciwan û fîlman çêdikin da ku tev li programê “Hekaya Sûrîye” yê rahênanê bibin. Program bi hevkarîya li gel Encumena Birîtanî ya çandî û înstetûya Skotlanî ya belgefîlman û dezgeha Bîdayat ya hunerên dîtî û bihîstî.

Encumena Birîtanî ya çandî û înstetûya Skotlanî ya belgefîlman û dezgeha Bîdayat ya hunerên dîtî û bihîstî, berfirehkirina çarçoveya programa “Hekaya Sûrîye” ku Tirkîyeyê jî nuha li xwe digire, radighîne. Ev program bo rahênanê ye û berê xwe dide ciwanên Sîûrîyeyî û Sûrîyeyî Filestînî yên ku belgefîlmên girêdayî dozen civaka xwe çêdikin.

Workshop dê di nîvê tîrmeha 2017an de dest pê bike û 13 rojan berdewam bike, her weha dê piştgirîyê bide 14-16 ciwanên ku fîlman çêdikin yên Sîûrîyeyî û Sûrîyeyî Filestînî yên ku li Stenbolê û herêmên li dorê dijîn, da ku karên wan bi pêş bikeve û projeyên xwe yên hunerî pilan bikin û bi cih bînin her weha dê alîkarî bi wan re bê kirin ku ew xwe bigihînin cemawerên navxweyî û navdewletî.

Workshop dê beşdaran di van waran de bi pêş bixe:

  • Têgihaştina wan ji belgefîlmên ku dikarin bi rêya wan bigihên festîvalên navdewletî.
  • Pêşxistina ramana ku kurtefîlm li ser wan tên avakirin.
  • Karê li ser asoyên dramî û hestyar yên kesayetan her weha deng û wêne.
  • Afirandina belgefîlmekî hevbeş ku dirêjahîya wî ji 3 ta 5 xulekan e.

Gelek simîner û rûniştinên şêwirmendîyê yên ku bi rêya pisporan tên birêvebirin, di vê workshopê de hene. Kesên beşdar dê di nav grûpên ji 4 kesan de (derhêner, wênekêş, endezyarê dengê û berpirsê montacê) kar bikin, da ku belgefîlmekî kurt, ji 3 ta 5 xulekan biafirînin. Divabe her fîlmek alîyekî balkêş ji nasnameya jîngeha ku kesên beşdar tê de dijîn diyar bike, çi bi rêya çîrokeke xweyî be an bi rêya çîroka kesayeteke sereke be.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 28ê hizêrana 2017an

Dever: Stenbol, Tirkîye.

Bo naskirina hin agahîyên din der barê workshopê û programa rahênanê, li vê derê bixe. û li vê derê bixe