Vexwendineke vekirî bo pêşkêşkirina jig era pêncem a programê Ebhas (lêkolîn)

Dezgeha îtîcahatê-çandeke serbixwe, gera xwe ya pêncem ji programê Ebhasê dest pê dike: bo kûrkirina çanda naskirinê, ew jî programeke avakirin û vekirina derfetê ye bo 15 ciwanên lêkolîner ji Sûrîyeyî û Filestînîyên Sûrîyeyî –yên ku akadîmîya xwe an hin karên xwe li Sûrîyeyê bi dawî kiribe- yên ku temenên wan di nav 22 û 40 salî de ye, di warê lêkolîn û xwendinên çandî de.

Armanca programê bilindkirina jêhatinên lêkolîneran e her weha peydakirina derfetê bo wan da ku projeyeke lêkolînê ku giranîyê dide mijarên vê qonaxê çêbikin (dibe ku lêkolîna wan a pêşîn ji derveyî çarçoveya xwendina akadîmî be) bi serperştîyeke yekser ji alîyê lêkolînerên pispor ên ku di warê çandî de kar dikin û bi xwe ji komîteya zanistî ya projeyê ne.

Bi rêya pîvanên bijartina lêkolîneran, program giran2yê dide mijarên îroyîn di lêkolîna çandî de ku girêdayî rewşa Sûrîyeyê ya îroyîn in li gel şopandina guhertinên diyar di helwestên rewşenbîr û hunermendên Sûrîyeyî ku di encamê de guhertineke pêşbînîkirî di rola çand û hunerê de li Sûrîyeyê di qonaxa bê de çêdibe. Di vê perwerdeyê de program danên lêkolînan û nirxên wan ê madî zêde dike.

Em çi ji lêkolînerên pejirandî re pêşkêş dikin?

  • Programeke avakirina jêhatinên lêkolîn û êdîtekirinê di dirêjahîya dema projeyê de.
  • Serkarekî pispor di warê mijarên lêkolînê de da ku bi lêkolîner re be di karê wî yê şeş mehan de.
  • Daneke darayî nirxê wê 2000 US$ e
  • Danek bo kirîna jêderan nirxê wê 200US$ e.
  • Beşdarîya di hevdîtinên zanistî yên vekirî de li gel cemaweran û bi hevkarîya giringtirîn zanîngeha li herêmê.
  • Belavkirina lêkolînên herî baş.

Dîroka dawî ya pêşwazîya daxwaznameyan 27ê tebaxa 2017an.

Bo naskirina mercên beşdarîyê ş çarçoveya programê ya zanistî û bo daxistina kaxeza pêşkêşkirina daxwaznameyê, li vê derê bixe.