Sendoqa Niştîmanî ya Demokrasîyê danan pêşkêşî projeyên ragihandinê dike

Dîroka dawî: 22/12/2017

Dezgehên ragihandinê yên serbixwe, kom û komeleyên sivîl dikarin daxwaznameyên xwe ji bo wergirtina vê danê bişînin.

Sindoqa Niştîmanî ya Demokrasîyê (NED) pêşwazîyê li pêşniyarên projeyan ên ku armancên demokrasîyê û rola dezgehên democrat diçesipînin, dike.

Sendoq piştgirîya daxwaznameyên rêxistinên li jîngehên cûrbicûr dike ji nav wan demokrasîyên nûçêbûyê û dewletên desthilatdarîyê her weha civakên ku asteke bilind a çewisandinê li wan heye û yên ku ber bi demokrasîyê ve diçin, dike.

Nirxê danê li gor mezinbûna projeyê û dewamîya wê ye lê herî kêm 12 mehan dewam dike û dan jî derdora 50,000US$ e.

Sindoq giranîyê dide pêşniyarên rêxistinên ne girêdayî partîyan û doza wê: çesipandin û parastina mafên mirovan û serwerîya qanûnê, piştgirîya azadîya agahîyan û dezgehên ragihandinê yên serbixwe û çesipandina zelalîyê.

Dîroka dawî ya şandina pêşniyaran 22ê berfanbara 2017an e.

bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.