Rêxistina Kar a Navdewletî Pêşbirkeke Koçberîya Karkeran li dar dixe

Dîroka dawî: 27/10/2017

Rojnamevan dikarin navên xwe pêşkêşî vê pêşbirkê bikin bi rêya şandina gotar an vîdyoyên xwe yên ku amade kirine.

Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO) pêşwazîyê li daxwaznameyan ji bo pêşbirka ragihandinê ya cîhanî sala 2017an der barê “şikenandina wêneya belav der barê koçberîya karkeran” dike.

Armanca vê pêşbirkê diyarkirina encamên erênî ya koçberîya karmendan e bêyî balkişandina ser alîyên neyînî(mîna keysbazîyê û binpêkirina mafên mirovan û kar), her weha balkişandina ser alîkarîya ku karmend li welatên xwe û li cihê karê xwe dikin.

Beşdarvan dikarin bi rêya nivîsaran, vîdyoyan û multîmîdyayê beşdar bibin lê nabe dirêjahîya vîdyoyê bi ser 10 xuleyan be. Karên pêşkêşkirî bi zimanên ji bilî Fransizî, Îngilîzî û Spanyolî, divabe wergera wan li gel wan hebe.

Kesê serkeftî ji her beşekî dê xelateke 1,000$ bistîne.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 27ê cotmeha 2017an e.

Bo naskirina hin hûrgilîyên din, li vê derê bixe.