ragihandina derfeteke kar: Berpirsê/a Têkiîyan

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. ji çaxa damezrandina wê di 2004an de SCM li ser berevanîya di ber kesên setemxwer ji ber nerîn û hizirên xwe, belavkirina prensîpên mafên mirovan û piştgirîya ragihandina serbixwe û bêalî dixibite  weke rêbazekî gihaştina bo cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.
SCM îroj di karê xwe de giranîyê dide bibelgekirina binpêkirinên mafên mirovan, hildana dozan bo qurbanîyan û piştgirîya civaka sivîl û ragihandinê û rojnamegerên Sûrîyayî bi rêya tîmeke xwe ku li Sûrîya, dewletên derûdorê, Ewropa û parzemîna Amerîkayê belav dibe û ji Parîsa Fransayê ve tê birêvebirin.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêdivîya xwe bi berpirsekî/e têkilîyan radigihîne ku di bipêşxistina stratîcî û planên têkilî û weşangerîyê de li gor pêdivî û armancên navendê alîkar be.

ji kerema xwe re bi rêya vê dosyaya li jêrê hûrgilîyên kar nas bike û jîyannameya xwe bişîne vê emailê “[email protected]” li jêr serenavê “berpirsê/a têkilîyan – Nav”.

 

dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan

4ê Rêbendana 2019

dîroka ragihandinê

28 berfanbara 2018

cihê kar

Ewropa

Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

Agahîyên Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

program/ beş

Siyaset, Piştgirî û Pêwendî

Navê Kar

Berpirsê/a Têkiîyan

hejmara xwestî

Yek

dirêjahîya girêdanê

Salek

berpirsyarîtî

  • avakirina stratîcî û planên têkilî û weşangeriya rêxistinê û programên wê.
  • bipêşxistina armancên têkilî û weşangeriyê yên yekser û neyekser li gel kampanî û proje û planên gihaştina bo cemawerên armancgirtî.
  • avakirina û pêşxistina kampanî û planên weşangerî û têkiliyê û birêvebirina bicihanîna wan.
  • alîkarîya di bipêşxistina berhemên têkilî û weşangerîyê; weke nivîs, nivîsar û belavokên multîmedyayê.
  • birêvebirina pêvajoya weşanê û bicihanîna planên têkilîyê û pêşkêşkirina raporan.
  • birêvebirina karê tîma têkiliyan bi rêya birêvebirina dosyayên şopandin û belgekirinê û nirxandinê.
  • birêvebirin û nûkirina lîsteya têkiliyên li gel rojnameger û rêxistinên sivîl.
  • avakirin û pêşxistina tora têkilîyan ya rêxistinê û jihev-venêzîkirina mekanîzmeya weşangerîyê.
  • pêşkêşkirina raporên nirxandinê yên mehane.

.

Jêhatin

  • pisporîya di warê programên kompîtur û enternetê de.
  • ziman: erebî û ingilîzî.
  • zimanê kurdî (Weke faktoreke jêhatîbûnê).
  • zimanên fransizî û almanî (Faktorên jêhatîbûnê ne).
  • xwendin; Ragihandin û peywendî, propogandaya elektironîk, ragihandina elektronîl, rojnamegerî.
  • pisporî: Peywendî, ragihandin û rêxistinên sivîl.
  • pisporiya du salan di van waran de yan jî warên peywendîdar.
  • jêhatîbûna di birêvebirina malperan platformên elektironîk li gel bipêşxistina navarokê û birêvebirina weşanê.
  • zanabûneke kûr bi rewşa Sûriyayî bi taybet û herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi giştî
  • Derfetên mezin di warê peywendiyan de.
  • xwedî mekanîzmeya bipêşxistina mijaran û ahangdar be.
  • xwedî kesayetek xurt be û kar bigire ser milê xwe û di heman demê de gelek erkan bicih bîne.
  • di warê çûn û hatina di nav welatan de xwedî derfet be.
  • xwedî zanabûneke berfireh be di warê Sûriyayê de û bi taybet jî di aliyê şerê li herêmê de.
  • di nav tîmekê de kar bike û karibe bi tena xwe di rewşên zehmet û astengdar de kar bike..
Çawanîya pêşkêşkirinê

  • Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin.
  • Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse.
  • Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe
  • Daxwaznameya xwe bişîne [email protected]  û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (Berpirsê/a Têkilîyan  PAC) binivîs, bilî li cihê cîhê rûniştvanê.
  • Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin.
  • di ezmûneke nivîskî re derbas bibe, ku di nava wê de du nivîsên belavkirî, herî kêm bi du zimanan li xwe digire,bi  derbaskirina wê ezmûnê re derbasî asta hevpeyvîna devkî dibe.