Ragihandina Derfeta Karekî

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: dawîya roja înê 23yê mijdara 2018an

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

Navenda SCMê di bibelgekirina binpêkirinan, piştgirîya civaka sivîl û piştgirîya ragihandinê û rojnamegerên Sûrîyayî dike, bi rêya tîmeke kar ku li Sûrîyayên, dewletên derûdorê, Ewropa û Amerîka belvkirî ye û ji navenda xwe ya li Parîsa Fransayê bi rê ve dibe.

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê pêdivîya xwe bi birêveberê programê bibelgekirinê radigihîne ku serpereştî û şopandina çalakîyên bibelgekirina binpêkirinan dike li gor pêdivî û armancên navendê, divabe kesê ku navê xwe pêşkêş bike 4 salan di bibelgekirina binpêkirinan de kar kiribe û axêverê  her du zimanên Erebî û Îngilîzî li gel dîplomayeke zanîngehê.

Ji kerema xwe re li hûrgilîyên kar û jêhatinên xwestî binêre û CVya xwe bişîne emailê [email protected] li jêr serenavê (Birêveberê Porgramê Bilbelgekirinê – Navê pêşkêşker).

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan

Piştî 15 rojan ji ragihandina kar

Dîroka ragihandinê

9ê mijdara 2018an

Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM)

Agahîyên Karsaz

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

Beş

Program

Navê kar

Birêveberê/a programê bibelgekirinê

Hejmara xwestî

yek

Dirêjahîya girêdanê

Sê meh li gel egera dirêjkirina demê

Berpirsyarîtî

●  Çêkirina pilaneke redektekirina agahîyên  navenda bibelgekirina binpêkirinan/ programê bibelgekirinê

●  Birêvebirina pêvajoya bipêşxistina  rêbazê bibelgekirinê li gor armanc û pêdivîyên beçavgirtî ji hêla navendê ve her weha bi rêya bi rêya mîkanîzmayên karê yekser li gel kesan bo bicihanîna vî rêbazî.

●  Birêvebirina proseya çêkirina pilanên teknîkî yên pêwîst bo bicihanîna rêbaz.

●  Bicihanîna planên rêbaz û mîkanîzmayên teknîkî û dîtina rêyên sereke li gor wan pilanan û di demeke destnîşankirî de.

●  Çavdêrî û nirxandina berdewam bo kar di çarçoveya rêbazê destnîşankirî li gor siyaseta navendê û dayîna agahîyan der barê wê de.

●  Berpirsyarîtîya yekser di ber platformên elektronî yên girêdayî programê de li gor siyaset û agahdarîyê beşê navendê yê teknîkî

●  Birêvebirin û çavdêrîya tîma kar û pêşkêşkirina rapor û qewîtîyan li gor çavdêrîyê.

●  Hevrêzkirina çalak li gel program û beşên din bi rêya danûstendinan û hevrêzîya li gel birêveberê yekser.

●  Bipêşxistina tora jêderên agahîyên programê bi awayekî berdewam.

●  Alîkarîya di bipêşxistina projeyan û daxwazên dan û peredayînê de li gor rêbaz û armancên navendê yên giştî û bi hevrêzîya li gel birêveberê yekse.

●  Birêbebirina pabendîyê girêdanan mîna danên îmzekirî an xizmetê ku ji hêla birêveberê yekser ji bo programê hatine pêşkêşkirin.

●  Birêvebirina karûbarên têkilîdanîna li gel alîyên derve yên ku bi mijarên bibelgekirinê ve pêwendîdar e û stendina biryaran der barê mijarê de li gel hevrêzîya  bi birêverberê yekser re.

●  Niwênerkirina  programê û navendê bi giştî di nava bûyer û çalakîyên pêwendîdar de li gel hevrêzîya bi birêveberê yekser re.

●  Bipêşxistina pilanên demkurt û demdirêj bo programê û çalakîyên wê û çavdêrîya vê bipêşketinê û teqezîya ji pabendîyê li gel nirxandina kar.

●  Bibelgekirin û danheva  agahî, belege û daxuyanîyên pêwendîdar li gor pêdivîyên programê yên destnîşankirî her weha bi hevsengîya li gel siyasetên ewlehîya dijîtalî ya navendê.

●  Birêvebirin û/an lidarxistina civîn / çalakîyan bi awayekî berdewam li gel endaman û alîyên taybet ji bo piştgirî û bipêşxistina têkilîyên erênî.

●  Hevrêzkarîya li gel hevkar, ragihêner û kesên din ên pêwendîdar ji bo şîrovekirin û belavkirina programê û çalakîyên wê.

●  Pabendîya  bi pîvanên pîşe yên ku behsa wan di system, protokol û qanûnên pêwendîdar de hatiye kirin.

●  Peydakirina jîngeheke ewle û pabendîya bi gavên ewlehî, rêgez û bendan.

●  Parastina taybetmendîya qezencgiran di hemû rewşan de û bi rêya hemû belge û agahîyan.

●  Biparvekirina agahîyan û pêşkêşkirina qewîtîyan bo endamên tîmê her weha perwerdekirina û serpereştîya ser endamên nû.

●  Hevkarîya birêvebirina hevdîtin û çalakîyên hundirîn bo programan û pêşkêşkirina raporan;

●  Nivîsandin û pêşkêşkirina raporên mehane der barê kar û rewşê de li gor siyasetên raporê yên lixwegirtî di navendê de.

Çi karên din ên ku birêveberê yekser wî pê erkdar dike.

 

Jêhatin

●  Dîplomyeke zanîngehê a pêwendîdar an di asta wê de.

●  Zanîna bi Erebî û Îngilîzî , her weha zanîna bi Fransîyê zêdekirineke bi sûd e.

●  Tecrubeya 4 salan di karê bibelgekirina binpêkirinan de.

●  Tecrubeya du salan a bikaranîna alav, program û platformên elektronî yên girêdayî bibelgekirinê û mafên mirovan.

●  Pisporîya bikaranîna programên kompyûter û înternetê yên pêwîst ji bo kar.

●  Zanîneke akadîmî di warê Qanûna Navdewletî ya Mirovî û Qanûna Navdewletî ya Mafên Mirovan.

●  Valabûna û karîna rêwîtîyê.

●  Zanîneke berfireh bi rewşa Sûrîyayê bi taybet di warê alîyên di nav şer de.

●  Karibe di nava tîmekê de û tekane jî di bin fişarê de û di rewşên zehmet û astengdar de.

Çawanîya pêşkêşkirinê

●  Divabe agahîyên têkilîyê tev (telefon – Skype), karên berê li gel destnîşankirina navên alîyên ku bi wan re kar kiribû û dîplomayên akadîmî, di CVyê de hebin.

●  Navê sê kesên ku em li wan vegerin binivîse.

●  Divabe CV bi forma PDF be û navê dosyayê bi navê kesê ku navê xwe pêşkêş kiribe

●  Daxwaznameya xwe bişîne [email protected] û ji kerema xwe re di navnîşana emailê de navê kar (Birêveberê Programa Bibelgekirinê) binivîse.

●  Daxwaznameyên piştî dema destnîşankirî tên şandin, tên paşguhkirin.