Pêşwazîya daxwazîyên xelata ERÎC 2017

Dîroka dawî: 10ê mijdara 2017an

Tora Ragihênerên Ragihandineke Vepirsînê a Erebî Erîc, destpêka namzedîya bo xelata ERÎCê ya salane 2017an bi hemû beşên xwe bo rojnamevanên welatên Erebî radigihîne.

Vajî salên bûrî ku pêşbirk bo lêpirsînên di bin sîya tore de bû, Erîc dê pêşwazîyê li daxwaznameyên beşdarîyê ji 5ê cotmehê ta 10ê mijdarê bike.

Xelat dê di dawîya şahîya Erîcê ya salane ya dehem de ku îsal li Otêla Mofinbîkê li Deryaya Mirî, Urdunê di nav 1 û 3yê berfanbarê li dar dikeve, dê werin belavkirin.

Xelata Erîcê ya salane lêpirsînên herî baş ji hemû welatê Erebî armanc dike. Her weha pêşbirka Erîcê ya îsal li ser 4 beşan tê dabeşkirin: lêpirsînên nivîskî, lêpirsînên dîtbar yên dirêj (20-40 xule), lêpirsînên dîtbar (7-20 xule) û lêpirsînên multîmedyayê yên ku gelek cûreyên berhema rojnamegerî di nav xwe de dihewîne.

Merc û bend:

  • Divabe lêpirsîn rastî pirsgirêkên qanûnî neyê her weha tu xalên dijî sincên karê rojnamegerî tê de nebin.
  • Nabe lêpirsînên salên berê di ya 2017an de beşdar bin.
  • Nabe lêpirsîna nivîskî, dîtbar an ya multîmedyayê hatibe belavkirin an weşandin di nav 5ê cotmehê û 10ê mijdarê de.
  • Daxwaznameya ku kaxeza wan a pêşkêşkêşkirinê bi temamî nehatibe dagirtin nayê pejirandin.

Bo naskirina hin hûrgilîyên din, li vê derê bixe.