Perwerdeyeke bêpere bi rêya înternêtê li jêr serenavê “berevankarên mafên miovan”

Tu dikarî nuha nave xwe qeyd bike da ku tu beşdarî perwerdeya sêyem a perwerdeyên vekirî li ser înternêtê bibe ya ku Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî der barê mijarên mafên mirovan yên cûrbicûr de çêdike. Perwerde dê ji bo wergirtina agahîyên berevanîya di ber mafên mirovan de bi te re alîkar be da ku tu bikevî tevgerê de ew jî bi rêya naskirina awayên kêmkirina metirsîyan û çawanîya tevgera bo berevanîya di bar mafên mirovan de her weha bikaranîna dengê xwe da tu tev li karwana liberxwedanê bibî.

Çîrok, tekoşîn û serkeftinên kesên ku di ber mafên mirovan de li seranserî cîhanê berevanîyê dikin, nas bike.

Nuha qeyd bike

Serenavê perwerdeyê “berevankarên mafên mirovan”e, ew jî perwerdeyeke bêpere ye li ser înternêtê û ji hemû kesan re berdest e. waneyên perwerdeyê dê ji nuha ve berdest bin  û dema tu bixwazî tu dikarî tev li perwerdeyê bibî. Dirêjahîya perwerdeyê di nav 15 û 20 saetan de ye û şîreta me ji te re ew e ku tu çar hefteyan kar bike da tu karibî bi xwendekarên din re ji seranserî cîhanî kar bikî.

Perwerde dê ta 24ê rêbendana 2018an li ser înternêtê peyda be.

Kî dikare beşdar be di perwerdeyê de?

Her kes dikare beşdar be çi li dibistanê be an li zanîngehê be.

Ev perwerde bi zimanên ÎngilîzîFransizîSpanyolî û Erebî peyda ye.

Tu dê çi bidest bixî?

tu dê fêrî van tiştan bibî:

  • Çawa tu dê karê berevankarê mafên mirovan şirove bikî.
  • Metirsîyên girêdayî berevanîya di ber mafên mirovan de.
  • Çawa tu dê dengê xwe di berevanîyê di ber mafên xwe û mafên yên din de bikar bîne.
  • Çawa tu dê tev li kesên din bibe ji bo berevanîya di ber mafên mirovan de.
  • Rola Hikûmetan di parastina mafên berevankarên mafên mirovan de.

Mijarên ku ev perwerde wan li xwe digire çi ne?

  • Rewşên ku berevankarên mafên mirovan di wan de dijîn.
  • Gefên ku berevankar û malbat û hevalên wan rastî wan tên.
  • Stratîcîyên sivikkirina metirsîyan.

Nuha qeyd bike