Navenda “Dart”ê ya rojnamegerîyê workşopeke çêkirina raporan der barê zaroktîya pêşdem de çêdike

Navenda Dartê perwerdeyan der barê raporên girêdayî zaroktîya pêşdem û avabûna mejîyê zarokan de pêşkêş dike, ew jî di nav 28ê hizêranê û 1ê tîrmehê de li kolêja Kolambyayê ya rojnamegerîyê li New Yorkê. Rojnameger dikarin beşdarî workşopa çêkirina raporan li New Yorkê bibin.

Institûya ku perwerdeyê pêşkêş dike dê bale bikişîne ser pêşketoina di zanista rehan û bandora wê li ser mezinbûna zarokan de bike, li gel balkişandina ser zarokên lawaz ên ku di perîşanî û rewşeke ne tebat de dijîn. Her weha alîyên ku dê behsa siyasetên niştîmanî û navdewletî di warê tendirustî, perwerdeyî û alîyên pêwendîdar de pêşkêş bikin dê di heman demê de pêşketina ziman a pêşdem, bandorên westanê li ser avabûna mejî a pêşdem û nimûneyên serkeftî her weha bandora teknolociyayê pêşkêş bikin.

Rojnamegerên beşdar dê fêrî çawanîya veguhestina van dozan bo çîrokeke xwedî wate an gotareke xwedî armanc bibin.

Înstitûya cîhanî ya amadekirina raporan dê 25 rojnamegeran ji bo beşdarîyê hilbijêre her weha navenda Dartê dê nirxên hatûçûnê li gel warinê û çûn û hatina hundirîn li xwe bigire.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 9ê nîsanê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din li vê derê bixe.