Konfransa Guherîna Seqayê hevpişkîyê bo rojnamegeran pêşkêş dike

Rojnamegerên profêsyonal dikarin navên xwe pêşkêşî hevpişkîya şopandina  konfransê bikin.

Hevkarîya Rojnamegerî ya Guherîna Seqayê bi rêveberîya Tora Rojnamegerên Xakê û Dezgeha Stanlyê, programa hevpêşkîyê yê ku dê rojnamegeran bişîne konfranseke guherîna seqayê li San Franciscoyê û konfransa 24an a NYyê li Polandê.

Ev hevpêşkî dê derfeta şopandina konfransê bo 20 rojnamegeran peyda bike li gel derfeta karê li gel rojnamegerên profêsyonal ji seranserî cîhanê. Ji bilî naskirina bandora cîhanî li ser guherîna seqayî.

Hevkarî nirxên hatûçûnê, xwarin, bicihbûn û rêdana karê rojnamegerî di konfransa NYyê ya ku guhdanê bi guherîna seqayê dike, li xwe digire.

Divabe kesên ku navên xwe pêşkêş dikin xwedî daxwaz bin di warê çêkirina raporên li ser jîngehê de her weha zanebûna wan di îngilîzîyê de hebe.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 29ê nîsanê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.