Karmend/ Berpirsê Piştgirî û Pêwendîyê – Stenbol-Turkîye “Derfeteke Rahênaneke Hundirîn”

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 31 – 7 – 2017

Rêxistina “Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê” dixwaze karmend/berpirsekî bo karê piştgirî û pêwendîyê di ofîsa xwe ya sereke de li Stenbola Turkîyeyê erkdar bike. Ev rahênan hundirîn  derfeteke giring e bo namzedên ku li dozen mafên mirovan li Rojhilata Navîn miqate ne taybet li Sûrîyeyê her weha derfetek e bo kesên ku li tecrûbeye pratîk pratîk di warê dadmendîya veguhêz û lêpirsînê de digerin. Ev derfet rê dide namzedan ku zanîna xwe bi binpêkirinên mafên mirovan û rewşa erdnîgarî û siyasî li Sûrîyeyê bi pêş bixe. Kesê namzed dê li ser karê bibelgekirinê yê danheva delîlên tawanên cengê û tawanên dijî mirovahîyê li Sûrîyeyê were rahênankirin.

Karê pêşkêşkirî bê mûçe ye lê rêxistin xwarina namzedan û hatûçûna wan di hundirê Stenbolê tenê de li xwe digire. Di hin rewşên taybet de, rêxistina Sûrîyeyîyên bo Rastî û Dadmendîyê dikare rê bide namzed ku ji male (bi rêya înternêtê) kar bike.

Namzed jîyannameya xwe û nameya sedem û encamên pêşkêşkirina ji vî karî re (berî 31ê tîrmeha 2017an ) bi rêya vê emailê dişînin [email protected].

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 31 – 7 – 2017

Bo naskirina hin hûrgilîyên din, serî bide rûpela derfeta rahênanê ya taybet.