Hin Dan ji bo Rojnamevanên Ereb Pêşwazîya Daxwaznameyan dikin

Dîoka dawî 3/11/2017

Rojnamevan û çalakvanên Ereb ên ku di karê xwe de şewqê diavêjin ser civakên Erebî dikarin navên xwe pêşkêşî vê programê bikin.

Encumena Erebî ya Zanistên Civakî qonaxa pêşîn a program danên girêdayî ciwanan û newekhevîya cih ragihand.

Program derfeteke armanca wê piştgirîya Ereban di 4 çalakîyan de ye: kongir, perwerde, projeyên piçûk û workşop.

Ev program bi rêya danên ku encumena Erebî ya Zanistên Civakî wergirtiye tê meşandin ew jî ji Dezgeha Fordê, Ajansa Siwêdî ya Geşepêdana Navdewletî (SIDA) û Navênda Lêkolînên Geşepêdanê ya Navdewletî. Her weha danên piçûk ku nirxê wan digihê 4,000$ pêşkêşî lêkolîner û çalakvanên li herêma Erebî dike yên ku karê wan girêdayî civakên Erebî ye. Armanca danê pêşkêşkirina piştgirîyê ye bi awayekî nerm û di demên kurt de.

Kesên pejirandî dê danekê 4,000$ bistînin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 3yê mijdarê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.