Hevpêşikîyek li Almanyayê bo rojnamegerên siyasî ji Rojhilata Navîn

Rojnamegerên ciwan ji Rojhilata Navîn bi taybet ji Misir, Libnan, Sûrîya. Ordun û Filestînê dikarin daxwaznameyên xwe ji bo wergirtina hevpêşkîyeke peyamnêrîyê bo du mehan li Almanyayê, pêşkêş bikin.

Programên Rojnamegerên Navdewletî hevpêşikîya kar û rêwîtîyê pêşkêş dike da ku derfetan ji pênc rojnamegerên ciwan ji bo danûstendina bi dozên siyasî li Almanyayê re, peyda bike.

Hevpêşikî di mijdara 2018an de dest pê dike paşê hevkar dê di dezgehên ragihandinê yên Almanî de bo du mehan herî kêm bi cih bibin.

Nirxê hevpêşikîyê yê ku digihê 4,000EUR (4,703.12US$) beşekî mezin ji hatûçûn, xwarin û niştebûnê li xwe digire lê ji hevkaran tê xwestin ku zimanê îngilîzî baş zanibin, zanebûna bi Almanî alîkar e lê ne merc e.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 16ê hizêranê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din li vê derê bixe.