Festîvala xwendekaran a fîlman der barê dozên jinê de pêşwazîyê li daxwaznameyan dike

Dîroka dawî: 20/1/2018

Xwendekarên zanîngeh û dibistanê dikarin kurtefîlmên xwe ji bo wergirtina xelata darayî ya 5,000US$, pêşkêş bikin.

Festîvala fîlman “Bandora keçan li ser cîhanê” ya ku fakulteya Harfordê ya afrênerîya civakî û Connect Her pêşkêş dikin, festîvaleke fîlman û programên danên xwendinê ye ji bo xwendekarên dibistanê û zanîngehê di qonaxa lîsansê de.

Festival pêşwazîyê li kurtefîlmên ku çareyên pirsgirêkên cûrbicûr dibîne, dike mîna tendirustîya dayikê, destpêşxerîyên peredayînê yên piçûk, zewaca zarokan, firotina keçan û sivikkirina asta xizanîyê.

Divabe film ji 3 ta 5 xulekan be û fîlmên ji van beşan tên pêşkêşkirin: fîlmên vegotinî, belgefîlm, lêpirsînên rojnamevanî, vîdyoya muzîkê, kartûn an jî fîlmê ku bi awayê Film Collage hatibe çêkirin.

Nirxên xelatên festîvalê digihê 20,000US$.

Kesên ku dixwazin fîlmên xwe pêşkêş bikin  divabe temenê wan ne zêdeyî 25 salan be her weha divabe navên wan weke xwendekarên zanîngehê tomarkirî be an jî xwendekarên dibistana bilind bin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 20ê rêbendana 2018an e.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.