Festîvala Saint Petersburgê ya belgefîlm û kurtefîlman pêşwazîyê li daxwaznameyan dike

Festival Navdewletî ya velgefîlm, kurtefîlm û kertonan ku ji hêla wezareta çandê di Yekîtîya Rûsyayî de û Yekîtîya Fîlmçêkerên Rûs tê birêxistin, dê di nav 15 û 22ê îlonê de li Saint Petersburga Rûsyayê were lidarxistin.

Ji seranserî cîhanê, çi kesên fîlman çêdikin dikarin beşdarî festival bibin.

Festival van beşan li xwe digire: hevrikîya navdewletî ya belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên dirêj  her weha pêşbirka niştîmanî ya belgefîlman û pêşbirka navdewletî ya fîlmên tecrîbî.

Fîlmên ku dê bikevin pêşbirkê de ev in: belgefîlm (heta 120 xulekan), belgefîlmên kurt û kerton (ne bêhtirî 40 xulekan) û kurtefîlmên tecrîbî (heta 15 xulekan). Fîlmên pêşkêşkirî ku ne bi zimanê îngilîzî bin divabe werger bi wan re hebe.

Beşdarîya di pêşbirka niştîmanî û ya tecrîbî de bêpere ye. Lê ji bo pêşbirka navdewletî 7 EUR ye (8.65US$)e.

Kesê serkeftî di pêşbirka navdewletî de, dê xelata “Santor” ya zêrîn a mezin werbigire her weha 3,000US$. Her weha xelatên darayî jî hene digihên 1,000US$.

Dîeoka dawî ya pêşkêşkirinê 31ê gulanê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din ji kerema xwe re lînka li jêr kopi bike:

http://message2man.com/en/