Dezgeha “Open Society”yê pêşwazîyê li beşdarîyên di pêşangeha wêneyan de dike

Dezgeha Civaka vekirî li pêşniyarên projeyên fotografî bi rêya belgefîlman digere da ku di pêşangeha “Dîwarên dihejin 25” de pêşkêş bike. Armanca projeyê pêşwazîya li projeyên ku xwe dispêrin wêneyan e bi taybet yên ku behsa dadmendîya civakî û dozên mafên mirovan li çi herêmeke ku dezgeha Civaka Vekirî tê de çalak be.

Wênekêşên ku dozên mafên mirovan an yên dadmendîya civakî bibelge dikin, dikarin karên xwe pêşkêş bikin.

Program dixwaze karê wênekêş û gunermendên pêwendîdar pêşkêş bike ji bo berfirehkirina asta zimanê dîtbar yê wênekêşîya belgekirinê, her weha dixwaze karê kesên ku stratîcîyên dîtbar yên nû bikartînin û yên ku rêbazên vegotinê û teknîkan bikar tînin, pêşkêş bike.

Pêşangeh di 27ê îlonê de li New Yorkê tê lidarxistin. Dezgeh dê nirxên çapkirin û perwazkirina wêneyan li xwe bigire her weha nirxên hatûçûn û niştebûnê ji bo kesên beşdar di vekirin û pêşangehê de.

Kesên ku nûnertîya beşên paşguhkirî ji civakê dikin tên handan ji bo pêşkêşkirinê li gel kesên ji deverên xwedî nûnertîyeke kêm li Asya, Afrîqa, Ewropaya Rojhilatî û Rojhilata Navîn. Her weha jin jî tên handan ji bo beşdarîyê. Her weha bijdre dê ji nav 7 projeyan be.

Pêşniyarên der barê koçber û penaberan pûtedayîneke taybet bi wan heye.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 20ê nîsanê ye.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.