Destpêka Toreke Programên Rahênanê ji Google û Tora Rojnamegerên Navdewletî

Rojnamegerên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê dikarin beşdarî vî programê pirqonax bibin.

Navenda Navdewletî a Rojnamegeran bi hevkarîya însyatîfa Googleê ya Nûçeyan programekî nû bi rêya Tora Rojnamegerên Navdewletî a Erebî pêşkêş dikin.

Program dê grûpeke sereke ji 9 balyozên sereke li herêmê hilbijêre da ku perwerdeyan der barê alavên Googleê de û çawanîya bikaranîna wan li gel hin alavên din pêşkêş bikin, bi armanca peydakirina nûtirîn alavên dîcîtalî bo 4000 rojnamegeran.

Di qonaxa pêşîn de divabe kesên dixwazin beşdar bibin di Wêbnar der barê rojnamegerî dîcîtalî de beşdar bin ku ji hêla rêber û zanayên Navenda Rojnamegeran a Navdewletî û rahênerekî Googleê di dawîya nîsanê de amade bibin. Ji bo dagirtina daxwaza beşdarîyê li vê derê bixe.

Di qonaxa duyem de, balatirîn rojnamegerên ku di Wêbnarê de beşdar bûne dê werin vexwendin ji bo beşdarîya di workşopeke du rojan de li ofîsên Googleê li Dubeyê her weha dê kêrhatinên sereke werbigirin da ku bibin balyozên ragihandina dîcîtalî li dewletên Erebî.

Di qonaxa dawî de, balyozên ragihandina dîcîtalî dê workşop û perwerdeyan li odeyên nûçeyan li dewletên xwe bi rê ve bibin li gel berdewamîya rahênan û şêwirmendîya ji hêla rêberên zana ve.

Kesên ku dixcwazin beşdar bibin, daxwaznameyeke taybet dagirin.

Pêşwazîkirina daxwaznameyan berdewam e.

Bo naskirina hin agahîyên din li vê derê bixe.