Destpêka Pêşbirka Medayê ya behreya wêjeyî ya Sûrîyeyî

02/10/2017

Rêxistina Meda ya geşepêdana çandî û hizirî bi alîkarîya Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê û weşanxaneya Levante Berlin Verlag, destpêka pêşbirka behreya wêjeyî ya Sûrîyeyî radigihîne, ku  xelatên karên behreyî dê bigihê nivîskarên Sûrîyeyî yên ku sîh û pênc sal derbas nekirine di van waran de: Helbest, Roman, Kurteçîrok, şano û wêjeya zarokan.

Helbest: divabe dîwan bi Erebîya petî be û hejmara pelan ji 120an ne kêmtir be.

Roman: hejmara gotinan ji 30 hezar gotinî ne kêmtir be.

Kurteçîrok: hejmara pelên kurteçîrokan ji 120an ne kêmtir be.

Şano: divabe şano bi Erebî petî nivîsî be û ji 40 rûpelî ne kêmtir be.

Wêjeya Zarokan:  ji bo kesên di nav 8 û 12 salan de ne.

Mercên Beşdarîyê:

  • Temen ne zêdeyî 35 salan be.
  • Kar nehatibe belavkirin.
  • Karê pêşîn ê nivîskar di warê pêşbirkê de be

Dîroka dawî ya wergirtina deqên şandî: 31/12/2017

Encamên pêşbirkê roja şemîyê; 17/3/2018an tên ragihandin.

Bo naskirina hûrgilîyên din, serî bidin rûpela Rêxistina Medayê

Bo têkilîdanîna bi rêya êmailê: : [email protected]

02/10/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.