Despêka programê rahênanê yê sêyem “destpêkek di derehênerîya belgefîlman de”

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan, roja înê, 23ê Hizêrana 2017an.

Bidayat ya hunerên dîtî û bihîstî li gel înstitûya Skotlandî ya belgefîlman, destpêka programê xwe yê rahênanê  yê sêyem “destpêkek di derhênerîya belgefîlman de” yê ku berê xwe dide ciwanên Sûrîyeyî, Libnanî û Filestînîyên Sûrîye û Libnanê, ragihand.

Ev program dê derfetê bide 8 kesan ku beşdarî rahênanê bibin da ku destpêkek be ji wan re di warê derhênerîya belgefîlman de, her weha dê jib o ciwanên girêdayî hunera sînemayê û derhênerîya belgefîlmên xwedî wateyeke civakî berdest be, tenê eger ji Sûrîye, Libnan an Filestînîyên Sûrîye û Libnanê bin.

Metiryala rahênanê teorî û pratîk e û tê xwestin ku pêşî hizirek li cem kesê beşdar der barê belgfîlma ki dixwaze çêbike de, hebe. Dirêjahîya film ne zêdey 10 xulekan e û divabe di dema rahênanê de bi alîkarî û serperştîyê were çêkirin.

Divabe kesên beşdar fîlmên xwe di dawîya perwerdeyê de bi dawî bikin, mafên wan ên çêkirinê û yên darayî parastî ne, dibe ku bîdayat di belakirin û weşana film de li gel hevrîzîya bi derhêneran re, alîkar be.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan, roja înê, 23ê Hizêrana 2017an.

Dirêjahîya rahênanê: tîrmeh – berfanbara 2017an

Cihê perwerdeyê: Beyrûta Libnanê.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.