Derfeteke beşdarîya di projeya “Biafirîna Sûrîya” bo piştgirîya hunera Sûrîyayî li koçberîyê

“biafirîne Sûrîya” projeyeke bi hevkarîya di nav Itîcahat-çandeke serbixwe û Encumena çandî ya Brîtanî de ye bi alîkarîya Dezgeha Mimetayê û armanca wê bihêzkirin û çespandina hêza hunermend û çalakvanên Sûrîyayî li koçberîyê. her weha dixwaze jîngeheke xweş ji hunermend, rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl re çêbike da ku roleke pêşengtîyê di xweşkirina rewşa Sûrîyayîyan a jîyanî de bigerînin ew jî bi rêya piştgirîya xebat û destpêşxerîyên ku dixwazin rola alîkarîyê biçesipînim di nav Sûrîyayîyan de û xelkên ku di nav wan de dijîn.

Proje programekî rahênanê di warê “destêwerdana hunerî di qonaxên kirîzan de” pêşkêş dike her weha piştgirîyê dide pênc projeyên hunerî yên nû û ne klasîk ku nirxê dana wan digihê 10.000US$ bo her projeyekê li gel dikeyên danûstendinê û girêdana hunermêndên Sûrîyayî bi yên herêma Erebî û Ewropayê bi rêya axaftina li ser hunerên civakî ku dê li Beyrûtê were lidarxistim.

Daxwazname heta 22yê nîsana 2018an (nîvê şevê bi dema Beyrûtê) tên pejirandin.

Bo naskirina mercên pêşkêşkirinê û daxistina kaxezên pêşkêşkirinê, li vê derê bixe.