Danên Xwendinê ji Finlandê ji bo Nûçegihanên Navdewletî

Program bi sponserîya Wezerata Derve ya Finlandê tê pêşkêşkirin û derfetê ji xwendekaran re peyda dike ku karê nûçegihanên li dewletên biyan nas bikin her weha naskirina civaka Finlandî.

Rojnamevan dikarin navên xwe pêşkêş bikin ji bo berdewamkirina programa xwendinê ya nûçegihanên biyan li Finlandê.

Kesên beşdar dê li gel pîşe û siyasetmedarên Finlandê ji 6 ta 14ê tebaxê bicivin her weha dê bêhinvedana dawîya hefteyê li gel malbateke Finlandî derbas bikin li gel gerên çandî ji bo naskirina bajêr.

Ev dan ger, niştebûn û xwarinê li xwe digire. Divabe kesên beşdar îngilîzîyê baş zanibin her weha divabe zayîna wan di salên navbera 1989 û 1998an de be.

Program ji bo welatîyên van dewletan berdest e: Berazîl, Çîn, Misir, Hindistan, Libnan, Japonya, Kînya, Meksîk, Nîjîrya, Pîro, Sêngafora, Kûrya, Başûrê Afrîqayê, Tayland û DYAyê.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 30ê adarê ye.

Bo naskirna hin agahîyên din der barê programê de, li vê derê bixe.