Daneke belgefîlman ya niştebûna li mişextê – perwerdeyeke awarte

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê: 31ê tîrmeha 2017an

Daneke niştebûnê ji alîyê Dox Boxê ve hatiye pêşkêşkirin û piştgirîya çêkirina belgefîlmên ku behsa rewşa civakî û siyasî dike, armanc dike her weha xwe li ser bikaranîna jinûavakirina erşîva bihîstî û dîtî ava dike (çi ji alîyê pîşeyan ve hatibe çêkirin, welatîyên rojnamevan an jî çalakvanên vîdyoyan ve) merc jî ew e ku ev proje gihaştibin asteke pêşketî di montacê de.

Divabe projeyên belgefîlmên bijartî behsa mijarên xwedî giringîyeke siyasî civakî bikin her weha erşîvkirineke dîtî û bihîstî jî li xwe bihewîne.

Armanca danê “piştgirîya çêkirina fîlman (tîmek ku ji derhêner û monîtêr pêk tê) yên ku neçar mane dawîyê derveyî welatên xwe bijîn her weha yên ku li mişextê li ser bidawîkirina belgefîlmên an fîlmên tomarkiî kar dikin.”

Ev dan dê niştebûna li Berlînê jî li xwe bigire û tîma film dê li ser kopîya xwe ya pêşîn di nava stodyoyên profîsyonal de li gel piştgirîya şêwirmendên montac û dramatorcîyayê kar bikin  heta ku bigihên kopîyeke dawîn ji fîlmên xwe.

Ev perwerdeya awarte dê carekê tenê li dar bikeve ew jî weke bersivdayînekê bo daxwazên kesên ku fîlman li mişextê çêdikin li gel piştgirîya dezgeha Fordê.

Hun dikarin ji 3 ta 31ê tîrmeha 2017an  daxwaznameyên xwe bi zimanê Erebî, Kurdî, Amazîxî, îngilîzî, Fransizî an Almanî pêşkêş bikin.

Bo naskirina hûrgilîyan bi zimanê Erebî, hun dikarin serî bidin rûpela danê ya taybet.