Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî di 21ê Sibat/ Reşmeya 2014an da biryara 68/163 bi sernavîsa: “Ewlehiya Rojnamegeran û Pirsgirêka Bêcezakirinê” ku 2’ê Mijdar/ Çirayê Paşîn weke ‘Roja Navneteweyî ya Ji bo Necezakirina Sûcên li Dijî Rojnamegeran’ hat ragihandin.
Ev roj bo bîranîna kuştina du rojnamevanên Fransî li Malî yê di 2ê Mijdar/ Çirayê Paşîn 2013an da hat hilbijartin.
Li gorî çavdêriya UNESCO yê pitir 1200 rojnamevan hatine kuştin, di van Çardeh salên borî da 2006-2019 dema ku karê xwe di ragihandina nûçe û zanyariyan da ji temaşevanan re dikin ku rêjeya kuştina rojnamevanan her çar rojan rojnamevanek tê kuştin. ku rapora me ya ku bi boneya 3ê Gulana 2021ê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi sernavê hat weşandin “Sûriye: Çale Reş ji bo karê Ragihandinê – Deh Salên Binpêkirin”, binpêkirinên (1609) li dijî xebatkarên medyayê di navbera 15ê Adara 2011an û dawiya Çileyê Pêşîn a 2020an da, di nav de /70/ Binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin, yan xebatkarên medyayê qada, bi rêjeya herî kêm binpêkirina yek ji xebatkarên medyayê her sê rojan.
Herwiha di heman raportê da hat amajekirin ku Sûriyê di sala 2016an de welatê herî kujer li cîhanê bû ji bo rojnamevanan, ji ber ku 261 binpêkirin hatine belgekirin.
Li gorî UNESCO’yê, ji 10 dozên kuştinan li dijî rojnamegeran, nêzî 9’ê wan ji aliyê darazê ve bê siza tên berdan, û çi sizayê nabînin..
Li gorî rapora navborî: Hikûmeta Sûriyê bi giştî 795 binpêkirinan ku ew di rêza yekem da ye, û ew çar caran hejmara binpêkirinên ji hêzên opozîsyonê ye pitire, ku bi giştî 171 binpêkirin di rêza duyemîn da ye, Rêjeya herî kêm jî ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye bi giştî 106 binpêkirin, tevî ku rêjeya herî mezin a rojnamevan û saziyên ragihandinê li Sûriyê di nav deverên wan de ne, û bêceza kirina encamderên van binpêkirinan yek ji faktorên herî girîng tê hesibandin ku aliyên din yên ku di şerê Sûriyê de beşdar bûne, çi navxweyî çi derve, teşwîq kir ku tawanan dubare bikin.
Di raporê de 78 binpêkirinên ji aliyê Federasyona Rûsyayê û 38 binpêkirinên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin jî hatiye belgekirin. di dema ku 5/ binpêkirin her du ji aliyê hêzên ewlekariya Urdinê û hêzên ewlekariya Lubnanê ve hatine tomarkirin. Di belgenameyên Eniya El-Nusra de /140/ binpêkirin hatine tomarkirin, tevî /6/ ji aliyê Hikûmeta Rizgariya Sûriyê ve û 164/ binpêkirin ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin. Têkoşîna bêcezakirina tawanên li dijî rojnamevanan yek ji gavên herî girîng e ji bo vegerandina serweriya yasa û baweriya bi sîstema dadweriyê li welat.
Li gorî UNESCO: Bêcezabûn dibe sedema zêdetir kuştinan û bi gelemperî nîşana xirabtirbûna pevçûnan û têkçûna qanûn û pergalên dadwerî ye.
Ji ber vê yekê divê hemû aliyên şer û bi taybet hikûmeta Sûriyê gavên jêrîn bi cih bînin:
– bê şert û merc girtî û kesên bi zorê hatine windakirin ji navendên fermî û veşartî bi serbest bên berdan; dawî li êşkence û muameleya nemirovane û şermezar bike; û di meqamên dadwerî de pêwîstiyên dadgehkirineke adil pêk bînin.
– Tavilê û bê şert û merc çarenûsa pisporên medyayê yên bi zorê hatine windakirin eşkere bike, û biryara 2006-an a NY jimare 1738 di derbarê parastina rojnamevanên ku erkên metirsîdar li herêmên şerê çekdarî dikin, û misogerkirina kiryara guncaw ji bo misogerkirina berpirsiyariya tawanên li dijî xebatkarên medyayê. .
– Destûrê bide gihandina hemû navendên binçavkirinê ji bo çavdêrên mafên mirovan ên navneteweyî, di nav de Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo darvekirinên bê daraz, OHCHR, Komîsyona Lêkolînê ya HRC li ser Sûriyê û Raportorê Taybet li ser rewşa mafên mirovan li Sûriyê.
– Tavilê cîbicîkirina her hukmên îdamê rawestînin, û piştrast bikin ku pîvanên herî hişk ên navneteweyî ji bo dadgehkirina dadmend têne rêz kirin dema ku sûcên ku dibe ku cezayên îdamê werbigirin, werin şopandin.
– Divê hemû tawanên kuştina rojnamevanên jin û mêr û pisporên medyayê bêne lêkolîn kirin, di heman demê de piştrast bin ku vekolîn xwedî çavkaniyên bibandor in, û piştrast bikin ku hemî berpirsên kuştina rojnamevan û xebatkarên medyayê berpirsyar in; Kêmkirina diyardeya bêcezakirina tawanên ku li dijî xebatkarên ragihandinê û medyayê hatine kirin.
– Rojnamegerên jin û mêr û xebatkarên medyayê yên di nav deverên wan de biparêzin, malperên ragihandina medyayê yên ku di bin bandora dijminatiyê de ne ewle bin, û her kesê ku bi êrîşa li ser xebatkarên medyayê sûcdar be ceza bike.