Gotina Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê di rûniştina Encumena Mafên Mirovan Cinêv – Rojnamevanên li Sûrîye û Îraqê

Li Sûrîyeyê, ji destpêka tevgera guhertinê di adara 2011an de, bi dehan keç û xort dema li dijî dewletê sekinîn rûbirûyî desthilata leşkerî û ewlehî bûn, wan perdeya hesinî şikand ji bo danûstendina agahîyan, her weha agahîyên alternative bi rêya wêneyan, axaftina bo medyayê, çalakîyên li ser torên civaka sivîl, belgekirin û nivîsînê veguhestn û bi dehan jîyana xwe kirin qurbanî ji vê yekê re, lê ev bikaranînan azadîya nerînan û derbirînê ya pratîk bû rêyek bo azadîya xwestî û welatînîya çalak.

Piştî dehên salan ji çewisandina azadîyan, gelek xwepêşandanên behre û ragihênerî ku nifşê nû xwe pê anî ziman derketin, (anarşîya agahîyan ) yekemîn encamên kar di bin sîya çewisandina pir alî de bû, her weha nîşaneke giring a encamên lawazîya pisporîya ragihênerî, ku her du jî qezenca wan ji dezgehên desthilatdar (olî, leşkerî û siyasî) re hene. Bo cûdakirina di nav rojnamegerî û propagandayê, pêdivîya me bi Mazin Derwîş heye; da ku pisporîya ragihênerî ya pêwîst were avakirin her weha da ku cewherê karê me weke desthilateke çarem bîne bîra me. Ji ber bawerîya bi vê yekê ku (gotin maf e û berevanîya di ber wê de jî erk e) Derwîş di sala 2004an de “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” li Şamê ava kir ji bo çavdêrîya rewşa azadîyan li Sûrîyeyê û binpêkirinên de mafê her kesên ku ji bo azadîya derbirînê de dixepite, ji ber civaka azad di bin sîya zordestîya sazîyên desthilatdar de nayê çêkirin, liberxwedana mafnas û rojnamevan Mazin Derwîş ji mafê stendina agahîyan, azadîya derbirînê û mafê danûstendina agahîyan bû ji bo çêkirina civakeke azad, çekê wî jî tenê pisporîya wî bû ku posta şêwirmendîyê di Encumena Abûrî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyîyê stend.

Doza girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê mînakeke binpêkirinên ku li dijî rojnamevan û berevanên mafên mirovan tên pêkanîn. Di xwendineke navendê de der barê binpêkirinên dijî rojnamevanan de li Sûrîyeyê li gor nerîna Qanûna Mirovî ya Navdewletî, lîsteyek ji binpêkirinên di vê doze de tên nîşandan:

  • Girtina Keyfî:

Di 16ê sibata 2016an de, hêzên saloxgerîya asîmanî êrîşî ofîsa Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê kir û hemû karmend û mêvanên li eir li gel damezrênerê navendê; rojnamevan û mafnas Mazin Derwîş, girtin. Bo neh mehan Mazin Derwîş û çar hevkar di bin windakirina neçarî de man û rastî îşkenceyê hatin, di heman demê de desthilatên Sûrîyeyê ceza li endamên din li pêş dadgeha leşkerî ya Şamê birîn û tenê 3 mehên girtina wan weke ceza ji wan re hesibandin û serbest kirin.

Di 30ê mijdara 2012an de, hêzên ewlekarîyê Mazin û hevkarên wî ber bi zindana Şamê ya Navendî  – Edra ve, veguhestin, paşê dadgeha terorê ya Şamê du hevkarên wî di sibata 2013an de serbest kirin da ku dadgehkirina di doza giştî ya li dijî mazin û hevkarên wî de di 14ê mijdara 2012an de ji alîyê dadgeha terorê bi tometa belavkirina karên terorî li gor madeya 8an ji qanûna terorê, li derveyî dadgehê berdewam bikin.

Ji alîyê xwe ve; desteya pisporên NYyê ya girêdayî doza girtina keyfî di rêbendana 2014an de, giha encama ku girtina Mazin Derwîş, Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr keyfî bû û doza serbestkirina wan kir, biryara ku derxistin got: (tîma kar li gor rewşa doze dibîne ku karê herî rast serbestkirina Mazin Derwîş, Hanî Elzîtanî û Hisên Xerîr e her weha vegerandina hemû mafên wan …)

Girtina keyfî binpêkirineke bo madeya 9an a ragihandina cîhanî ya mafên mirovan ku dibêje “nabe tu mirov were girtin an sirgunkirin bi awayekî keyfî” her weha qayîdeya 99 ji qayîdeyên qanûna navdewletî ya mirovî “qedexekirina keyfî ji azadîyê” qedexe kiriye.

  • Windakirina bi neçarî:

Pergala sereka ya dadgeha tawanên navdewletî lîsteya xwe ya tawanên dijî mirovahîyê fireh kir û îşkencekirin, windakirina bi neçarî û tunekirina jî li xwe girt. Di pênaseya windakirina mirovan bi neçarî de tê wateya girtina kesekî an revandina wî ji alîyê dewletî an rêxistineke siyasî an jî bi destûr û piştgirîya wan li gel bêdengîyê paşê redkirina lixwemukurhatinê ku wan ev kes ji azadîyê mehrûm kirine û veşartina agahîyan der barê cihê wan û çarenûsa wan de da ku demekê dirêj dûrî parastina qanûnê bimînin.

Di doza Mazin Derwîş û girtîyên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de, desthilatan du caran berê xwe da siyaseta windakirina bi neçarî; cara yekem ji 16ê sibata 2012an ta 30ê mijdara 2012an bû û ya duyem ji 6ê gulana 2015an ta 18ê hizêrana 2015an bû.

  • Îşkencekirin

Lihevkirina sala 1984an ya qedexekirina îşkenceyê dibêje: “nabe di çi rewşeke awarte de; ceng, nearamîya siyasî an çi rewşeke din be, ku îşkenceyê rewa bike.”

Qanûna Mirovî ya Navdewletî dibînbe ku îşkencekirin yek ji tawanên dijî mirovahîyê ye û dikeve nav karê dadgeha sezayî ya navdewletî ji ber ku “êşeke laşî an derûnî digihîne kesekî di bin serpereştî an kontrola gunehbar de.”

Madeya sêyan ya hevbeş di lihevkirinên Cinêvê de jî qedexe kiriye: “êrîşa li ser jîyîn û saxlemîya laşî bi taybet hemû cûreyên kuştinê û îşkencekirinê” û di beşê din de vê yekê zêde dike (êrîşa li ser rûmeta takekesî bi taybet danûstendina kirêt û ya ku sivikatîyê bi rûmetê dike) di hemû cih û deman de.

  • Dadgehkirina ne dadmend:

Serokê Sûrîyeyê Beşar Elesed Qanûna Dijatîya Terorê di 2yê tîrmeha 2012an de derxist, paşê li ser biryara 22an a damezrandina dadgeha dijatîya terorê qebûl kir ku navenda wê jî li Şama paytext e û piranîya çalakvanên sivîl, mafnas û ragihêner li pêş wê tên dadgehkirin.

Di rapora xwe ya li jêr serenavê (Sûrîye – Bikaranîna Dadgeha Terorê ji bo Xeniqandina Opozisyonê) di hizêrana 2013an de, Human Rights Watchê got “dadgeh hukmên fireh ji bo qanûna dijatîya terorê bi kar tîne û çalakvanên sivîl bi tometa alîkarîya terorê dadgeh dike bi awayekî ku mafên sereke yên dadgehkirina rast tê binpêkirin. Tomet di bin perdeya dijatîya tundrewîyê tên spartin lê hêncetên wan dijî çalakvanan ne zêdeyî karên mîna belavkirina alîkarîyên mirovî, beşdarîya di xwepêşandanan de û bibelgekirina binpêkirinên mafên mirovan e.”

Ji ber rewşa ku tê de ava bûye, dadgeha terorê ne dadmend e û awarte ye. Eger em li madeya 10an a ragihandina cîhanî ya mafên mirovan vegerin “mafê her mirovekî weke hemû kesên dora wî ku li pêş dadgeheke serbixwe; bi awayekî dadmend û eşkere, li doza wî were nerîn da ku cûdakirin di navbera mafên wî, pabendîyên wî û tometa ku dê jê re were spartin bibe.”

Bi rêya xwendina madeyên qanûna navdewletî yên girêdayî mijarê, her du madeyên 10an û 14an (b1) ji peymana navdewletî ya teybet bi mafên sivîl û siyasî 1966, mercên ku divabe di dadgehkirina dadmend de peyda bin, destnîşan dikin: wekhevî – bêalîtî – serxwebûn – rewatî.

Di dadgehkirina girtîyên “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de” em dibînin ku dadgehkirina wan ne qanûnî ye ji ber doz berî çêkirina xwe lê tê nerîn, ew jî dijî madeya 101ê ji qanûna navdewletî  ya mirovî ya adetî ye “nabe tu kes were tometbarkirin an tawankirin ji ber kiryarekî ku di wextê kirina wî de ne tawanek bû li gor qanûna navdewletî yan niştîmanî, cezaya wî jî nabe ji ya dema kirina tawanê girantir be”.

Di heman demê de, madeya (100)î ji qanûna navbûrî dibêje: (nabe tu kes were tometbarkirin û cezakirin bêyî hebûna dadgeheke dadmend ku hemû mercên dadgehî yên sereke tê de peyda ne) dadgehkirina Derwîş û kesên pê re 23 caran hatiye bidûrxistin.

Pirsa sereke di vê rewşê de girêdayî karê dadgehê bixwe ye, di deqa tawankirinê ya girtîyên navendê de hatiye gotin: “biryara tometbarkirinê li ser tometbarkirina çalakîyên tometbaran weke karmendin karker di herêmê de ava bûye. Çalakî şopandin, çavdêrîya nûçeyên opozisyonê li ser înternêtê, belavkirina raporên girêdayî mafên mirovan û rewşa dezgehên ragihandinê li Sûrîyeyê û belgekirina navên girtî, winda, û qurbanîyên şerê Sûrîyeyê, li xwe digire” ku ev kiryar weke hewldaneke “xirabkirina rewşa Sûrîyeyê ya hundirîn û handana rêxistinên navdewletî ji bo tawankirina Sûrîyeyê” hatin dîtin.

Dawî:

Ez ê bi gotinê Derwîş yên sala 2007an bi dawî bikim: “îroj; em nikarin behsa têgînên weke demokrasî, zelalî û pirrengîyê bikin bê ku em azadîya ragihandinê bînin ziman, tevî hewldanên hinan ku her duyan ji hev parçe bikin lê girêdaneke xurt di nav wan de heye ku wan yekgirtî û tekûzker dike û her yek nîşaneke û pîvaneke ji hebûna ya din re ye, ne pêkan e çaksazîyeke democrat, gişgir û rastîn li civakekê çêbibe bê ku azadîyeke nerînan û derbirînê hebe ku bingeha wê ragihandina serbixwe ye ya ku ji kontrola dewletê rizgar bûye.”

Bo karê wî yê veguhestina rastîya bûyerên li Sûrîyeyê, Mazin Derwîş hate girtin û îşkencekirin û ta îroj desthilatên Sûrîyeyî yên pêwendîdar, serbestkirina wî red dikin, tevî bangewazîyên navdewletî û biryara Encumena Ewlekarîyê (2139)an a sibata 2014an û daxwazên Komeleya Giştî di 15ê gulana 2013an her weha yên gelek rêxistinên mafnas ên navdewletî û daxuyanîya Yekîtîya Ewropayê ya dawî (2015/27320).

Di (Nimûneya Sûrîyeyî) de, hemû alîyên şer li ser armanckirina rojnamevanan û qedexekirina kar, hatûçûna wan û peydakirina wan bo agahîyan li hev kirine, vê nimûneyê ji sala 2011an û ta vê gavê, lîsteya herî mezin ji bipêkirinên mafên rojnamevan, çalakvanên medyayî û peymnêrên cengî, li xwe girtiye. Em behsa hejmareke binpêkirinên metirsîdar û dûbarekirî dikin her weha reva ji cezayê di van dozan de li gel bikaranîna qanûnên navxweyî ji bo şerê çalakvanên mafên mirovan û ragihêneran.

Li Sûrîyeyê, ragihêner li herêmên Hêzên Sûrîyeyî qurbanîyên (girtina keyfî, dadgehkirina ne dadmend û bombebarankirina ketober) bûn her weha qurbanîyên (armanckirina yekser – îşkencekirin – revandin – windakirina bi neçarî û kuştinê) bûn ji hêla desthilatê û grûpên çekdar, ev tawan jî qanûna mirovî ya navdewletî binpê dike.