Gaveke din me nêzî dadmendîyê li Sûryayê dike: gotareke vekirî ji alîyê Federasyona Mafên Mirovan ya Navdewletî û Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bo birêvebirîya Şêweya Navdewletî ya Serbixwe û Bêalî.

09/02/2017

 

Piştî kifişkirina gelek binpêkirinên qanûna navdewletî ku li Sûryayê hatine pêk anîn, û dibin sîya gereke nû ji civînên Cinêva ku ji alîyê Netewên Yekbûyî li Cinêvê tê birêvebirin, Federasyon û endama wê; Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, 6 tewsîyeyên ku dê şiyanîtîya şêweyên ragihandî; şêweya navdewletî ya serbixwe û bêalî, ji alîyê lêpirsîn û dozlêvekirina berpirsiyarên tawanên metirsîdar, bihêz bike.

Garantîkirina sizakirinê û berxwedana li dijî reva ji sizayê, du elementên giring in bo çareyên pêşeroja Sûryayê û pilaneke zelal û destnîşankirî bo pêkanîna dadmendîyê pêwîst e.

Çêkirina Şêweya Navdewletî ya Serbixwe û Bêalî; weke gava pêşîn, cihê pêşwazîyê bû û Federasyon û Navend dixwazin ku rola vê şêweyê di berxwedana li dijî reva ji sizayê di warê binpêkirinên qanûna navdewletî li Sûryayê, roleke bibandor be. Herweha ji ber ku pêşbînî dikin ku di demeke nêz de, di vê mehê de, dê serokekî vê şêweyê were erkdarkirin, ew her şeş tewsîyeyên ku ji bo bihêzkirina şiyanîtîya şêweyê û garantîkirina rola wê ya bibandor di sizakirinê de, pêşkêş dike.

Ji bo xwendina gotarê (pdf) li vê girêdanê bixe:

IIIM_Syria_Open_Letter_ARABIC

09/02/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.