Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînî doza destpêka xebatên rast ên darizandinê bo bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê dike
Roja Çarşemê, 8ê nîsanê, yekemîn rapora tîma lêpirsnan û destnîşankirina nasnameyan a girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî derket, rapor xwe dispêre hejmareka peytan li gor metodeka hişk û nîşan dide ku çekên asîmanî yên Sûrîyayî di ber sê bûyerên bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê de ye, di 24, 25 û 30ê adara 2017an. Di du bûyeran de xaza Sarînê hatiye bikaranîn û ya sêyem tawaneka dualî bû, ku tê de nexweşxaneyek bi xaza Kilorê hate armanckirin û bû sedema encamdana kuştina pizîşkekî û birîndarbûna 30 kesan. Ev rapora ku ji hêla komîteyeka lêpirsînan a girêdayî desteyeka xwedî posteka navdewletî mîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, belgeyeka nû ye, tev li hejmareka belge û peytên tawanên ku Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî bi cih anîne.
Ev rapor ne ya yekem e ku desteyeka navdewletî diweşîne û çekên asîmanî yên Sûrîyayî tawanbar dike, Mîkanîzma Lêpirsînê ya ku Encumena Ewlekarîyê li gor biryara 2235, di tebaxa 2015an de ava kiribû, di rapora xwe çarem de ya ku cotmeha 2016an belav bû, teqez kir ku çekên asîmanî yên Sûrîyayî di ber çar bûyerên ku tê de lêpirsîn kiribû, heye. Li gel ku rapora ji heman komîteyê di cotmeha 2017an de teqez kir ku belafirên asîmanî yên Sûrîyayî berpirs in di ber bûyera Xan Şeyxûnî ya 4ê nîsana 2017an de, ya ku kuştina bêhtirî sed kesî û birîndarîya bêhtirî pêncsedî encamp dabû.
Van raporan nikarîbûn dosyaya bikaranîna kîmawî li Sûrîyayê bixin rêya dadmendîû lêpirsînê de, lê Rûsyayê mafê dijrabûnê (Vîto) di Encumena Ewlekarîyê de bi kar anî da ku nûkirina karê komîteya lêpirsînan a hevbeş asteng bike, ji bilî hejmareka mezin a kampanîyên ragihandinê ji bo sextekirina encamên raporan û xebatên komîteyên lêpirsînan.
Berdewamîya Hêzên Hikûmeta Sûrîyayî di bikaranîna çekên kîmawî de, derketineka eşkere ye ji benda 23yan ya lihevkirina Lahayê 1988 û lihevkirina qedexekirina çekên kîmawî ya sala 1997an û Sûrîyayê di dawîya 2013an de îmze kir piştî komkujîya ku Hêzên ser bi Hikûmeta Sûrîyayê ve di tebaxa 2013an de li Xûtayê bi cih anî. Tevî îdîayên rêjîmê bi rûxandina çekên xwe yên kîmawî, lê rapor bi berdewamî diyar dikin ku bikaranîn berdewam e û tenê darizandin sînorê jê re datîne, bûyera Dûmayê ya 7ê nîsana 2018an ku bêhtirî 400 kes bûne qurbanî û pêncsed kes birîndar bûn tê de, peyteka eşkere ye ku çekên kîmawî li cem rêjîmê hene û hîn dikare derbeyan bi cih bîne û bi lihevkirinên navdewletî ne pabend e.
Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, bilez doza van xalan dike:
- Danîna berçav ku berdewamîya bkaranîna çekên kîmawî li dijî kombûyînên sivîlan li Sûrîyayê dihêje asta tawana qirkirinê û doza aktîvkirineka zelal a prensîpa parastina ji qirkirinê li gor xala sêyem a lihevkirina berpirsyarîtîya parastina ji qirkirinê bo sala 2005an ya ku Sûrîyayê li ser îmze kiriye û ya ku berpirsyarîtîya civaka navdewletî nîşan did edema ku dewelet nikaribe niştecihên xwe biparêze, ev yek tevgereka cidî li ser civaka navdewletî ferz dike bo diyarkirina rêya dadmendî û darizandinê der barê van tawanan de.
- Ji Rûsyaya yekgirtî û Çînê daxwaz dike ku mafê dijrabûnê (Vîto) di Encumena Ewlekarîyê de bi armanca astengkirina veguhestina dosyayên li Sûrîyayê hatine kirin bo dadgeha tawanên navdewletî û darizandina tawankeran nema bi kar bînin, ji ber dibe sedema astengkirina gihaştina bo çareyeka siyasî û aştîyeka domdar li Sûrîyayê.