Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê

·         Pênaseyeke Giştî:

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dezgeheke sivîl a serbixwe, nehikûmî û neqezencker e. li ser avakirina civakekê ku azadîya derbirînê, mafên mirovan û gihaştina bo dadmendîyê garantî dike, dixebite. Nerîna wê cîhaneke demoqratîk e ku dadmendî, azadî û wekhevîyê ji xwe re bingeh digire û rêzdarîyê li rûmeta mirov û mafê wî digire.

Ji çaxa damezrandinl;a Navendê di sala 2004an de, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li ser berevanîya di ber kesên setemxwar de ji ber nerînên xwe, belavkirina çanda mafên mirovan û piştgirî û geşkirina ragihandineke serbixwe û rexnegir kar dike, her weha navend xwedî posteke şêwirkarîyê ya taybet e di encumena aborî û civakî de ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ji sala 2011an ve.

·         Nerîn:

Ber bi cîhaneke demoqratîk ve ku li ser dadmendî, azadî û wekhevîyê radibe û rêzdarîyê li mafên mirov û rûmeta wî digire.

·         Nirx:

Ji bo cîhanekê ku rêzdarîyê maf û rûmeta mirov digire, em xwe dispêrin van nirxan di karê xwe de:

·         Rastî

·         Bêalîtî

·         Zelalî

·         Pîşekarî

·         Hevkarî

 

·         Yekîneyên Navendê:

·         Azadîya derbirînê ew e bingeha avakirina civakên azad û demoqrat û dixwaze bi rêya van gavan li ser vê yekê kar bike:

·         Pêşkêşkirina dikeyeke gişgir ji bo karmendên di warê ragihandinê de û kesên ku berevanîyê di ber azadîyê de dikin ku karibe pêdivîyên wan bi cih bîn û wan bi pêş bixe.

·         Dijatîya gotara nefretkirinê û sorkirina li ser tundîyê.

·         Lêvegera li ganûn û agahdarîyên navxweyî û peydakirina pêşniyarên pratîk li gor pîvanên navdewletî.

·         Piştgirîya rêbazên çalakkirinê yên ku li ser beşdarîyê, wekhevîya cenderî, birêvebirina pirrengî û cihêrengîyê ava dibin.

 

·         Zehmetî:

·         Guhertinên berdeam li herêmên karê navendê û di siyasetên girêdayî Sûrîyayê de li ser asteke navdewletî û li dewletên derûrorê.

·         Nebûna mîkanîzmên piştgirîyê yên zelal û bedewam bo karmendên di warê ragihandin û mafnasîyê de.

·         Nebûna jêderê piştgirîyê.

·         Lawazîya zanebûna di warê ragihandinê de di hundirê Sûrîyayê de li gel nedana pêşikîyê ji bo bipêşxistina karê ragihênerî ji ber rewşa ewlehî ya awarte.

·         Lawazîya hevrêzkirinê bi giştî di warê bipêşxistina karê ragihênerî û mafnasî de di nav alîyên ku karê di vî warî de dikin.

·         Li ser garantîkirina rêzdarîya li mafên mirovan û dijatîya reva ji sezayê li gel alîkarîya qurbanîya ji bo gihaştina dadmendîyê kar dike, bi rêya van gavan:

·         Çesipandina çanda dadmendî û cezkirinê û birêvebirina programên wê li gel balkişandina ser giringîya wê.

·         Dadgehkirina stratîcîk ji bo sezakirinê di binpêkirinên ku li Sûrîyayê de çêbûne ji hêla hemû alîyên şer bi taybet bi rêya xwendin û bikaranîna prensîpa taybetîya cîhanî.

·         Lêpirsîn, bibelgekirin, dabeşkirin û parastina delîlên binpêkirinêm mafên mirovan ji bo bikaranîna wan di xebatên lêpirsînê û çalakîyên mîkanîzmên navdewletî.

·         Yekîne dixwaze karê xwe bi pêş ve bixe da ku binpêkirin û dadgehkirinên girêdayî zarokan, tundîya cinsî, îşkencekirin û yên din jî li xwe bigire.

·         hilanîna hemû rengên cûdakirinê dijî kesên paşguhkirî.

·         Piştgirîya prosesa çaksazîya qanûnî û çêkirina qanûn, siyaset û çarçoveyên qanûnî ji bo parastina mafên mirovan û azadîyên sereke bo hemû kesan.

·         Garantîkirina hebûna proseyeke dadmendîya veguhêz li Sûrîyayê li gor pîvanên ku nûnertî û beşdarîya qurbanî, jin û kesên paşguhkirî ji gelê Sûrîyayî bi giştî garantî dike.

·         Avakirina karên hevbeş di warê mafên mirovan û dadmendîyê de her weha hilanîna parastina ji cezkirin û sezakirinê.

·         Çalakkirin û perwerdekirina kes û dezgehênku di warê mafên mirovan û dadmendîyê de kar dikin çi li hundir an derveyî Sûrîyayê bin.

·         yekîne dixwaze çarçoveya bikaranîna prensîpa taybetî cîhanî li dewletên ewropî û ne ewropî di demeke nêz de berfireh bike.

·         Zehmetî:

 

·         Berdewamî: pêdivîya yekîneyê bi tebateke rêxistinî û darayî heye û ev yek ji ber nebûna jêderên domdar bo grantîkirina berdewamîya çalakîyên bihevgirêdayî, peyda nabe. Ev kêmasîya darayî dikeve rêya çêkirina stratîcîyeke demdirêj , çêkirina girêdanan ji bo qurnbanîyan û malbatên wan û piştgirîya berdewamîya têkilîyê û bandorkirina li ser çêkirina biryaran her weha çêkirina dosyayên dadgehî yên têkûz bêyî pêwistîya piştgirîyê û xwespartina bo hevkarên navxweyî.

 

·         Gihaştin: yekîne xwedî têkilî û karînên taybet e ji bo gihaştina qurbanî û şahidan her weha ji bo berhevkirin û bibelgekirina delîlan. Lê gelek zehmetî dikevin rêya vê gihaştinê, mîna lawazîya karînên peydakirina madeyên têkildar, parastina kesên têkildar û malbatên wan an ewlehîya kesên ku van karan dikin.

 

·         Bawerî: yekîne gelek xebatê di warê lêkolîn û têkildayîna li gel qurbanîyan û malbatên wan an şahidan û kesên têkildar dike da ku bawerîya wan bi dadmendîyê geş bike ji ber pirbûna xapandinan li cem wan.

 

·         Astengîyên Siyasî: yekîne gelek caran rastî helwestên sivikkirina kar tê di warê cezakirin û dadmendîyê ji ber ku siyaset berê xwe dide lihevhatinê. Gelek dewletên xwedîbandor giringîya bicihanîna dadmendîyê weke beşekî navendî ji bo çareserîyeke aştîyane ya domdar li Sûrîyayê paşguh dike. Bandora vê yekê jî li ser peydabûna jêderan, têkildayîna bibandor û hêsankirina dadgehkirina stratîcîk heye.

 

·         Hevrikî: yekîne berê xwe nade hevrikîya bi rêxistin an alîyekî Sûrîyayî an ne Sûrîyayî re bi taybet di warê dadgehkirinê de, berovajî vê yekê; ew hewl dide ku zanyarîyên xwe û têkilîyên xwe bi tevan re bi par ve bike bi armanca piştvenî û piştgirîya xebatên wê di bicihanîna cezakirin û dadmendîyê de. Lê gelek dezgeh berê xwe didin hevrikîyê û ev yek wateya doza dadgehkirinê ya sereke winda dike û dihêle daner nema xwedî baweî bin bi kesên ku di vî warî de kar dikin.

 

·         Ewlehî: karê yekîneyê dibe sedeme armanckirina wan ji hêla hemû alîyên şer bi taybet dema ku dosya û binpêkirin li ser astekê bilind bin, di encamê de endamê time her wem di amadekarîyê de li ser asta kesane.

Yekîneya Hemwelatînîyê û Civaka Sivîl karê çalakkirina civaka sivîl û bipêşxistina alavên wê her weha bikaranîna rola xwe di çêkirina dezgehên ku xwe li ser hukma hişmend ava dikin, dezgehên ku rêzik û pîvanên bêalîtî û zelalîyê datînin li gor demoqrasîyê û mafên mirovan. Her weha çêkirina siyasetên ku piştgirîya civakekê sivîl dikin di encamê de karibe civakekê piştî şer ava bike û xwedî rolên bibandor be di çalakkirina civakî de, di warê navdewletî û mafnasî de û bi rêya hemû mîkanîzmên mafên mirovan.

 

·         Armanc:

1.      Çesipandina çalakîya civaka sivîl li ser asteke navdewletî û di nav desteyên NYyê yên cûrbicûr de.

2.      Çesipandina rola civaka sivîl di çêkirina aştîyeke domdar de li Sûrîyayê bi rêya dadmendîyê û encamên wê bi nirxên demoqrasîyê û mafên mirovan re di hevsengîyê de ne.

3.      Çesipandina rola civaka sivîl di dijatîya tundrewî û terorê de bo guhertineke erênî li Sûrîyayê.

4.      Çesipandina rola civaka sivîl di proseya lihevhatina niştimanî û jinavakirina civakî de.

5.      Garantîkirina beşdarîya civaka sivîl a çalak di avakirina aştîya navxweyî de bi rêya avakirina piran ji bo hilweşandina nakokîyên neteweyî û olî.

Ew jî bi rêya:

§  Hemû dozên girêdayî navendê di desteyên navdewletî de bi rêya bikaranîna posta navendê ya şêwirmendî werin pêşkêşkirin,

§  Çalakkirin û perwerdekirina çalakvanên civaka sivîl li ser mîkanîzmên navdewletî yên mafên mirovan û belavkirina nirxên mafên mirovan.

§  Çalakkirin û perwerdekirina karmendên di warê civaka sivîl de li ser bipêşxistina mîkanîzmên pişytevanîyê li ser asteke navdewletî.

§  Avakirina danûstendineke azad bo civaka sivîl a Sûrîyayî di nav ewlehîyê de ji bo bipêşxistina stratîcîyên karê hevbeş û wêrandina nakokîyên civakî.

 

 

·         Zehmetî:

 

Ji ber ku Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ya Sûrîyayî ya bi tenê ye ku xwedî "posta şêwirmendî"yê ye di Encumena Aborî û Civakî ya NYyê de, ev yek gelek bar li ser mile wê bar dike ku jê tê xwestin bi awayekî domdar li navendên karê NYyê be: Cinêv – New York.

-          Zehmetîya berdewamîyê: zehmetîya herî balkêş e ku ne ji ber (zehmetîya darayî) bi tenê derdikeve hole lê ji ber hevkarîyên demkurt jî.

-          Zehmetîya karînan: sînorîya zanebûna çalakvanên Sûrîyayî bi mîkanîzmên Neteweyên Yekbûyî û mîkanîzmên piştevanîyê li asta navdewletî.

-          Zehmetîya nerîna hevbeş li gel hevkaran di mîkanîzmên dijatîya terorê de: ku gelek alî berê xwe didin çareya leşkerî û encamên terorê çareser dikin lê sedema derketinê bê çare dihêlin, û bêyî ku civakan ji egera veger û belavbûna terorê biparêzin. Çare jî ew e avakirina civakeke sivîl a ku dikare li dijî sedemên radîkalîzma civakî, aborî û siyasî bisekine.