Em çi karî dikin?

Li gor bawerîyên me, hebûna civakeke sîvîl û ragihandineke azad û rexnekar, rêyeke misûger e bo avakirina demokrasîyê li Sûryayê. Di salên 2016 – 2017yan de, Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, piştî sivikkirina çalakîyên xwe ji ber girtina piranîya karmendên wê di 2012an de, ji nû ve dest bi çalakîyên xwe kir. Îroj, Navend roleke sereke di civandina civaka sîvîl a Sûryayî der barê aştîyê û lihevkirinê, digerîne. Karê me li ser pênc xalên sereke dixebitee

  • Çalakkirina civaka sîvîl ji bo vekolîn û naskirina çareserîyeke sîyasî bo rewşa Sûryayê herweha belavkirina aştî û lihevkirinê di civaka Sûryayî de.
  • Em li pêş navendên navdewletî; berevanîyê di ber dozên Sûryayî de dikin, nemaze di encumena mafên mirovan de ya Netewên Yekbûyî, ev yek jî bi rêya posta me ya şêwirdarîyê di encûmena abûrî û civakî ya NYyê.
  • Em li ser silametî û ewlehîya rojnameger û karmendên ragihandinê di hundirê Sûryayê de kar dikin.
  • Em piştgirî û alîkarîya avakirina ragihandineke pîşe, azad û serbixwe li Sûryayê dikin, ew jî bi rêya perwerdeyan û karê li gel dezgehên ragihandinê re, da ku di encamê depêşketinek di dezgeh û naveroka ragihandina Sûryayî de were bidestxistin.
  • Em bi belavkirina hizira pirrengî û wekhevîyê di civaka Sûryayî de û dijatîya gotara dijiminahîyê û belavkirina sîstema nenavendîyê, pabend in.
  • Em li ser piştgirîya mafê belavkirin û gihaştina agahîyan weke gaveke avakirina zelalîyê di dezgehên fermî de, kar dikin.

Em li kuderê kar dikin?

Em di hundirê Sûryayê de û di nav Sûryayîyên ji derve de kar dikin.