Derbaskirina çavdêrî û astengkirinê – Nûkirina Çarem

 

Hin dewlet an kompanîyên înternêtê an kesên ku înternêtê belav dikin li hin dewlet û herêman, gelek malperan asteng dikin, ev yek dibe pirsgirêk li himber karê hin rojnamegeran ji ber ku nikarin bigihên jêderên agahîyan.

 

Em çawa dikarin astengkirinê derbas bikin?

Yek ji şêwazên derbaskirina astengkirinê ew e bikaranîna toreke VPNê ye an Virtual Private Network

 

VPN çi ye?

Programeke li ser kompîter an telephone tê daxistin .

 

Armanca wê ya sereke

Yek: derbaskirina astengkirinê.

Du: şîfrekirina pêwendîyê da ku hemû tiştên şandî û wergirtî  da ku kompanîya pêwendîyan nikaribe cihê te diyar bike.

 

Başî û xirabîyên VPNê çi ne?

Başî: Xalên erênî di VPNê de:

  • Tu dikarî bikevî malperên astengkirî de
  • Şîfrekirina pêwendîyê
  • Veşartina nasnameya bikarêner (malpera ku tu seredana wê dikî bi zehmetî digihêje nasnameya te)

Xirabî: xalên neyînî di VPNê de:

  • Leza pêwendîyê ne baş e *lez li gor kompanîya VPNê ye.
  • Kompanîya înternêtê dikare nas bike k utu VPNê bi kar tînî.
  • Bikaranîna VPNê ne qanûnî li hin dewletan mîna li Mîrnişînên Erebî yên Yekgirtî.
  • Kompanîya VPNê dikare malperên tu dikevêyî nas bikî ji ber ku pêwendîya de li kompanîya VPNê tê şîfrekirin û vekirin *an pêwendîya te li cem her alîyî şîfrekirî ye, ji bilî li cem kompanîya VPNê
  • Hin kompanîyên ku VPNê bêpere pêşkêş dike rêklaman pir dike.

 

Aplîkêşinên VPNê bipere ne an bêpere ne?

Hin kompanî hene VPNê bêpere pêşkêş dike û gelek kompanî bipere pêşkêş dike

*VPN a bipere ji ya bêpere bileztir e.

 

VPNeke bêpere û ewle çawa tê bidestxistin?

Ji nav kompanîyên ku vêrsyonên bêpere û ewle pêşkêş dikin:

  • Kompanîya PSiphonê gelek vêrsyonên bêpere bo kompîterên sîstema Windowsê, telefonên Androidê û IOSê pêşkêş dike.
    Hemû vêrsyonên PSiphonê li ser vê lînkê peyda ne: https://psiphon.ca/ar/download.html

Hun dikarin versyona Windowsê bi rêya vê lînkê daxin: :  https://psiphon.ca/psiphon3.exe

Hun dikarin ji telefonên Android re bi rêya Google Play daxin, ji vê lînkê:
https://play.google.com/store/apps/developer?id=Psiphon+Inc

Hun dikarin ji telefonên IPhone re bi rêya Apple Store ji vê lînkê daxin:
https://itunes.apple.com/us/app/psiphon/id1276263909

 

Eger malpera PSiphonê astengkirî be, hun dikarin bi rêya şandina emaileke vala bo:   [email protected] bi dest bixin.

Rêbera bikaranîna PSiphonê bi Erebî di vê lînkê de ye: : https://psiphon.ca/ar/user-guide.html

 

Kompanîyeke din VPNê bêpere pêşkêş dike, Kompanîya TORê

Tor vêrsyoneke bêpere bo komîterên Windows, Mac û Linexê pêşkêş dike, li gel versyona Androidê

Hemû vêrsyonên TORê li ser vê lînkê peyda ne: : https://www.torproject.org/download

Hun dikarin versyona Windowsê bi rêya vê lînkê daxin:

https://www.torproject.org/dist/torbrowser/8.0.8/torbrowser-install-win64-8.0.8_en-US.exe

Hun dikarin versyona Mac bi rêya vê lînkê daxin:

https://www.torproject.org/dist/torbrowser/8.0.8/TorBrowser-8.0.8-osx64_en-US.dmg

Hun dikarin versyona Androidê ji Google Store bi rêya vê lînkê daxin

https://play.google.com/store/apps/details?id=org.torproject.torbrowser_alpha

 

Eger malpera TOR  astengkirî be, tu dikarî vêrsyona wê bi rêya emailê bi dest bixe, bi rêya şandina nameyeke vala bo vê adrêsê: : [email protected]

 

Çi cudahî di navbera PSiphone û TORê de heye?

PSiphone hemû agahîyên şandî û wergirtî şîfre dike, lê TOR tenê agahîyên ku bi rêya wê tên şandin û wergirtin şîfre dike *malpereke TORê ya taybet heye

 

Hemû Kompanîyên VPNê cihê bawerîyê ne?

Na.

Tu nikarî bawerîya xwe bi her kompanî û aplîkêşinên VPNê bîne.

Her du kompanîyên li jorê cihê bawerîyê ne û eger pêdivîya te bi aplîkêşineke din hebe şêwira zanyareke teknîkî bike.