Xweparastina ji Nameyên Armanckirinê – Şîreta Sêyem

 

Di çarçoveya karê rojnamegerî de,  pêdivîya rojnamegeran bi pêwendîyê û şandin û wergirtina agahîyan bi gelek rêyan heye, rêya herî giring email e, li gel hin aplîkêşinên din mina (Whatsapp,  Facebook Messenger, Telegram, Skype, Signal .. hwd).

Metirsîya herî mezin ya ku rastî rojnamegeran tê, nameyên armanckirinê ye.

Ew jî emailên ku link, dosya an pêvekekê di nav xwe de dihewînin. Di nava wan de programên ziyandar hene ku qurbanî bi rêya wan tê armanckirin.

Dema ku ew pê li lînkê dike an dosyayê yan lînkê vedike, dosyayeke ziyandar li ser kompêterê tê daxistin.

 

Gureva van dosyayên ziyandar çi ye? Çi ziyanê digihîne kompîterê?

Tu armanc an gureveke destnîşankirî bo van dosyayan tuneye ji ber ku gelek metirsîyan li şûna xwe dihêle mîna:
kontrolkirina alavê ji dûr
an jî alîyê êrîşker dikare ji dûr ve kompîtera te weke mînak control bike, û dikare:

  • Kamîrayê çalak bike
  • Maykrofonê çalak bike
  • Ekranê bibîne
  • Û ya herî metirsîdar, dikare dosyayan ji alavê bikişîne û tev lê bike!

 

Bêbandorkirina dosyayên sîstemê

Dema ku dosyayên giring di sîstemê de tên bêbandorkirin, gelek ziyan digihên alavê û dibe ku nema kar bike.

 

Bikaranîna alavê bo bicihanîna êrîşên êlêktronîk

Mîna êrîşên astengkirina xizmeta DDos û malperên êlêktronî ji ber wê tên sekinandin.

 

Şîfrekirina dosyayên li ser alavê
an jî ku alîyê êrîşker hemû dosyayan bişîfre bike û doza pereyan bike ji bo vekirina wan.

 

Dibe ku metirsîyên dosyayên ziyandar yekser diyar nebin, dibe ku dosyaya ziyandar bi rojan, hefteyan, mehan an salan di alavê de bimîne berî ku jixweber were çalakkirin an ji hêla alîyê êrîşker ve çalak bibe.

Hin dosyayên ziyandar ziyanan digihînin alavên girêdayî heman tora ku alava qurbanî pê ve girêdayî ye.

 

Dosyayên ziyandar an vayros ne di alavên destnîşankirî de bibandor in. Lê mebesta me bi (Alav)ê, kompîtera ofîsê, laptop, telefon, tablet an çi alaveke ku bi înternêtê vet ê girêdan.

 

Divabe em çi bikin dema ku nameyeke wisa bigihêje me? (bi rêya email, whatsapp, facebook messenger, telegram, signal … hwd)

Dema ku nameyek bi pêvek an link bigihêje te, destpêkê ji hin tiştan piştrast bibe:

Nasnameya alîyê şandiye (em nas dikin û pê bawer in?)

Alîyê şandiye navdar e?

Alîyê şandiye nenaskirî ye û me pêwendî pê re danenî ye?

Serenav û naveroka nameyê girêdayî karê me ye?

 

Danûstendina bi lînkan re di nameyan de:

eger paşguhkirina lînkê ne pecan be, tu dikarî bi rêya (VirusTotal) jê piştrast bibî ji ber ku ew saxlemîya lînkan teqez dike.

Her weha tu dikarî bi rêya vê lînkê jê piştrast bibe: https://www.virustotal.com

Her weha tu dikarî (VirusTotal) tev li lêgerînerê înternêtê bike bi rêya vê lînkê: https://support.virustotal.com/hc/en-us/articles/115002700745-Browser-Extensions
*Hin kes/ alî lînkên xwe kurt dikin ” hun dikarin der barê lînkên kurtkirî de li vir bixwînin” ji lew re mirov nikare naveroka malperê nas bike, hun dikarin kurtkirinê bi rêya vê malperê rabikin: https://unfurlr.com.

 

Danûstendina bi pêvekên wergirtî re:

Destpêkê ew ê baştir be eger tu Gmail  bi kar bîne ji ber ku ew jixweber ji pêvekan piştrast dibe û hewl dide ku şandina dosyayên ziyandar qedexe bike her weha rê dide ku tu hin pêvekan bibînî bê ku tu daxî ser alava xwe, mîna wêne, deqên nivîsî (word), dosyayên xanxanikan (Excel), dosyayên (PDF) û hinh vîdyo.

Ji lew re dema ku dosya bi rengekî zextkirî bigihêjine te, ji alîyê din bixwaze ku weke dosyayeke nivîskî, xanxanik, PDF an wêne bişîne da ku tu dosyaya zextkirî danexî alava xwe *ji ber dibe ku dosyayên ziyandar di nava dosyayê de hebin çaxa ku tu daxî.

 

Eger pêdivîya rêzkirina dosyayan di nava yek dosyayê de hebe, tu dikarî bi rêya Google Drive vê yekê bi cih bîne her weha ew nebûna vayrosan di nava dosyayê de piştrast dike. *tu dikarî bi rêya Virus Total jî piştrast bibî.

 


Zanyarîyên Şaş

Agahîyek heye dibêje ku vayros kompêterên Mac û telefonên IPhone, ev agahî bi temamî şaş e.

Ji ber ku kompîter nû telefonên kompanîya Appleê weke alavên din in, lê vayrosê wan ên taybet hene, mînak vayrosên alavên Android bandore li IOS nake.


Şîretên giştî der bare pêşwazîkirina nameyan de:

 

Şîreta Yekem:

Ji ber dûbarekirina pêvajoyên armanckirinê, divabe gumanên te der barê her link û pêvekê de hebin, tev li nameyên ku ji hêla kesên naskirî tên, li gel hyşyarîyê di ware nameyên SMSê de nemaze yên ji alîyên nenas digihên me (nûçe, xelat, bazirganî …)

 

Şîreta Duyem:

 

Programê vayrosan daxe (kompîter, telefona Android û IOS, Tablet û Ipadê). Tu dikarî vêrsyoneke bêpere ji malpera Avirayê bi rêya vê lînkê daxe:

https://www.avira.com/en/antivirus