Em ê çawa kompîter û agahîyên xwe ji çavdêrîyê biparêzin

Em ê çawa kompîter û agahîyên xwe ji çavdêrîyê biparêzin


 

Ji ber gefan û ,etirsîyên ewlehî û teknîkî yên ku rastî karmendên di warê rojnamegerîyê de tên, ev pirs tê dûbarekirin … Em ê çawa alavên xwe ji çavdêrî û derbasbûyîna bê destûr biparêzin?

Mixabin bersiv ne hêsan e!

Sedem ew e ku tu application an program bo parastina kompîter an telefonê bi giştî tuneye!

Parastina taybetmendîya dîcîtalî: Destpêkê bi rêya Bilindkirina hişmendîya dîcîtalî ye, ji alîyê metirsîyên ku gefê li e dixwin. paşê bi rêya program û applîcationên parastina agahîyên me ne.

Wateya Bilindkirina Hişmendîya Dîcîtalî çi ye?

Bilindkirina hişmendîya teknîkî bi rêya naskirina gef û metirsîyên ku rastî me tên, an dibe ku rastî me bên, li gel mîkanîzmên armanckirinê, tê bicihanîn! Em ê bi rêya hin xalan şîrove bikin:

  • Xala yekem

Em weke zanayên teknolocî, behsa giringîya daxistina applîcationên  telefon û tablêtan ji deverên fermî, dikin. Ji ber ku applicationên ku ji devereke din tên daxistin dibe ku programên xirab bin. Lê, di heman demê de, Gelo hemû applicationên ji firoşgehên Google û Appleê ewle ne?

Bersiv na ye! Ji ber ku tev li ku her du kompanîyên Google û Appleê li aplîkêşinên li bazara xwe vedigerin, lê her du jî bi hûrbîneka ewlehî li aplîkêşinan venagerin! ji ber ku gelek jêder xwestî ne ji ber hejmara mezin a aplîkêşinên ku rojane tên bikaranîn, li gel nûkirinên berdewam ên van aplîkêşinan.

Ji lew re, her ji demakê, bazara aplîkêşinan hinên ku weke neewle tên ketegorîkirin jê dibe.

Puxteya yekem

divabe mirov xwe nespêre her du bazar google û appleê ji bo daxistina aplîkêşinan, di heman demê de divabe bawerîyê bi hemû aplîkêşinên di bazarê de neîne.

 

– Xala duyem

Ji ber gef û zehmetîyên berdewam, hin kes ji hevalên xwe pirsa aplîkêşinên parastina alavên xwe dikin.

Di nava karê me de weke pisporên teknîkî, em dibînin ku bi awa yek berdewam gelek kes programên parastinê dadixin û bi kar tînin, ku di nava hev û din de belav dikin. Tê zanîn ku gelek ji van programan ne ewle ne. Nemaze ewên ku gelek rê di alavan de ji wan re vekirî ne, mîna (gihaştina bo deverê – gihaştina bo kamîra û maykrofonê – gihaştina bo mêmorîya hundirîn û derve – gihaştina bo pêwendîyan … û gelek tiştên din ên ku bandorê li taybetmendîyên xwedîyê/ xwedîya alavê dike û bin pê dike.) ji bilî ku gelek aplîkêşin aplîkêşin programên xiran di nav wan de hene, Alvê bi temamî kontrol dikin ji dûr ve  ji nav wan jî programên veguhestina dosyayan ji alavê û bo wê (Çi telefon an kompîter an tablêt be).

Puxteya duyem

Bawerîya me bi hin kesan anyê wateya bawerîya bi bijardeyên wan ên teknîkî Eger ne pisporên teknîkî bin.

Hin heval ji pakî programan ji me re pêşniyar dikin, lê ev program ne her dem ewle ne. Ji lew re, eger pêdivî bi pirs an daxwazeka teknîkî hebe, divabe pirs ji bo kes an alîyê pispor be.

– Xala Sêyem

Weke xala din, ji ber pêdivîya bi parastina teknîkî, carcaran mirov xwe dispêre motorên lêgerînê (mîna Google) ji bo pirsa li ser program û aplîkêşinên alîkar di parastina alavan de.

Ne veşartî ye ku gelek malper li ser întenêtê hene ku behsa mijarên teknîkî û ewlehîya agahîyan dikin, nemaze grûpên Facebookê.

Hejmarek ji van malper û grûp û kesan şîretên teknîkî yên pak belav dikin, lê hejmara mezintir agahîyên şaş belav dikin mîna malperên ku nivîskarên wan ne xwedî agahîyên teknîkî ne.

Tê dîtin ku hejmareka mezin ji van malperan propagandayê ji hin program û aplîkêşinan re çêdikin û dibêjin ewle ne, an jî alavan diparêzin, lê bi rastî gelek ji van programan ne tenê bêsûd in  lê programên xirab di nav wan de hene û ziyanê digihînin alavan.

Ji alîyekî din ve, hin alî sûdeyê derfeta pêdivîya kesan bo parastinê û ewlehîya dicîtalî digitin û propagandayê ji aplîkêşin û programan re çêdikin ku programên parastinê yên ewle ne, lê ew bi xwe programên ku prayvesîyê bin pê dikin û agahîyan didizin. Mînak: Secure Mail ya ku agahîyên derbasbpna Gmailê didize û bo êrîşkeran dişîne. Aplîkêşina iLoud200% ya ku weke programê bilindkirina dengê telefonê tê belavkiin, cihê telefonê destnîşan dike, eger GPS girtî br jî.

Aplîkêşina IndexY yê ku tê belavkirin ku ji bo diyarkirina navê kesê ku telefon dike (Mîna Trucaller e) lê ew bi rastî hûrgilîyên telefonê kopî dike û dişîne sêrverê ku êrîşker bi kar tînin. gelek aplîkêşinên din ên ku tên belavkirin û di bûyerekê de tên der, mîna ku ji berî demakê li Sûrîyayê çêdibe dema ku telefonên bi rêya Whatsappê tên birîn, gelek alî û kesan aplîkêşinên alternatîv belav dikin lê ne ewle ne.

Her weha name bi rêya medyaya civakî ji gelek çalakvan re hatin di demekê berê de, hin lînk di wan de ne îdîa dikin ku programên şîfrekirina telefonan û programên parastina ji vîrûsan û programên parastinê yên din di wan de ne, mîna di vê wêneyê de

Lê bi rastî hate zanîn ku ev lînk programên xirab di wan de ne!

Mînakeka din ..

li ser grûpeka teknîkî kesekî pirsek kir: (Eger ez ê nûmareya xwe ya Whatsappê biguherim dê axavtinên min jê herin?)

Weke ku di wêneyê de diyar e, kesê pirsî ye du bersiv wergirtine! ya yekem dibêje ku axaftin tên hilanîn dema ku nûmare tê guhertin.

 

Mînak hate bikaranîn da ku bê gotin ku di grûp û malperên xwedî naveroka teknîkî dibe ku bersiv û çîretên ne rast habin, carinan jî xirab bin.

puxteya sêyem

motorên lêgerînê gelek malperan ji me re derdixin ku mijarê em lê digerin di nava xwe de dihewîne, lê bikaranîna motorên lêgerînê yên mezin mîna Google an yên din nayê wateya ku ew encamên lêgerînê yên ku tên der programên ewle pêşkêş dike. her weha nabe bawerîya me bi tu nûçe an şîretan bê, nemaze yên ku alîyên ne cihê bawerîyê û nenaskirî belav dikin. li şûna wê gerek e em her dem alîkarîyê ji kes û alîyên pispor bixwazin yên ku bawerîya me bi wan heye.

  • Nedaxistina programên parastinê li ser alavê çêtire ji daxistina programên ne ewle, ji ber ku dibe programên parastinê bibin sedema ku hin kes bikaribin derbasî alavê bibin, lê hebûna aplîkêşinên ne ewle teqez dibe sedema derbasbûna alavê.

– Xala Çarem

ji ber pêdivîya bi bikaranîna hejmareka mezin a program û aplîkêşinan yên ku ne her dem bêpere ne, carinan jî nirxbuha ne (mîna sîstema windowsê, programên microsoft office, programê dîzaynê yê photoshop, programê WinRAR û gelek aplîkêşin û programên din) hejmareka kesan berê xwe didin crackê ya ku programên parastî û bipere, bêpere bo me berdest dike.

lê piranîya programên crackê ne ewle ne û metirsîyên wan li ser alavan hene.

Puxteya Çarem

Eger kirîna programên xwestî ne berdest be, divabe programên hakkirî neyên bikaranîn, li çûna wan dibe ku program û aplîkêşinên bêpere û xwedî jêderên vekirî werin bikaranîn.

Di vê lînk de hûrgilîyên metirsîyên crackê hene her weha lînkên hin programên alterantîv ên ewle

Metirsîyên bikaranîna Crackan çi ne? Çareyên alternatîv çi ne?

– Xala Pêncem

Nûtirîn şêwazên bikarhatî ji bo hakkirina alavan, ew e bikaranîna nameyên ku lînk û dosya (pêvek) ên ziyanker di nav wan de hene. Qurbanî tê xapandin da ku pê li lînkê bike, ew jî malperekê vedike an berê te dide malpereka ziyankar dibe sedema ku programên xirab dakevin. an jî qurbanî tê xapandin da ku pêvekê daxe pê re jî programên ziyanker dakevin. Ev yek dibe sedema çavdêrîya û kontrolkirin an jî derbasbûna bo alavê.

Dibe ev name bi rêya emailê bên an bi rêya nameyên SMS an bi rêya medyaya civakî mîna Whatsapp, Signal, Wire, Telegram, Facebook, Messanger, Skype …hwd ji aplîkêşinan. An jî bi rêya rêklamên ku QR di wan de heye.

Puxte

divabe her nameya ku lînk û pêvek tê de hebin cihê gumanê be, nemaze ya ku ji alîyekî nenas ve tê.

dema ku nameyê cihê gomanê ji hêla kesekî naskirî ve ji me re tê, divabe em ji wan teqez bikin ji ber ku hejmareka mezin a hakkirinên çavdêrkirî hene ku name ji hêla akawntên hakkirî hatiye şandin.

Di vê lînkê de hûrgilîyên nameyên xapandinê û çawanîya danûstendina bi wan re heye

 

Dawîyê, tu çare/ alav/ program/ aplîkêşin ji bo parastina têkûz tuneye, her weha tu alavên parastî ji gefên teknîkî jî tunene.

Parastina sereke bi rêya bikaranîna alavan li gor nîşeyên li jorê ye. Her weha giring e ku hin program û aplîkêşinên parastinê werin bikaranîn mîna (AntiVirus).

Di vê lînkê de şiroveya şêwazê karkirina vîrûsan û çawanîya xweparastinê ji wan heye.

Her weha gerek e zêdekên ne ewle yên broserê neyên daxistin li gel bikaranîna hinên ku taybetî û ewlehîyê diparêzin.

Di vê lînkê de Zêdekên giring pêşniyarkirî ne

Her weha giring e aplîkêşinên şîfrekirina pêwendîyan werin daxistin.

Di vê lînkê de hejmareka programên şîfrekirina pêwendîyan û çawanîya aktîvkirina wan heye.

Hejmareka nîşeyan ..

*Hebûna programên parastinê li ser alavê dibe ku karê wê giran bike lê ew giring in.

*Eger programên ziyanker li ser alavê hebin, wê çaxê bandora programên parastinê tuneye! Ji lew re, dema ku metirsîya tu lînkê hebe, gerek e alav were format kirin.

 

Dawî