Xweparastina ji Vîrûsan

Xweparastina ji Vîrûsan


 

Rojnameger her dem di bin gefa êrîşên êlêktronî de ne, bi armanca astengkirina karên wan an bi armanca sîxurîyê ji bo wergirtina agahîyên wan û ên kesên ku bi wan re têkildar in.

Giringtirîn şêwazên armanckirina karmendên di warê rojnamegerîyê de bi rêya vîrûsan e. ji lew re, divabe xwe ji wan û ziyanên wan biparêzin.

Axaftina li ser çawanîya xweparastina ji vîrûsan bi rêya çar xalan e:

  • Virûs çi ye
  • Çawa kar dike
  • Metirsîyên wan çi ne
  • Çawanîya parastinê

 

Vîrûs çi ye? an jî weke nav lê tê kirin, programên xirab

Ew programek e, ji bo gorevekê hatiye çêkirin. weke xirabkirina sîstemê – xirabkirina dosyayên di aalavê de – veguhestina dosyayan ji alîyê çêker bo alîyê ku vîrûs li ser bi kar tê – sîxurîya li ser alavê – çavdêrîya kar û çalakîyên li ser alavê … her weha gelek karên din mîna:

  • Xirabkirina sîstema alavê
  • Xirabkirina dosyayên di alavê de
  • Kontrolkirina alavê

Li gel gelek karên din

Nîşe

  • Vîrûs bi xwe çênabin. divabe alîyek an kesek çêbike.
  • Vîrûs dikarin ji alavekê werin veguhestin bo yeke din.

 

Vîrûs çawa kar dike?

 

Weke ku hate nîşandan, Vîrûs programek e xwedî gorevekê an gelek gorevan e.

Derbarê çawanîya karê vîrûsan, em ê mînaka aplîkêşineka telefonê bigirin dest, mîna Whatsapp an Facebook Messanger.

Dema daxistina aplîkêşinê li ser telefonê û amadekirina wê, ew ê nameyan wergire bêyî destwerdana me  *tenê hewcee ye program were daxistin û înternêt hebe

Mînakek din, programa destnîşankirina cih, di dema daxistina programê û vêxistina wê, ew ê cihê me destnîşan bike *tenê hewce ye program were daxistin û destnîşankirina cih were aktîvkirin

Bi awayekê wisa vîrûs kar dikin, dema ku vîrûs li ser alavê hebe, ew bi karê ku ji bo wî hatiye çêkirina radibe. cudahîya di navbera aplîkêşin û vîrûsan de ew e ku em aplîkêşinan dadixin ser alavên xwe, lê vîrûs hatiye çêkirin da ku bi xwe dakeve, bêyî ku em zanibin

 

Çawa vîrûs digihên alavên me?

 

Gelek şêwaz hene ku vîrûs bi rêya wan bigihên alavên me, mîna:

  • dema bikaranîna (flash)ekê an Memory card an hardekê ku vîrûs tê de be an vîrûs li ser kompîterê hebe. *Vîrûs bi xwe dadikeve ser alavê.
  • dema daxistina programekê ne cihê bawerîyê û vîrûs di hundirê wê de hebe. *Vîrûs bi xwe bi programê re dadikeve *Mînak: Kesên huker çapên sexte ji hin programan çêdikin (Mînak: çapeka sexte ji programa WinRAR an WinZipê. Çapeka sexte ji programa Whatsappê. Çapeka sexte ji programên Microsoft Officeê …hwd). an dema bikaranîna hin Crackên programan an programên Crackkirî.
  • Dema seredana malperekê ne cihê bawerîyê an dema pêlkirina lînkeka xirab *wê çaxê vîrûs dadikeve ser alavê an ser broserê
  • Dema daxistina û vekirina dosyayan ji jêderên ne cihê bawerîyê. Mînak: daxistina fîlmekî, pirtûkekê, wêneyekê, dengekî an dosyayekê …hwd, ji malperekê ne cihê bawerîyê. An dosyayên bi rêya emailê an medyaya civakî digihên me “nemaze ji alîyên nenas”

*Bo xwendina li ser endezyarîya civakî: https://salamatechwiki.org

her weha divabe bikarêner agahdar be dema ku alavekê bikarhatî dikire, dibe ku vîrûs tê de hebe.

 

Bikarêner çawa dikare xwe ji vîrûsan biparêze?

 

Du gav hene dikarin me ji vîrûsan biparêzin.

Gava yekem teknîkî ye, bi rêya:

  1. daxistina programeka antivirusê ya cihê bawerîyê li ser alavên xwe (kompîter. telefon).
    *Kompanîya Avira çapeka bêpere ji programên xwe yên dijî vîrûsan berdest dike, hun dikarin bi rêya vê lînkê daxin: https://www.avira.com/en/free-security-suite
  2. Nûkirina programên Antivîrûsan bi awayekî berdewam. *ya baş ew e ku bijardeya nûkirina automatîk were aktîvkirin.
  3. Paqijkirina alavê bi rêya progarmê.
  4. aktîvkirina (Fire Wall)ê ji programa dijî vîrûsan.
  5. Teqezkirina ku vîrûs di kert an hardên derveyîn de tunene dema ku bi alavê ve tê girêdan. *gerek e çi kertên ne cihê bawerîyê bi alavê ve neyê girêdan.
  6.  Dûrketina ji kodên QR, nemaze yên li ser rê an deverên giştî. *dibe ku koda QR berê te bide malpereka nepaqij û programeka xirab li ser alavê were daxistin.

 

Gava duyem, hin rêkar in dikarin me ji metirsîyên vîrûsan biparêzin:

  • Gerek e lînk û dosyayên ji alîyên nenas ve ji me re tên, neyên vekirin. li gel agahdarîya di danûstendina li gel dosya û lînkên ku ji alîyên nas ve digihên me, ji ber ku huker berê xwe didin çêkirina hîsabên bi nav û wêneyên kesên ku em wan nas dikin an jî dikevin hîsabê kesekî an kesekê em wî/wê nas dikin û pêwendîyê bi me re datînin.
  • Memosy Card an Hard Disc an telefonênn xwe bi alavên ne cihê bawerîyê an yên ku programên dijî vîrûsan di wan de tunene ve girê nede, nemaze yên ku li cihê kar tên bikaranîn.
  • Program û aplîkêşinan ji malperên fermî yên kompanîyan daxin û aplîkêşinan li ser telefonan daxin ji bilî yên di bazarên wan ên fermî de.
  • çapeka yedek ji programên giring çêke û li devereka ewle biparêze (ne li ser heman alavê).
  • nûkirina berdewam bo aplîkêşin û programên ku em bi kar tînin.

Dibe ku hun aplîkêşin û malpera Virus Total bi kar bînin ji bo fehskirina lînk û dosyayan berî pêlkirina wan. Malpera Virus Total: https://www.virustotal.com

*Nîşe: Dema fehskirina dosyayekê li ser Virus Total, wê çaxê dosya bi kompanîyê re tê biparvekirin.

Li gel gavên borî, hun dikarin sîstema Linuxê bi kar bînin, ew jî sîstemeka kompîteran a bêpere ye û ji Windows û Mac parastîtir e ji hêla vîrûsan.

Hin nîşe:

  • Tu program an aplîkêşin tunene ku karibin 100& alavê biparêzin.
  • Tu alav an sîstem tuneye ku programên xirab û vîrûs nakevin hundirê wê.
  • hebûna gelek programên parastina ji vîrûsan li ser alavekê wê bêhtir naparêze. Berovajî! pirbûyîna programên AntîVîrûsan karên alavê astengdar dike.
  • Hin vîrûs dikarin ji alavekê bikevin yeke din dema ku her du alav li ser heman torê bin (Tora ofîsê an tora WiFiyê).
  • dema kirîna alaveka ne nû, gerek e Factory Reset jê re were çêkirinberî ku were bikaranîn her weha gerek e were formatkirin û sîstema wê ji nû ve were daxistin.

 

Nîşeya dawî, dema ku:

  • Alav giran be
  • ronahîya kamîrayê ji nijka ve vêkeve
  • programek an gelek program bi xwe vebe û were girtin
  • pencere vebin û werin girtin dema vêxistina kompîterê
  • vemirîna programa vîrûsan
  • an jî tu ji hêla kesekî nas ve hate agahdarkirin ku nameyek ji hîsabekî te ji wan re hatiye şandin (bê ku agahîya vê yekê li cem te hebe)

Ev nîşanên ku vîrûs an programekî xirab di alava te de heye, ji lew re gerek e tu internetê li

ser alavê qut bike û şîreta pisporekî teknîkî bigire.

 

 

Dawî