Programên Telefonan

Programên Telefonan


 

Dema daxistina aplîkêşinan ser telefonê, ev aplîkêşin destûran dixwazin ji bo derbasbûna telefonê, mîna: gihaştina bo agahîyên pêwendîyê, memorîya telefonê, cih, kamîra, pêwendî û gelekên din.

Kompanîya Googleê bi rêya Google Playê ji xwedîyên aplîkêşinan dixwazin ku destûrên programên wan dixwazin eşkere bikin, di encamê de destûrên program dixwaze di dema daxistinê de diyar dibin.

lê programên ku li ser telefonên sîstema IOS kar dikin, destûr piûtî daxistinê diyar dibin.

Armanca destûrên program dixwazin çi ne?

destûrên ku program dixwazin ji bo gihaştina bijarde û agahîyan, rê dide programan ku bi karê xwe rabin.

Mînak: dema daxistina programa pêwendîya nivîskî û ya bideng (Whatsapp an Signal an Wire an Telegram) pêdivîya van programan bi gihaştina bo keyboardê heye (da ku tu karibî nameyan di programê de binivîse), her weha pêdivîya gihaştina bo maykrofonê heye (ji bo çêkirina pêwendîyên dengî û nameyên dengî), her weha pêdivî bi gihaştina bo kamîrayê heye (ji bo çêkirina pêwendîyênn dîtbar an kişandina wêneyan), û alîyên pêwendîyê (ji bo destnîşankirina navê kesan).

an dema daxistina programeka wêneyan, pêdivî bi gihaştina bo stodyoyê heye (ji bo bijartina wêneyan) pêdivîya hinan jî bi gihaştina bo keyboardê heye (ji bo tevlîkirina nivîsan li ser wêneyan).

Gelo ev program tenê destûra tiştên pêwîst dixwaze?

Na!, hin program destûrinan distînin ku pêdivîya programê pê tuneye.

 

Mînak: programeka kontrolkirina ronahîya flaşa telefonê.

Tê dîtin ku program doza gihaştina bo cih, kamîra û wêneyan dike

ev destûr ne cihê baweîyê ne ji ber ku tenê pêdivîya programê bi ronahîya telefonê heye.

 

Hin aplîkêşinên ku destûrên wan ne di cih de ne, armanca wan berhevkirina agahîyan e bo gelek armancan mîna rêklaman, hin program jî armanca wan xirab e.

 

Di versyonê windowsê yên berî 6.0, ne pêkan bû kontrolkirina destûrên programan, divabû em xwe bispêrin programekê ku alîkarîya me û betalkirina destûran bike. lê ji versyona 6.0 û pê de, bikarêner dikare destûran kontrol bike (betalkirina aktîvbûyîna destûran bo her programê) mîna telefonên sîstema IOS.

Ev nivîss der barê hûrgilîyên destûrên programan de ye

 

Tevî ku kompanîya Googleê ji xwedîyên programan dixwaze ku destûrên pêwîst ji programê re diyar bikin, lê hin programan karîbû protokola sîstema androidê derbas bikin û agahîyên bikarêneran bê destûr bi dest bixin. Hûrgilî di vê lînkê de ne

 

Ji lew re, di dema daxistina programekê de, gerek e:

Ev beş ji nivîseka malpera Selamtek Wîkî ye lê edîtekirî ye

  • daxistina programan ji bazarên cihê bawerîyê mîna Google Play Stor, ne ji deverên ne cihê bawerîyê an cihên ku jêdera wan ne diyar e.
  • Ji nasname û rastîya xwedîyê/xwedîya programê teqez bin .. her weha programên alîyên nenas danexin.
  • Nerînan baş bixwînin da ku hun programê nas bikin, nemaze nerînên girêdayî taybetî û ewlehîyê. yên ku nerîn li ser wan neyênî bin danexin.
  • Li destûrên xwestî vegere û yên ku gelek destûran dixwazin danexin, an yên ku jêderên wan cihê metirsîyê ne li ser taybetî û ewlehîya we heye.

 

Lîsteya giringtirîn destûrên sîstema androidê:

Ev beş ji malpera Selamtek Wiki ye:

Metirsî Şîrove Destûr
Ev destûr bimerirsî ye û nabe bê dayîn ji bilî aplîkêşinên pêwendîyê mîna Skypeê Çêkirina pêwendîyên telefonî bêyî destûra bikarêner Directly call phone numbers
Ev destûr bi metirsî ye û nabe bê dayîn ji bilî bo aplîkêşinên nameyan yên naskirî Şandina kurtenameyan Send SMS messages
Wateya vê destûrê ku aplîkêşin dikare agahîyan deyne û edîte bike û hilîne, ev destûr giring e û dibe pêdivîya gelek aplîkêşinan bê hebe. Modify or delete USB storage
Nabe bê dayîn ji bilî bo aplîkêşinên têkilîya civakî Sererastkitina alîyên pêwendîyê. Pêdivîya programên medyaya civakî û pêwendîyan pê heye. Read and change my contacts
Nabe bê dayîn bo aplîkêşinên têkilîya wan bi lêgerînê tuneye, mîna lîstikan. هذا الإذن تحتاجه متصفحات الإنترنت وبعض وسائل التواصل الاجتماعي Bookmark web pages and read web history
Nabe bê dayîn ji bilî aplîkêşinênn ku tu dizanî çi karî dike Xwendina agahîyên taybet bi programên din, destûreka giring e û pêdivîya programan bi giştî pê tuneye. Read sensitive log data
Divabe mirov agahdar be dema ku vê destûrê bide, tê wateya pêkana diyarkirina cihê te bo berpirsên programê. Naskirina rewşa telefonê, du alîyên wê hene, pêdivîya programan bi wan heye da ku karibin aplîkêşinan bisekinînin û telefonekê werbigirin, lê aplîkêşin dikare jimara IMEI û IMSI bi dest bixe, wisa cihê te nas dike û dibe ku nameyê bişîne bo xwedîyên programê. Read phone state and identity
Divabe mirov agahdar be dema ku vê destûrê dide ji ber ku tê wateya destnîşankirina cihê te bo xwedîyên programê. Destnîşankirina cihê te bi rêya setelaytan, pêdivîya gelek programan pê heye mîna yên nexşeyan û dema nimêjê. Find GPS Location
Divabe mirov agahdar be dema ku destûrê dide ji ber ku tê wateya diyarkirina cih bo berpirsên programê. Diyarkirina cih bi rêya torên girêdayî bi telefonê ve.programên mîna yên nexşeyan pêdivîya wan pê heye. Coarse Network-based Location
Bluetoothê di telefonan de vêdixe û pêdivîya programên veguhestina agahîyan pê heye. Create Bluetooth connections
Ev destûr metirsîdar e ji ber ku rê dide programan bi înternetê ve têkildar bin bê ku agahî li cem te hebe. Ji vê destûrê agahdar be. Ev destûr rê dide programan ku înternetê bi kar bîne. pêdivîya gelek programên girêdayî înternetê pê heye. Full Internet access
Naskirina rewşa WIFIyê di telefona te de/ View Network status / Wi-Fi state
Eger di lîskekê de hate xwestin gerek e tu aktîv nekî Destûreka hestdar e pêdivîya hemû programan pê heye mîna Facebook, Google û Twitterê Birêvebirina hîsabên êlektronî / Manage Accounts
Bikaranîna nav û passwordê yên hîsaba te Use credentials
dibe ku aplîkêşinên xirab vê destûrê bixwazin ji bo daxistina dosyayên xirab. Ji lew re ha jê hebe nede programên netêkildarî bazara fermî Ev destûr rê dide programê ji bo daxistina programinên din. mîna Google Play. Install Packages (Apps)
Program dikare bi rêya vê destûrê telefonê ji derbasbûna rewşa xewê. programên vîdyo û dengan bi kar tînin. Prevent phone from sleeping
Ev destûr rê dide programan ku hîsaban bi hev ve girê bide Read sync settings
dibe hin programên xirab bi kar bînin ji bo sîxurîyê. di encamê de divabe aplîkêşinên bê sedem doza vê destûrê dikin werin hilanîn. Tu dikarî li Cam Cover vegerî Ev destûr rê dide programê ku kamîrayê vêxe û wêne û vîdyoyan bikişîne. Kişandina wêne û vîdyoyan , Take Photos or Video

قد تستخدمه بعض التطبيقات الخبيثة للتجسس عليك. بالتالي يجب الاستغناء عن التطبيقات التي تطلبه دون سبب أو حاجة لها. يمكنك هنا أيضا مراجعة غطاء الكاميرا Cam Cover

 

Dawî