Hin şîret bo rojnamegerên ku li herêmên metirsîdar kar dikin

Pêdivîya karê ragihandinê bi gelek çûn û hatina di nav herêm û deveraan de li gor kar, heye. Li hin herêman seytereyên dayim û li hinan jî yên nûçêkirî hene, ji lew re dibe ku hin rojnameger an karmendên di warê ragihandinê de rastî vekolînê di alavên xwe de bên, ji lew re hin şîret hene divabe rojnameger û karmendên di warê ragihandinê de bi wan agahdar bin:

  1. Dema ku komputerê te di hatûçûnê de bi te re be divabe tu ji hemû hîsabên xwe yên bikarhatî (email, facebook, twetter û yên din) derkeve.
  2. Aplîkêşinên gihaştina bo hîsaban (email, facebook, twitter …) bi kar neîne, li şûna wê bi rêya gerokên wêbê hîsabên xwe veke û dawîyê ji wan derkeve.
  3. (filaş, hard an alav;n embarkirinê) yên ku agahî di wan de hene bi xwe re negerîne.
  4. Tu agahî an dosyayên dibe naskirina wan cihê metirsîyê be ji bo te, li ser telefona xwe û komputera xwe nehêle, tu dikarî weke mînak hilde ser Google Driveê.
  5. Wêne, vîdyo û dengn yên dibe ku metirsîtya wan ser te an ser hin kesan hebe, li cem xwe nehêle, ne li ser kamîra, telefon ne jî li ser alava qeydkirina dengan.
  6. Hilanîna nameyên SMS, vîdyo û wêneyên şandî û hatî ji medyaya civakî yên dibe ku metirsîya wan ser te an ser hin kesan hebe. *teqez be ku te wêne, vîdyo û deng ji aplîkêşinê û stodyoya telefonê hilanîne.
  7. Nameyên (hatî û şandî) bi rêya malperên têkilîya civakî, nimûne Facebook an email, yên dibe ku metirsîya wan ser te an ser hin kesan hebe, hilîne.

Egera metirsî û gefxwarinê heye û cudahî di nav herêm û alîyên kontrolê dikin heye, ji lew re divabe rojnameger û karmendên di warê ragihandinê de metirsî û gefan bidin ber çavên xwe û agahdar bin.


01.02.2019


رخصة المشاع الابداعي  Rêdan ji hêla Rêdana Afrênerîya Gişgir hatiye dayîn