Rêxistina Meda ya geşepêdana çandî û hizirî bi alîkarîya Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê û weşanxaneya Levante Berlin Verlag, destpêka pêşbirka behreya wêjeyî ya Sûrîyeyî radigihîne, ku xelatên karên behreyî dê bigihê nivîskarên Sûrîyeyî yên ku sîh û pênc sal derbas nekirine di van waran de: Helbest, Roman, Kurteçîrok, şano û wêjeya zarokan.
Helbest: divabe dîwan bi Erebîya petî be û hejmara pelan ji 120an ne kêmtir be.
Roman: hejmara gotinan ji 30 hezar gotinî ne kêmtir be.
Kurteçîrok: hejmara pelên kurteçîrokan ji 120an ne kêmtir be.
Şano: divabe şano bi Erebî petî nivîsî be û ji 40 rûpelî ne kêmtir be.
Wêjeya Zarokan: ji bo kesên di nav 8 û 12 salan de ne.
Mercên Beşdarîyê:
- Temen ne zêdeyî 35 salan be.
- Kar nehatibe belavkirin.
- Karê pêşîn ê nivîskar di warê pêşbirkê de be
Dîroka dawî ya wergirtina deqên şandî: 31/12/2017
Encamên pêşbirkê roja şemîyê; 17/3/2018an tên ragihandin.
Bo naskirina hûrgilîyên din, serî bidin rûpela Rêxistina Medayê
Bo têkilîdanîna bi rêya êmailê: : [email protected]