Çalakveneke Kiwêtî girtî dikeve lîsteya dawî ya xelata navdewletî bo mafên mirovan

30/3/2017

” pêdivîya min bi berevanîya di ber mafên mirovan de hebû ji ber ku min dixwest ez tûndîya hêzên ewlekarîya dewletê û polîsên dijatîya pevçûnan li dijî xwepêşandanên gel bihetikînim.ez wêneyan dikşînim, fîlman çêdikim û tundîya wan eşkere dikim, ji lew re hikûmet dixwaze min bisekinîne”.

Çalakvanê Kiwêtî; Ebdulhekîm Elfedlî dikeve nav her pên kesên dawî yên hilbijartî bo xelata Frontline defenders sala 2017an ya taybet bi berevankerên mafên mirovan ên di bin metirsîyê de û yak u salane li Irlandayê tê dan. Ebdulhekîm nuha di zindanê de ye, cezaya wî saleke zindan e bi tometa çalakîyên wî yên aştîyane weke nûner ji kesên (Bîdûn) yên ku ji nasnameyê hatine bêparkirin û gelek kêm netewên din jî li kiwêtê.

Ji nav 142 bijarîyên ji 56 welatan, îroj li Diblinê, endamên komîteya berpirsiyar pênc berevankerên mafên mirovan ji Nîkaragwa, Okraniya, Viyêtnam, Başûrê Afrîqa û Kiwêtê, hilbijartin. Ev xelat salane digihê berevankerekî mafên mirovan ku çalakîyeke bibandor der barê parastin û çesipandina mafan di nav civaka xwe de, pêşkêş kiriye.

Di dema ragihandina lîsteya dawî li Diblinê, di 30ê adarê de, rêvebirê cîbicîkar; Andro Anderson ji Frontline Defendersê re got: ” ev pênc berevanker îradeyeke li himber gelek metirsîyên ku gefê li jîyana wan dixwe, pêşkêş dikin”.

Her pênc namzetên xelata 2017an li gel malbatên xwe gel êş kişandine û rastî gelek astengîyên qanûnî, gefxwarinê, cezayên zindanê û tirsandinê hatine. Ji lew re, Frontline Defenders li ser parastina wan kar dike  ku hebûna wan jib o civak û welatên wan pir giring e.

Her weha Anderson berdewam kir û got : “berevankerên mafên mirovan ji me re dibêjin ku piştgirîya navdewletî tiştekî zindîye ji bo wan bitaybet ji ber ku hikûmet û kompanî dixwazin berxwedana wan a aştîyane gemar bike û yasayîyaji ser karên wan hilîne”, “ev xelat rêzgirtineke bo qehremanîya Nonil, Franşîska, Ebdulhekîm, îmêl û Fam e, ji ber berxwedana rojekê jî nehatiye jibîrkirin û em piştgirîya liberxwedana wan dikin”.

“Bîdûn” têgeheke ku tê wateya wan kesên  ku li Kiwêtê ji nasnameyê hatine bêparkirin û nikarin bigihêjin tu kaxezên fermî ji dewletê, weke mînak; bawernameya zayînê, ya mirinê û ya zewacê. Ebdulhekîm nuha di zindanê de ye û dibe ku piştî serbestberdanê ew ji welatê xwe were bidûrxistin. Di dema zindankirina wî de, Ebdulhekîm gelek caran ketiye girêva birçîbûnê de ji ber rewşa tendurustî û mirovî ya nebaş di zindanê de.

Nivîskara Viyêtnam Fam Sane Ngîyan, ji ber karê wê di belavkirina binpêkirinên mafên mirovan û berevanîya di ber malbatên nêçîrvanên ku ji alîyê dewrîyên çînî hatin kuştin. Çar salan di zindanê de ma. Piştî berdana wê ew di bin bicihbûna neçarî de ma, di wê çaxê de gelek kampanîyên mafên mirovan bi rê ve birin û di damezrandina tora Vîyêtnamîyan ya navdar de beşdar bû. Êrîş li ser mala Fam hate kirin û ew ji seredana pijîşkê xwe hate qedexekirin û xanîyê wê ji derv eve hate kilîtkirin. Fam ji gelek êrîşên ku karê wê yê bihêz û aştîyane armanc dikirin, sax derket.

Êmîl Korbîdînof, ji teterên Qermê ye, parêzerê mafên mirovan e. ji dema dagîrkirina Yekîtîya Rûsiyayê ji Giranê Qermê re, Êmîl berevanîyê di ber mafên kênetewên çewisandî li Qermê û çalakvanên sivîl û rojnamevanan dike. Ew li ser pêşkêşkirina piştgirîyê di rewşên awarte de û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan di demên şer de kar dike. Di rêbendana 2017an de, kesine rûpêçayî ji navenda dijatîya radîkalîsmê de li Qermê Êmîl revandin û ew ber bi nivîsgeheke navxweyî girêdayî dezgehên ewlekarîya rûsyayê ji bo lêpirsînê birin. Dadgeheke navxweyî bi tometa “belavkirina navê rêxistinine radicalism” ew deh rojan zindan kir.

Nonil Mbosoma di liberxwedana xwe de ji mafên xak û jîngehê li Kapa rojhilatî li Başûrê Afrîqayê tevî gelek hewldanên kuştinê her weha kuştina rêhevalê wê, berdewam bû. Nonil damêzrêner û endameke komîteya cîbicîkar ya Komîteya kirîza Amadîbayê ye, ku ji bo yekkirina endamên civakê li pênc gundên desthilata hoza Amadîbayê hatiye avakirin. Di tîrmeha 2016an de, Nonil û çalakvanine din karîbûn gelek kesan neçar bikin ku xwe ji projeya Tîtanyomê bikşînin, lê hê jî gef li çalakvanan tê xwarin ji ber ku civak nuha di tirsa berdewamîya projeyê ye bi rêya peredayîna kompanîyê navxweyî.

Zarokên berevankera mafên mirovan; Franşîska Ramîrîz Torîs, weke hewldanekê bo rawestandina karê wê li dijî projeya kenala okyanosî ya wêranker li Nîkaragwayê, hatin êrîşkirin. Franşîska kordînatora encumena berevanîya di ber xak, derya û serwerîyê de ye ku li ser vekirina çavên civaka ji bo naskirina mafên xwe kar dikin û gelek kampanîyên desteserkirina xakan betal dikin. Ev kenal dê gelek cotkaran û xwedîyên xakê bi bêheqî ji warê wan dûr bixe û derbeder bike. Franşîska hate girtin û astangkirin û mala wê jî hate êrîşkirin, sedem jî ew bû dijatîya wê ji vê projeyê re.

Navê kesê ku dê xelata Frontline Defenders 2017wergire, dê di şahîyekê de li hola şaredarîya Diblinê roja înê 26ê gulanê di saet 8ê sibê de, were ragihandin.

Bo agahîne din, têkilî li gel:

Erin Kilbride,

Kordînatora ragihênerî li Frontline Defenders, deyne.

[email protected]

00353857423767