Di 9ê mijdara 2017an de, Navenda Ewropayî ya Mafên Mirovan li gel 13 jin û mêrên Sûrîyayî û her du parêzer Enwer Elbunî û Mazin Derwîş, Gilîyek pêşkêşî dozgerê giştî yê alman der barê tawanên dijî mirovahîyê û tawanên cengê de li Sûrîyayê kir.
Komîserîya Ewropayî ya Mafên Mirovan bi alîkarîya Navenda Sûrîyayî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî – Almanya û Dezgeha Heinrich Böll, hemû kesên saxmayî û çalakvan û parêzer her weha lêkolînerên li ser asta niştîmanî û navdewletî ji nav wan jî Catherin Marchi-Ohel seroka Mîkanîzma Navdewletî ya Serbixwe û Bêalî bo lêpirsîna di tawanên metirsîdar de li Sûrîyayê, li hev civandin. Hemûyan behsa xebatên vekirina lêpirsînan yên nuha û siberojê li Sûrîyayê kir. Yek ji rûniştinan taybet bû bo hevkarîya di nav saxmayan û civaka sivîl de, ku ew kes koka gilîyê li dijî berpirsên pilebilind di hikûmeta Esed de li Almanya ne. rûnişûtina duyem bal kişand ser kêmasîyên di bibelgekirinê de û zehmetîyên parastina delîlan.