Yemen: cezaya bidarvekirinê bo peyamnêrê navdar Yihya Elcibêhî bi tometa sîxorîyê, hate birîn û Amojgeha Navdewletî ya Rojnamegerîyê doza berdana demlidest dike

Amojgeha Navdewletî ya Rojnamegerîyê di daxuyanîyekê de roja 13ê nîsanê got ku divabe çekdarên Hûsî li Yemenê di cih de rojnamevanê navdar ê ku bi cezaya bidarvekirinê bi tometa sîxorîya bo Erebistana Siûdîyê hatiye dadgehkirin, berde.

Dadgehekê li Senayê sizaya xwe li çalakvan Yihiya Elcibêhî yê ku ji 6ê îlûnê ve girtîye, bi tometa alîkarî û sîxorîya bi (dewleteke dijmin ) re, birî bû.

Ji alîyekî din ve, wezîrê mafên mirovan yê berê li Yemenê ev yek bi (dadgehkirina qerfok) pesin da, Elcibêhîyê 61salî bi alîkarîya hêzên alîgerên hikûmeta li Edenê bi serokatîya Ebidrebeh Mensûr Hadî, hatiye tometkirin. Elcibêhî rastî tometên Têkilîya li gel dewleteke bîyan, pêşkêşkirina raporan bo Erebistana Siûdîyê, her weha sîxorî û alîkarîya hêzên dijber di kuştin û êrîşên li ser herêmên di bin destê hûsîyan de.

Di sala 2015an de, hêzên hevpeymanîyan bi serkirdayetîya Siûdîyê operasyoneke leşkerî bo piştgirîya hikûmeta Hadî, piştî kontrolkirina Hûsîyan li ser Senayê û hilanîna Hadî, dabû destpêkirin. Di vî şerê ku gihaşte rêyeke girtî, her du alî bi bicihanîna binpêkirina mafên mirovan hatin tometbarkirin, ku bi melyonan li welatên herî xizan di cîhanê de gihan asta ber bi birçanê ve.

Ajansa Nûçeyan ya Yemenê (Seba) ya ku ji alîyê Hûsîyan ve tê kontrolkirin, got ku Elcibêhî ji sala 2010an ve mûçeyan ji Siûdîyê werdigire, her weha Elcibêhî bi (gihandina ziyanên leşkerî, siyasî û abûrî bo Yemenê) hate tometbarkirin.

Lê Sendîkeya Rojnamevanên Yemenî ev siza şermezar kir û ew bi (sizayeke ne destûrî) wesif da. Her weha sendîkeyê got ku ev dadgehkirin (keyfî) ye û Hûsî bi dijatîya azadîya rojnamegerîyê tometbarkirin.

Elcibêhî rojnamevanekî navdar e, bi nivîsên xwe li Yemenê hetiye naskirin. Ji rojnameyên Siûdî mîna (Ûkaz û Elmedîne) re nivîsandiye, her weha ji rojnameyên Yemenî re.

Rêvebirê Desteya Berevanîyê û Têkilîyan li Amojgeha Navdewletî ya Rojnamevanîyê Steven M. Ales, sizaya bidarvekirinê şermezar kir.

” Karê birêz Elcibêhî yê rojnamegî yê balkêş, derewên van tometan dide xuyakirin” . “divabe rojnamevan di nûçeyên xwe de li ser asta navxweyî û navdewletî azad bin bê ku ew bi sîxorîyê werin tometbarkirin. Em doza berdana birêz Elcibêhî dikin û ji hemû alîyan dixwazin ku li ser vê yekê kar bikin” her weha” çi hewldan bo bicihanîna vê sizayê dê tawaneke metirsîdar be.”

” li gor desteya çavdêrîya mirinê di Amojgeha Navdewletî ya Rojnamegerîyê de, Yemen yek ji welatên herî metirsîdar e bo rojnamevanan ku herî kêm 14 kesan ji ber karê xwe, ji destpêka 2015an ve, jîyana xwe ji dest dane.