Uman: Hemahengîya Umanê ya Mafên Mirovan doza serbestkirina çalakvanê înternêtê Hesen Elbeşam dike

Hemahengîya Umanê ya Mafên Mirovan ku di adara 2018an de hatiye damezrandin û ji Navenda Xelîcê ya Mafên Mirovan, Komeleya Umanê ya Mafên Mirovan û Navenda Welatîyê Azadîya Rojnamegerîyê pêk te, doza serbestkirina çalakvanê înternêtê Hesen Elbeşam dike, bi awayekî demlidest û bê şert û merc dike ji ber ku berdewamîya zindankirina wî binpêkirineke mafê wî yê azadîya derbirînê ye.

Di 17ê îlona 2015an de, Hesen Elbeşam ji ber fermaneke ewlekarîya hundirîn hate girtin û di 23yê îlonê de hate serbestkirin lê piştî du rojan di 25ê îlona 2015an de cardin hate girtin û rastî lêpirsîneke demdirêj hat.

Di 13ê hizêrana 2016an de, dadgeha sezakirinê li Seharê piştgirîya sezaya pêşîn a 3 salên zindanê dijî Hesen Elbeşan ji ber karê wî di warê mafên mirovan de kir. Ew bi tometên mîna “bikaranîna tora agahîyan ji bo piskirina nirxên olî’ û “pîskirina Sultan” hate tometbarkirin her weha 500Riyalên Umanî jê hatin xwestin lê ev yek hate hilanîn.

Hêjayî gotinê ye ku di 17ê rêbendana 2017an de, dadgeha bilind sezaya pêşîn a 3 salên zindanê betal kir û vegerand dadgeha sezakirinê. Ev yek jî ji ber nebaşîya rewşa wî ya tendirustî. Dadgehê paşguhkirina daxwaza tîma berevanîyê ji bo rewşa tometbar a tendirustî li ber çavan stend.

Tevî wilo jî, dadgeha sezakirinê li Mesqitê di 19ê mijdara 2017an cardin piştgirîya sezaya pêşîn kir. Raporan diyar kir ku dadgeha sezakirinê nehişt tîma berevanîyê raporên xwe diyar bike.

Hesen Elbeşam di 25ê mijdara 2017an de li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandibû “bi xatirê we heval û hogirên min …” roja din kete zindana Semail ya navendî ji bo sezayê.

Hesen Elbeşam çalakvanekî înternêtê ye û gelek nivîsên wî hene di wan de berevanî di bar girtîyên nerînan de kiriye her weha hin çalakîyên din li ser asta civakî û mirovî. Ew di sala 2011an de tev li xwepêşandanên bihara Erebî bû ku daxwaza wan li Umanê xweşkirina rewşa civakî bû her weha dijatîya sextekarîyê bû.

Hemahengîya Umanê ya Mafên Mirovan ji desthiltên Umanê dixwaze ku hemû tometên li dijî wî ji hole; bê merc, rake. Hemahengî dibîne ku armanckirina wî beşekî armanckirina bervankerên mafên mirovan û çalakvanên înternêtê ji hêla ewlekarîya hundirîn li Umanê ye û ev yek gefê li azadîya derbirînê li welat dixwe.

Hemahengîya Umanê ya Mafên mirovan doza van yekan dike:

1.      Serbestkirina berevankerê mafên mirovan Hesen Elbeşam bê şert û merc ji ber ku sezaya wî ji hêla gelek dadgehan ve hatiye betalkirin.

2.      Rawestandina armanckirina Hesen Elbeşam bi awayek demlidest ji ber ku tometên wî binpêkirinên azadîya derbirîna wî ne.

3.      Teqezîya saxlemîya laş û derûna Hesen Elbeşam.

4.      Garantîkirina karîna berevankerên mafên mirovan li Umanê di hemû rewşan de ser berdewamîya karê xwe yê rewa di warê mafên mirovan bêyî tirsa ji tolhildanê û bêyî sînoran.