Sûrîya: Qanûneke Nû der barê “Tawanên Ragehînzanî”yê de

Roja yekşemê, Encumena Gel projebiryara çêkirina dadgehên taybet di dozên tawanên ragehînzanîyê û têkilîyan de kir qanûn.

Her du madeyên pêşîn ji qanûnê li gor SANAyê, çêkirina dezgehên lêpirsînê û dadgehên sezayê li her parêzgehê bo xebata li ser tawanên ragehînzanîyê li xwe girtin.

Li gor madeya pêncan ji qanûnê “Tawanên Ragehînzanîyê yên girêdayî tawanên darayî û terorî an yên girêdayî ewlehîya dewletê ji karê dadgehên ku mijarê li xwe digirin.”

Li gor madeya şeşan, divabe dadwer ji kesên li ser dijatîya tawanên ragehînzanîyê perwerdekirî bin an jî zanebûneke wan a pratîk di vî cûreyê dozan de hebe.

Wezîrê Dadmendîyê, Dadwer Hîşam Elşear got ku wezareta dadmendîyê bi alîkarîya her du wezaretên pêwendî û teknîkê her weha ya hundirîn, grûpa pêşîn a dadweran  ji hemû astên dadwerî li ser şopandina tawanên ragehînzanîyê û dijatîya wan her weha çawanîya vegerandina data û agahî her weha çawanîya vegerandina data û agahîyên hilanînî perwede kir.

Tê zanîn ku gelek qanûnên dijatîya tawanên ragehînzanîyê û têkilîyan hatine derxistin mîna qanûna birêxistina têkilîya bi rêya torên înternêtê û dijatîya tawanên ragehînzanîyê ya sala 2012an, qanûna ragihandinê ya sala 2011an ya ku cezayên tawanên rojnamegerîya îlêktronî li xwe digire her weha qanûna îmzekirina îlêktronê û gelekên din ku deqên cezakirinê yên girêdayî tawanên ragehînzanîyê di nav xwe de dihewand.

Jêder: SyriaNews