Ordun: bidûrxistineke bilez ji Koçberên Sûrîyeyî re

Tu parastin ji tedbîrên qanûnî yên pêwîst re tuneye; metirsîya hebûna ziyanan berçav e

أصبح مخيم الزعتري للاجئين في الأردن، وصورته هنا تعود إلى سبتمبر/ أيلول 2015، رمزا لأزمة اللاجئين.

Kampa Zeiterîyê ya Koçberan li Ordunê; ku ev wêneya wî ji îlûna 2015an e, bûye semboleke kirîza koçberan. 2015 © Associated Press

 

(Eman)- “Human Rights Watch)ê di raporeke xwe de ku îroj derketiye got ku desthilatên Ordunê bi komî koçberên Sûrîyeyê bidûr dixe her weha malbatên mezin jî bikomî bidûr dixe. Derfete jî bidest Sûrîyeyîyan nakeve ku li dijî bidûrxistina xwe rabin û Ordunê jî pêdivîya wan bi parastineke navdewletî jî nenirxandiye.

Rapora “Nizanim çima em vegerandine; bidûrxistina Koçberên Sûrîyeyî ji alîyê Ordunê ve” ku ji 23 rûpelan pêk tê ev agahî bibelge kirine ku di pênc mehên pêşîn ên sala 2017an, deshilatên Ordunê derdora 400 koçberên Sûrîyeyî yên qeydkirî mehane bidûr xistine her weha 300 bidûrxistinên xwebexş ji alîyê koçberên qeydkirî jî hatine kirin. Tê pêşbînîkirin ku mehane 500 koçber di rewşine ne zelal de vedigerin Sûrîyeyê. Ji sala 2011an ve; Ordunê pêşwazî li bêhtirî 654500 koçberên Sûrîyeyî kiriye. “Human Rights Watch”ê gelek caran ji dewletên din xwestiye ku alîkarên xwe ji bo Ordunê zêde bikin û hejmareke mezin a koçberên Sûrîyeyê yên ku li Ordunê dijîn ji nû ve bicih bikin.

Bell Frelek; birêveberê beşê mafên koçberan li Human Rights Watchê got: “nabe Ordun koçberan vegerîne Sûrîyeyê bê ku ji rewşa wan teqez bibe û bê ku pêdivîya wan bi parastinê binerxîne. Lê Ordun hejmareke Koçberan bikomî bidûr xist û gelek kesên ku tê pêşbînîkirin ku binpêkirinên ewlehî kirine ji tedbîrên qanûnî bêpar hiştin û gefên li ser Sûrîyeyîyên ku vedigerin Sûrîyeyê paşguh kirine”.

رجل وحيد يعبر مخيم الزعتري للاجئين في الأردن. انخفض عدد سكان المخيم من 203 آلاف خلال ذروته في أبريل/نيسان 2013 إلى 80 ألفا بحلول يوليو/تموز 2017.

Human Rights Watch, 35 koçberên Sûrîyeyî li Ordunê dîtin her weha li gel 13an jî axivî ku desthilatên Ordunê ew ber bi Sûrîyeyê ve şandibûn. Kesên ku ji alîyê desthilatê ve hatibûn bidûrxistin an jî yên ku kesên bidûrxistî nas dikin gotin ku desthilatê tu delîlên bidûrxistinê pêşkêş kirin her weha berpirsên Ordunî tu derfeteke bo koçberên Sûrîyeyî bo dijatîya biryara bidûrxistinê pêşkêş nekir an jî tu alîkarîya qanûnî ji wan re peyda nekir, an jî alîkarîya Komîserîya Bala a NYyê ya karûbarên Koçberan.

Operasyonên bidûrxistina bi komî ya koçberên Sûrîyeyî di nîvê sala 2016an de bilind bûn û careke din di destpêka sala 2017an de. Bidûrxistin piştî êrîşa çekdarî li ser hêzên Ordunî dest pê kir her weha êrîşa li ser bakur rojhilatê Ordunê di hizêrana 2016an de ku di encmê de 7 kes hatin kuştin her weha êrîşên li Kereka Başûrî di berfanbara 2016 an de ku di encamê de 19 kes hatin kuştin. Desthilatên Ordunê tu delîlên destwerdana van kesan di van êrîşan de pêşkêş nekir.

Bidûrxistin bo koçberêên tek berdewa dike lê rewşên bidûrxistina malbatan kêm bûn di nîvê sale de. Tevî wilo jî; koçber û karmendên di warê hawarçûna navdewletî de ji Human Rights Watchê re got ku endamên malbatê ji xwe ve piştî vegerandina xwedîyê xwe doza vegerê dikin.

Ji nav kesên ku Human Rights Watchê ew dîtine û sedemên vegera diyar nekirine, “Ruqeya” ya 30 salî ye ku dayika sê zarokan e temenên wan 6sal, 7sal û 6 meh in û pirsgirêkên tendirustî yên metirsîdar pê re hene. Ruqeya got ku Ordunê ew di adara 2017an de vegerand û desthilatên DYAyê hîn jî di rewşa wê de dixebitin da ku wê ji nû ve nişte bikin.

Em tev vegerandin Sûrîyeyê; ez, hevjînê min û her sê zarokên min bê ku sedemê ji me re diyar bikin, dema ku me ji wan pirsî jî “hun me bi ku ve dibin” wan ji me re diyar nekir ku me vedigerînin Sûrîyeyê. Ji me re gotin netirs û tenê çend pirs dê ji me werin pirsî li Ribaa Elserhanê. Paşê me xwe li dergeha Nisêb li Sûrîyeyê dît û ta roja îro jî ems edema vegerandina xwe nas nakin.

“Belgenameya Erebî ya Mafên Mirovan” ku Ordun beşeke jê ye, bidûrxistina bi komî di hemû rewşan de qedexe dike û Ordun bi prensîpa qanûna navdewletî ya adetî jî ku dibêje nabe koçber bi zorê werin vegerandin bo deverekê ku çewisandinê lê dibînin an rastî metirsîya îşkencekirina an tundîyê tên, pabend e.

Frelek got: “nabe Ordun koçberên Sûrîyeyî bi komî vegerîne. Divabe derfeteke dadmend bide wan da ku berevanîyê di ber xwe de bikin her weha divabe desthilat bi metirsîya îşkencekirinê û hemû cûreyên binpêkirinên mafên mirovan agahdar be dema ku wan vedigerîne”.

“nizanim çima em vegerandin”

Bidûrxistin û vegerandina koçberên Sûrîyeyî li Ordunê

Jêder: Human rights Watch