Misir: girtin û windakirina Îbrahîm Mitwelî hevrêzkarê Hevgirtina Malbatên Windayên Bineçarî

Rêxistinên Mafnasîyê yên îmzeker li ser vê daxuyanîyê girtina Îbrahîm Ebdilminim Mitwelî; parêz, hevrêzkar û endamê damezrêner ê Hevgirtina malbatên Windayên bi neçarî, şermezar dike her weha van rêxistinan doza diyarkirina çarenûsa Îbrahîm û serbestkirina bê şert û merc kir. Ew ta nuha jî bi neçarî windayî ye tenê ji ber berevanîya di ber windayên bi neçarî de û gera wî li lawê wî yê ku ji 13 tîrmeha 2013an ve bi neçarî windayî ye. Desthilatên Misirê Îbrahîm dema ku li belafirxaneya Qahîrayê karê xwe yê çûna Cinêvê dikir li ser gera (MS 771) girt, çûna wî jî ji ber vexwendina ji alîyê tîma karmend a rewşên windakirina bi neçarî li Neteweyên Yekbûyîyê da ku di gera 113an ya ji 11 ta 15ê îlûna 2017an li dar dikeve hazir bibe, ew jî li Encumena Mafên Mirovan ya NYyê lu Cinêvê. Tîma pêwendîdar a rewşên windayên bi neçarî salane civînekê der barê windakirina bi neçarî li Cinêvê  lidar dixe û kesên pispor û têkildar jî ji gelek welatên cîhanê vexwendî dikin da ku li ser mijarên girêdayî windakirina bi neçarî lêkolîn bikin.

Îbrahîm Ebdilminem Mitwelî dest bi gera li lawê xwe (Emr Îbrahîm Mitwelî -22 sal- xwendekarê fakulteya endezyarîyê ) piştî buyerên parêzvanê cemawerî di 8ê tîrmeha 2013an de kir û ta nuha jî tevî gera li hemû deveran, wî tu agahî der barê lawê xwe de bidest nexistine, her weha wî hemû şêwe bi desthilatên Misirê re ceribandin lê wan tu alîkarî pê re nekir û daxwaza wî ya vekirina lêpirsînekê jî der barê windabûna lawê wî de hate redkirin. Îbrahîm û û kesine din ji malbatên windayên bi neçarî (Hevgirtina Malbatên Windayên Bi Neçarî) di destpêka sala 2014an de çêkirin ew jî hevgirtineke navxweyî ya redkirina diyardeya windakirina bi neçarî li Misirê ye û hevgirtin li ser destnîşankirina çarenûsa endamên xwe yên windayî û devera wan kar dikin.

Di 2015an de hevgirtinê dest bi kampanîyên eşkere ji bo danûstendina li gel desthilatên Misirê kir û ew vexwendî eşkerekirina çarenûs û cihê windayên bi neçarî kir. Her weha hevgirtinê dest bi axaftina li gel rêxistinên navdewletî jî kir û di serê wan de NY û tîma pêwendîdar bi rewşên windayên bi neçarî, ew jî weke hewldaneke bidestxistina agahîyan der barê kesûkarên wan de. Girtina Îbrahîm û windakirina wî piştî çend hefteyan ji girtina Henan Bedir Eldîn e ew ku ew jî berevana mafên mirovan e û endama damezrêner a Hevgirtina Malbatên Windayên bi Neçarî ye, ev yek jî diyar dike ku desthilatên Misirê berê xwe didin qedexekirina danûstendina hevgirtinê bi civaka navxweyî û navdewletî re û bêdengkirina hemû kesên ku doza diyarkirina çarenûsa kesûkarên wan dikin, ew jî bi rêya armanckirina karmendên hevgirtinê û malbatên windayên bi neçarî bi rêya girtina wan û windakirina wan bi neçarî. Ji lew re; em rêxistinên îmzeker van tiştan ji desthilatên Misirê dixwazin:

  • Diyarkirina çarenûsa Îbrahîm Mitwelî û serbestkirina wî demlidest bê şert û merc.
  • Serbeskirina Henan Bediredîn demlidest û bê şert û merc û hilanîna hemû tometên ku hatine spartin bo wê ji ber ku ew bi sedema karê xwe yê berevaniya di ber mafên mirovan de hatiye girtin.
  • Agahdarkirina Îbrahîm Mitwelî û Henan Bediredîn bi çarenûsa kesûkarên wan her weha agahdarkirina malbatên qurbanîyên windakirina bi neçarî bi çarenûsa kesûkarên wan û diyarkirina devera wan.

Îmzeker:

  • Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan
  • Navenda Elnedîmê ya dijatîya tundî û îşkencekirinê
  • Navenda Hîşam Mubarak ya Qanûnê
  • Sazîya Erebî ya Mafên Sivîl û Siyasî (Nîdal)
  • Komîsyona Misirî ya maf û azadîyê
  • Hevgirtina malbatên Windayên Bineçarî
  • Demîr Misir ya berevanîya di ber sitemxwaran de
  • Rewangeha Erebî ya Azadîya Ragihandinê
  • Hevrêzîya Misirî ya Maf û Azadîyê
  • Rêxistina Erebî ya çaksazîya cînaî
  • Navenda Elqahîrayê ya Xwendinên Mafên Mirovan
  • Navenda Edalayê ya Maf û Azadîyê

Jêder: Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan